Jinên li Idiba dagirkirî ji ber kêmbûna avê porê xwe dibirin

Jinên koçber, ji ber kêmbûna avê li kampên Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, rastî gelek pirsgirêkan tên. Kêmbûna avê û tunebûna paqijiyê jî bi xwe re nexweşiyan tîne. Gelek jin ji ber bêaviyê porê xwe dibirin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Yek ji pirsgirêkên sereke yên Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet El- Şam (HTŞ) de ye; kêmbûna avê ye. Ji ber kêmbûna avê li kampan gelek nexweşî derdikevin. Şêniyên kampê yên ku neçar in avê bikirin, neçar dimînin bihayê zêde bidin ji ber vê yekê jî gelek jin porê xwe dibirin.

‘Her dilopa avê pir bi qîmet e’

Fedwa Ebdulkerîm a 31 salî li kampa Hayeş a li bakurê Idlibê dijî, diyar kir ku berê porê wê dirêj bû, ji ber bêaviyê piştî salan neçar maye porê xwe bibire û got; “Ez neçar mam porê xwe û keçên xwe bibirim. Ji ber ku ji bo şûştinê av tune ye. Kêmbûna avê rewşeke zehmet e. Dilopek av ji bo me bi qîmet e.”

Fadwa Ebdulkerîm diyar kir ku ew avê ji tankeran dikirin û wiha got: “Ava ku ez dikirim, têra pêdiviyên sereke yên xwarin û vexwarin û şûştinê jî nake.”

‘Jêkirina por ji bo min biryarek zehmet bû’

Nur El- Nacî, ya 29 salî ku li dibistaneke li yek ji kampên li bakur Idlibê ders dide got: “Ne tenê xwendekarên mêr, xwendekarên jin jî ji ber tunebûna avê porê xwe dibirin. Ji neçarî vê biryarê didin.”

Nur El-Nacî da zanîn ku çareseriyên demkî nebes in û wiha got: “Em hewl didin di van demên dijwar de jiyana xwe bidomînin em dixwazin di nava hevsengiyê de bin. Ji bo kêmbûna avê êdî çareseriyên domdar bên dîtin. Ji bo hemû keçan porê dirêj parçeyek ji karekterê wan e. Jêkirina porê wan biryarek dijwar bû.”

Nada El-xanûm ku li yek ji kampên Idlibê xwediya dikana kuaforiyê e, got ku ji jinên li kampê gelek kes jê dixwzin porê wan jêbike ji ber şert û mercên dijwar û diyar kir ku heta niha rewşeke wiha çênebûbû.