Jina ciwan a Yemenî, di futbolê de ji bo jinan naverokan ava dike
Jina ciwan a Yemenî Cemîle el-Qahtanî ji bo jinan naveroka werzîşê ya hêsan û têgihîştî diafirîne, qaîdeyên bingehîn û termînolojiya futbolê tîne ziman.Tevî biçûkxistin û rexneyên dîjîtal ên ku lê rast tê, armanc dike ku bighîje girseyek nû ya temaşevanan
RANIA ABDULLAH
Yemen- Bi armanca şikandina qaliban û zêdekirina eleqeya bi werzîşê re, jinek ciwan a Yemenî hewldanek bêhempa da destpêkirin. Bi awayek ku rastî dema Kûpaya Cîhanê hat, naveroka agahî û perwerdeya li ser futbolê, li ser rûpela xwe ya Facebookê parve dike.
Cemîle Muhammed el-Qahtanî, bijîşkek e ku hem bi tibê û hem jî bi werzîşê re eleqedar e, naveroka perwerdeyê ku termînolojiya werzîşê, prensîbên bingehîn ên futbolê, forumên werzîşê û mijarên cûrbecûr ên bi cîhana werzîşê ve girêdayî, diafirîne. Armanc dike ku bi vê naverokê bighîje girseyek berfireh, bi taybetî jinan û jinên ciwan.
‘Gelek jin bi temaşekirina maçên Kûpaya Cîhanê re eleqedar in’
Cemîle Muhammed el-Qahtanî derbarê vê ezmûna bêhempa de diyar kir ku fikra ku ew ber bi hilberîna van naverokan ve biriye, dema organîzasyonên mezin ên futbolê yên wekî Kûpaya Cîhanê de ku malbata wê eleqeyek mezin nîşan didin û li hev dicivin, derketiye holê. Cemîle da zanîn ku gelek jin bi temaşekirina maçên Kûpaya Cîhanê re eleqedar in, hin ji wan bi taybetî bi futbolê re eleqedar nabin an jî bi rêkûpêk naşopînin. Cemîle regihand ku ji ber vê ew di têgihîştina hin pîvanên bingehîn ên lîstikê de zoriyan dikşînin û wiha got: “Min hewl da ku agahiyên hêsan ku jin bikarin jê sûd werbigrin û dema maçan dişopînin agahiyên bingehîn ê pêwîst pêşkêş bikim. Bi vî rengî, dikiran bibin xwedî agahî ku bizanin dê herikîna maçê çawa be û pêwîst nake her tim pirs ji yekî din bikin.”
Têkoşîna li dijî henek û biçûkxistinê
Têkoşîna jinan di cîhana afirandina naverokê de, bi taybetî di werzîşê de, ne tenê hewldanek ji bo îspatkirina kalîteya naveroka ku ew pêşkêş dikin e. Di heman demê de hevrûbûnek rasterast bi çanda dîjîtal a ku ji hêla mêran ve serdest e. Hewl dide tiştên ku jin dikarin hilberînin kontrol bike û qadên dîjîtal wek qada mêran biparêze. Cemîle ji ber vîdyoyên ku di Facebookê de parve kiribûn û prensîbên futbolê bi gotinên hêsan rave dikirin, rastî tinaz û biçûkxistinên hin rûpelên Facebookê hat. Rexnegiran îdîa kirin ku agahiyên ku wê parve kirine ‘pir bingeh in û pir hêsan e ku bên weşandin’ û futbol û têgihîştina pîvanên wê ji bo jinan ne guncaw in.
