Jinên Filistînê di vê rewşê de çawa cejnê pêşwazî dikin?

Kerîma El-Şantî diyar dike ku rewşa aborî ya xirab li Xezayê gihîştiye asteke xirab û dagirkeriya Israîlê jî dibe sedem ku ev rewşa heyî hîn nexweştir û xirabtir bibe.

REFÎF ÎSLIM
Xeza- Cejna îsal bi awayekî cuda di ser jinên Filistînê re derbas dibe, di gel rewşa aborî ya zehmet ku gel êşê jê dikşîne, bûyerên koçberkirina welatiyan ji malên wan ji taxa EL-Şêx Cerah derdikeve hole
Kerîma El-Şantî ya 40 salî dibêje; “Di navbera bûyerên Qudis û rawestandina hilbijartinên Filistînê de ku me hêvî dikir dê rewşa aborî bi hilbijartinê li Xezayê baş bibe, kêfxweşiya cejnê winda bû. 
Bi navê alîkariyê kincên qetandî danê
Kerîma EL-Şantî ya ku pênc zarokên wê hene û hevjînê wê wekî karkerê rojane dixebite, li ser rewşa heyî wiha dibêje; “Rêxistinên xêrxwaz ên ku alîkariyê pêşkêşî malbatên hewcedar ên li Xezayê dikin, xema wan a herî mezin komkirina navên herî gengaz e da ku piştgirî zêde bibe. Ew wêneyên malbatan dikşînin da ku li ser malperên tora civakî biweşînin” û diyar dike ku dema wê hin alîkarî wergirtine, dîtiye ku kinc ji ber kevnbûnê nayên lixwekirin, kêfxweşiya wê vala çûye û bi destên vala piştî ku bi serokê komeleyê re şer kir vegeriya male.
Kerîma EL-Şantî diyar dike ku rewşa aborî ya zehmet li Xezayê niha gihîştiye asteke pir nebaş û dagirkeriya Israîlê jî dibe sedem ku rewş xirabtir bibe û dibêje ku ger ne dorpêçkirina wî ya 15 sal in didome bûya dê niha gelek malbatên Filistînê hewcedariyên xwe bi awayekî baş pêk bianiyana. Israîl bi armanca dizîna dagirkirin û dizîna axa Filistînê, niha hemû tedbîrên xwe yên ji bo fetisandinê li dijî gelê Qudisê berdewam dike da ku ji malên xwe koçber bibin.
Li Xezayê dilşadî û bextewarî nemaye
Asmaa EL-Seyid a 28 salî tevli nêrîna Kerîma EL-Şantî dibe û wiha dibêje; “Her malbata Filistînê ji ber rewşa zehmet a aborî xemgînê dijî. Li Xezayê ji destpêka meha Remezanê ve dîmenên dilşadî û bextewariyê êdî nemane, kiryarên ku dagirek li taxa EL-Şêx Cerah pêk tînin rewşê hîn zêdetir xirab dikin.”
Asmaa EL-Seyid dibêje tevî van hemû rewşan divê tevahî jin û bi taybetî yên Filistînê zarokan dûrî kêfxweşiyê nexin û bi kirîna cil û bergan dilê wan şad bikin.”
Rêjeya hejariyê li Xezayê, li gorî daxuyaniya vê dawiyê ya Komîteya Gel a Li Dijî Dorpêçê, ji (% 85), wate piraniya niştecihên Xezayê di bin xeta hejariyê de dijîn, ew jî ji ber dorpêça ku bûye 15 sal in berdewam dike ye.
Dê ji bo zaroka cejnê li malê pîroz bikin
Nexem Kerace ya 23 salî dibêje,cejna îsal ne wek her sal e, di gel dagirekriya Israîlê û rewşa aborî, nexweşiya koranayê jî heye ku rewşa tenduristiyê jî li Xezayê xirab bûye û êdî serdan di navbera malbatan de zehmet bûye. Nexem diyar kir ku e ew ê ji bo zarokên xwe cejnê li malê pîroz bike da ku zarok wê valahiyê hîs nekin.