Jinên li Sûdanê bi fikar in ku pevçûn bigihîjin cihên lê dimînin

Jinên ku ji ber pevçûnên li Sûdanê berdewam dikin di nava welat de ji cih û warên xwe bûne, diyar kirin ku bi fikar in pevçûn belavî herêmên ku lê dimînin bibin û gotin:“Ger pevçûn bigihîje van deran em ê ji neçarî careke din koçber bin.”

MAYSA AL QADÎ

Sûdan- Pevçûnên ku ji 15’ê Nîsana 2023’an û vir ve li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dikin, gihîştin paytexta eyaleta Gezira Vad Madanî ya ku ji ber cihê xwe yê stratejîk û bazirganî yek ji bajarên girîng e. Ji ber pevçûnan karmendan cihê karên xwe birin paytext Xartûmê. Kesên li gundên Sana û El-Cezîre dijîn jî ji cih û warên xwe bûn û hatin Eyaleta Nîl Spî û bajarê El-Menakil ê li rojavayê parêzgeha El-Cezîreyê.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji Nîsana 2023'an vir ve li Sûdanê zêdetirî 7,7 milyon mirov bi zorê ji cih û warên xwe bûne. 6 milyon kesên ku koçber bûne di nava welat de ji cih û warên bûne û zêdetirî 1,7 milyon Sûdanî jî neçar mane koçî welatên cîran bikin.

'Êdî hawirdorek bi ewle tune ye'

Jinên ku ji ber pevçûnan di nava welat de ji cih û warên xwe dibin, fikar û tirsa ku dijîn ji ajansa me re gotin. Jina bi navê Hala Shîkh Alden, der barê şer û pevçûnan de wiha axivî: "Piştî ku pevçûn gihîştin bajarê Vad Medanî, ji sedî yek jî ewlehî nema. Li gundan torên têkiliyê qut bûn. Êdî em nikarin bi mirovan re têkilî deynin. Ji ber ku koçber bûne, em li ser malperên parvekirina dîjîtal tenê wêneyên heval û malbatên xwe dibînin. Bi tirs, fikar û mirinê re rû bi rû ne. Êdî hawirdorek bi ewle tune ye. Em ji bo malbat û hevalên xwe bi fikar in. Gelê me ji bo ku bigihîje jiyana bi ewle, dest bi derketina derveyî welat kir.”

‘Hindik maye pevçûn bigihîjin cihên ku em lê koçber bûne’

Hala Shîkh Alden, diyar kir ku vebijarkek wan tune ye vegerin Xartûmê û wiha got: “Divê em diyar bikin, em ê çi bikin. Hindik maye pevçûn bigihîjin cihên ku em lê koçber bûne. Nediyar e em ê sibê bijîn an na.” Hala Shîkh Alden, da zanîn ku ji qetlîamê reviyane û diyar kir ku bihîstine li qadên pevçûnan li dijî jin û zarokên keç êrîşên destdirêjiyê pêk ten û nizanin xwe çawa biparêzin.

'Ger pevçûn bigihîjin cihên em lê dimînin em ê neçar bimînin carek din koç bikin’

Îbtîsam Ahmed a ku bi hevjîn û zarokên xwe re ji paytext Xartûmê koçî bakurê Sûdanê kir, wiha axivî: "Hemû mirov bi fikar in û em li hemberî tiştên tên jiyîn êşê dikşînin. Em hêvî dikin ku rewşa fikar, xof û tirsa zêde bi dawî bibe. Ji ber ku malbat û xizmên me hene em hatin vê derê lê ger pevçûn bigihîjin me, em ê neçar bimînin koçî herêmên biyanî bikin.”

Nezha Adel jî wiha axivî: "Pevçûn dirêj bûn û em nizanin dê kengî bigihîjin me. Em ji koçberî û destdirêjiyê ditirsin. Ji dema pevçûn gihîşt Vad Medanî vir ve em bi fikar in. Bi taybetî kesên ji paytextê koçber bûne, matmayî dimînin.”