Şeva sersalê bi benî û bastêq şîrîn dike
Her sal bi hatina sersalê re, Şukriye Hec Hisên li mala xwe benî û bastêq amade dike. Şukriya bi evînek mezin, metbexa xwe ya biçûk vediguherîne bihuştek ji bo şîraniyên kevneşopî.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Her werz û her cejn xwedî xwarinên kevneşopî û çandî yên taybet in. Şukriye Hec Hisên a 55 salî dayîka 4 zarokan e, li taxa Til Hecer li herêma Hesekê dijî. Bi kelecan li benda her werzê ye ku van xwarinên kevneşopî ji bo mala xwe amade bike. Ne tenê ji bo ku sûdê jê bigre, di heman demê de ji bo ku wan bifroşe cîranên xwe jî, çêdike.
Benî û bastêq di nava hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yek ji şîraniyên kevneşopî yên navdar in. Ji nifşek dighîje nifşeke din û beşek girîng a mîrateya herêmê ye. Ew, yek ji şîraniyên gelerî yên ku di pîrozbahiyên Noelê de li herêmê tên bikaranîn e.
‘Bi destên jinan sifreya sersalê tê xemilandin’
Şukriye Hac Hisên tekez kir ku sifreya sersalê bê benî û bastêq temam nabe û wiha got: “Her ku dawiya salê nêzîk dibe, jin malên xwe dixemilînin û mûman vêdixin da ku sala nû pêşwazî bikin. Sifreya sersalê li her malê bi hebûna şîranî û xwarinên gelêrî û folklorîk ên ku atmosfera cejnê xweştir dikin, tê naskirin. Di nava van şîrînahiyan de benî û bastêq jî hene ku yek ji sembolên pîrozbahiya sersalê ye û wekî beşek yekgirtî ya wê sifreyê tê hesibandin.”
Şikriye diyar kir ku ew çêkirina xwarin û şîraniyên kevneşopî ji hevalên xwe û diya xwe fêr bûye û wiha pê de çû: “Her demsal xwarin û karakterek xwe ya taybet heye û ez her gav amade me, li bendê me ku xwarinên kevneşopî amade bikim. Ez wan bi evîn û hunerê amade dikim. Min metbexa xwe ji bo amadekirina xwarin û pêdiviyên demsalî kiriye cihekî taybet.”
Çêkirina benî û bastêq
Şukriya Hac Husên hûrgiliyên çêkirina şîraniyên benî û bastêq ku yek ji şîraniyên demsalî yên herî navdar ên herêmê ye, wiha vegot: “Ez gûzên qehweyî bi derzî û ta ve wekî zincîrê amade dikim. Piştre pelûlek ji ard, av, şekir û vanîlyayê li ser agir amade dikim. Gava ku amade bû, bi benê gûzan digrim, li nava pelûlê dixim û daldiqînim da ku hişk bibin. Ez vê pêvajoyê çend caran dubare dikim. Ji bo benî û bastêq ku ji pelûla ji benî re hatiye amadekirin tê çêkirin, wê li ser perçeyek naylonê radixim û heta ku hişk bibe li ser xanî daliqandî dihêlim.”
‘Xwerêveberî nîmeta herî mezin e’
Şukriye berdewam kir û got ku karê wê yê amadekirina xwarinên kevneşopî û pêdiviyên zivistanê ji bo wê hem hobî ye û hem jî şêweyek hunerî ye. Her wiha riyek e ku ew malbata xwe ji hêla darayî ve birêve bibe û got: “Çiqas xweş e ku meriv xwe bi xwe bawer be, nemaze ji hêla darayî ve serbixwe be.”
‘Hêviya me ew e ku em sala nû bi aramî û azadî bijîn’
Şukriye behsa rola girîng a jinan di vejandina mîrate û xwarinên kevneşopî de kir û wiha got: “Em hatina sersalê li hemû civakên herêmê pîroz dikin û hêvî dikin ku saleke bi aramî û azadî be. Li herêma me, ne tenê civaka Suryanî cejnên xwe pîroz dike, hemû civak bi hev re pîroz dikin. Em bi hev re dijîn û pîrozbahiyê bi hev re dikin.”