Hewldana sazî û însiyatîfên jinan ji bo guhertinê ye
Di dema borî de mijara jinan bi riya sazî, komên ji nava civakê û însiyatîfên jinan bi berfirehî hat nîqaşkirin. Li ser rola wan aktîf û bingehîn însiyatîfên civakî gelek caran li hev kom bûn.
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Civaka navdewletî û navxweyî di meha Adarê de roja jinan pîroz dikin, bangewazî û hevbendiyên giştî di navbera kesên bi mijara jinan re têkildar in de tên kirin. Civaka sivîl bi giştî û ya jinan bi taybetî ji bo mijar û krîzên li pêşiya jinan dibin astengî derbas bikin li ser maseyan bi awayekî fermî û taybet nîqaş dikin.
Rola saziyên jinan û însiyatîfên jinan di xurtkirina çanda giştî bi mafên jinan gelekî mezin e. Ji bo balê bikşînin ser êşên jinan bi taybetî di gelek mijarên civakî de weke tundûtujiya li ser bingeha rêgeza civakî û malbatî.
‘Dema koronayê de rêjeya tundûtujiyê gelekî zêde bûye’
Damezrînera Însiyatîfa Sened a piştgiriya zagonî ji jinana re Nesma El-Xatîb teqez kir ku di sala borî de sazî, kom, însyatîf û kesên têkildarî mijarên jinan û karûbarên giştî pir hewl dane ku guhertinek rastîn di rewşa jinan de çêbikin.
Nesma El-Xatîb diyar dike ku di dema koronayê de rêjeya tundûtujiyê gelekî zêde bûye lewma pêwîst bû hevgirtin û hevkarî di navbera hemûyan de çêbibe li ser têkoşîna li dijî tundûtujiya li dijî jinan kar bikin û jinan biparêzin piştî ku gelek jin di kolanan de li ber çavên gelek kesan bûn qurbanî.
Yek ji mijarên ku li ser dixebitîn bûyerên medyaya dîjîtal e
Li ser krîza medyaya dîjîtal jî Nesma El-Xatîb xuya dike ku ew di serê mijarên ku komên femînîst li ser kar kirine de bû, wan gelek daxuyaniyên komî û takekesî yên nerazîbûn û şermezarkirinê dane. Ji bo xelkê teşwîqî axaftina li ser bûyerên bi riya medyaya dîjîtal diqewimin bikin, hişyariyê bi rêbazên dadgehî bikin û alîkariyê di vê mijarê de bikin hemleyên piştgiriyê li dar bixin.
Yek ji mijarên girîng ku sazî û însiyatîfên femînîst li ser kom bûn, derxistina pêşnûmeyek zagona rewşa kesane ji bo malbatên Misirê bêhtir dadwer bin. Gelek kes beşdar bûn ji ber ku pêwîst dibînin zagon bê guhertin, ev jî niha mijara nîqaşa parlamantoya heyî ye.
Nesma El-Xatîb dibêje ku piştgirî û hevkariya pisporiyan û alavan di navbera saziyan, koman û însyatîfên feminist de rastî hene û wiha didomîne: “Di hemleya destdirêjiya mehreman (endamên heman malbatê) jinan dixwestin wan bûyeran biaxivin lê pêdiviya wan bi piştgiriya derûnî hebû, ev jî saziya Birah Amin ji me re pêşkêş kir. Ew weke însiyatîf li ser beşa zagonê kar dikin û dema pêwîst be piştgiriyê pêşkêş dikin.
Komên jinan bandorê li fikrên civakê kirin
Nêrînên der barê aktîfbûna karê saziyên femînîst û nêzîkbûna wan ji rewşa jinên Misirê ya dûrî torên dîjîtal cuda bûn lê wan koman û saziyan dikaribûn bi rastî gelek doz û krîzên di civakê de bêdeng mane derxin pêş û guhertinan di wan de çêbikin.
Hemleyên hişyarkirinê yên cuda ji piraniya çalakvanên jinan, ji sazî, kom û kesan berdewam dike û ranewestiya ye, di hemû parêzgehan de derbas bûye, mijara bandora wan li ser rewşa heyî di danûstandinên bi mijara jinan re tê dîtin.
Damezrînera însiyatîfa Sened a piştgiriya zagonî ji jinan re Nesma El-Xatîb got ku asta bandorê bi tiştê fermî niha tê nîqaşkirin re tê pîvan ji fikrên li gorî daxwazên feminist, di dema dawî de bûn, weke belgenameya sîgortaya taybet bi jinên ku hevjînên xwe berdane. Ev jî yek ji mijaran e ku komên femînîst pêşkêş kirine. Her wiha kar ji bo dîtina madeyên ji bo malbata Misrê dadwertir bin li şûna felsefeya zagonî ya berê ku fikra malbatê giştî di berjewendiya kes de be ji bîr kirine.