Li hember beramberî vê, hin pisporên medyayê û şîrovekaran piştgirî dan naveroka Cemîle û destnîşan kirin ku rojnamegerî û naveroka medyayê ji bo temaşevanên cûrbecûr ên bi astên cûda yên zanîn û ezmûnê, balkêş e. Agahiyên dibe ku ji bo alîgirên futbolê bi tevahî asayî xuya bikin, dikarin bi tevahî nû bin û ji ber bûyerek werzîşî ya cîhanî ji bo temaşevanên ku nû dest bi futbolê dikin, têgihîştina wan zor be. Alîgiran her wiha bal kişandin ser naveroka perwerdeyên bi vî rengî û bi bîr xistin ku rojname û televîzyonên cîhanî her tim naverokên ku pîvanên herî bingehîn radighînin bi sernavên ‘Rênîşandana ji bo yên destpê kirî’ an jî ‘Her tiştê ku divê hûn bizanin’ hildiberînin.
Cemîle behsa henek û biçûkxistinên ku lê rast hatiye kir û da zanîn ku ev bûyerek xwezayî ye ku her afirînerê naverokê dikare pê re rûbirû bimîne. Cemîle wiha got: “Min piraniya şîroveyan paşguh kiriye. Vana bandor li min nekir. Ji ber ku bi salan e ez ji futbolê hez dikim û dişopînim. Ji bo min, şîrovekirina lîstikê, ravekirina qaîdeyan û parvekirina hûrguliyan azwerî û çavkaniyek kêfê ye.”
Cemîle diyar kir ku bi taybetî ji jin û jinên ciwan eleqeyek mezin dibîne û gelek kes naveroka ku ew çêdike bi sûd dibînin. Cemîle got ku nirxandinên erênî yên ku ew distîne, wê motîve dikin.
Otosansur û paşde vekişîn
Rewşa ku afirînera naveroka ciwan Cemîle al-Qahtanî û afirînerên naverokên din ên jin pê re rûbirû dimînin ne nû ye. Lêkolînek vê dawiyê bi sernavê ‘Hilberîna naverokê û dînamîkên zayendî’, ku ji hêla Weqfa Mesar (Komeleya Teknolojî û Hiqûqê) ve hatî weşandin, asta zoriyên pergalî yên ku jin di qada dîjîtal de pê re rûbirû dimînin eşkere dike.
Li gorî lêkolînê, afirînerên naveroka jin ên ku dikevin qadên ku ji hêla civakê ve wekî ‘qadên mêran’ têne hesibandin, wekî naveroka werzîşê, analîza futbolê, an naveroka teknolojiyê, rastî zordarî û biçûkxistina sîstematîk a sîber tên. Ev êrîş pirî caran armanc dikin ku rexne li agahdarî û naveroka pêşkêşkirî nekin, hedef dikin ku maf û têrkeriya jinan a di van qadan de lêpirsîn bikin.
Lêkolîn her wiha destnîşan dike ku tundiya dîjîtal a li ser bingeha zayendî ne tenê bi tacîza devkî sînordar e. Zextên bi vî rengî gelek jinan ber bi otosansurê ve dibin û hêdî hêdî ji qada dîjîtal a giştî vedikişin. Ji ber ku ji kampanyayên patronîzm an reşkirinê ditirsin. Bi vî rengî, newekheviyên zayendî yên kevneşopî li ser platformên dîjîtal ên nûjen têne hilberandin.
Banga piştgiriyê ji bo afirînerên jin ên naverokê
Cemîle Muhammed el-Qahtanî, dema ku li ser çawaniya destekkirina afirînerên naverokê, bi taybetî afirînerên naveroka jinan axivî, daxwaza avakirina saziyek an platformek dîjîtal kir da ku piştgirî bide kesên ku di vî warî de dixebitin.
Cemîle bal kişand ser girîngiya avakirina pergalek ku dikare pêşî li binpêkirinên tinaz û biçûkxistinê bigre, heta li dijî heqaret û bêbextiyê têkoşînê bike. Cemîle diyar kir ku mekanîzmayek wisa dê çarçoveyek zelal ji bo gilîkirina mexdûran peyda bike û dê bibe alîkar ku gilî li gorî prosedurên qanûnî yên hişk bên çareserkirin.