Ji bo zarokên xwedî pêdawistiyên taybet pola xwendinê

Rêxistina Xwedî Pêdawistiyên Taybet a Helepçe polek yê havînê ji bo zarokên xwedî pêdawistiyên taybet vekiriye û têde waneyên xwendin, derunî û civakî didin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Rêxîstina bi navê “Xwedî Pêdawistiyên Taybet a Helepçe” cihek ji bo waneyên derûnî û civakî ji bo zarokên xwedî pêdawsitiyên taybet amadekirine û têde dersan dibînin.
Şêwirmenda Rêxîstina Xwedî Pêdawistiyên Taybet a Helepçe Niyan Ezîz di derbarê xebatên xwe de ji ajansa me re axîvî û got: “Rêxîstina me ya xwedî pêdawistiyên taybet di sala 2013’an de hatiye damezrandin. Me destpêkê bi navê Komeleya Roj xebat dida meşandin, pîştre di sala 2013’an de em ketin nava rêxistinên ne hikumî yên Herêma Kurdistanê.”
“Di van 8 salan de xwendevanan astek bilind girtine”
Niyan Ezîz da zanîn ku wan ji qonaxa destpêkê destpê heya niha pêşketinek baş dane çêkirin û wiha domand: “Gelek mijarên weke perwerdeya giştî, tendirustî, hişyarîkirin û nasandina civakê hene ku em fêrî zarokên xwedî pêdawistiyên taybet bikin ji ber ew mafê wane. Dabînkirina cihê xwendinê ji bo xwedî pêdawistiyên taybet ku ev piroje nêzî 8 salane di dome. Me ji qonaxa destpêkê bi xebatên li gorî asta wan destpê kir. Ji ber destpêkê di vê bawerî hebe ji bo xwendin berdewam bike, daku qonaxa jiyanê bi serkeftî be. Di nava van 8 salan de xwendevanên me li dibistana navîn û amadeyî ne û armanca wan ewe ku biçin Zanîngeh û Peymangehan.”
Niyan Ezîz diyar kir ku salane 500 xwendevanên xwedî pêdawistiyên taybet tên gel wan û wiha dom kir: “Ev rêxsitin salane zêdeyî 550 xwendevanan ji Helepçe û derveyî Helepçe ji zarokên xwedî pêdawistiyên taybet digre. Di qonaxa destpêkê ya meha hevînê de 150 xwendevan û zarokên xwedî pêdawistiyên taybet yên pola navîn û peymangehê digrin. Destpêkê di nava zarokên xwedî pêdawistiyên taybet û zarokên normal de nakokî derdiketin û nedizanîn li beramberî hev helwestek çawa raber bikin. Lê belê bi rêya semîneran asta hişyarîkirina wan bilind bû û di nava wan de guherînek mezin çêbû.”