Hawara ji Xezayê: Mirovahî li ku ye?
Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê didome. Jinên ji Xezayê anîn ziman ku ji ber rêgirî û êrişên li ser Zîvala Xezayê rewşa ew di nav de dijîn dijwar e û ev herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Jin bi gotina ‘Mirovahî li ku ye’ hawara xwe tînin ziman.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Di nava şerê qirkirinê yê du salan li Zîvala Xezayê didome de, rêxistinên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi şandina hinek alîkariyan û weşandina daxuyaniyên şermezarkirin û înkarkirinê li dijî kuştin, birîçîbûn û wêrankirina ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kirin, sînordar bûne. Ji destpêka şer ve tu şandeyek ji van rêxistinan serdana jinên Xezayê li kampên koçberiyê nekiriye û rewşa wan neşopandiye. Vê jî hişt ku jin bi tenê û bêhêvî bimînin.
Jinên ji Xezayê têkildarî rewşa ku di nav de dijîn helwesta xwe anîn ziman.
Qîrînek ji konên hilweşiyayî: Mirovahî li ku ye?
Aida Marouf a ku ji bin konên hilweşiyayî de pirsa ‘mirovahî li ku ye’ dike, der barê bêparastin û terikandina jin û zarokên Xezayê bi tenê di nava şer de wiha dibêje: "Şerê tunekirinê 2 salan li Xezayê berdewam dike. Piştî ku jin û zarokan koçberiya bi darê zorê red kirin, li bakurê Xezayê zêdetirî salek e bi tenê mane û hatine terikandin, bê parastin mane. Ew bi dorpêçkirin û kuştinê re rûbirû dimînin her wiha ji av, xwarin û lênêrîna tendirustiyê bêpar mane. Tu rolên rêxistinan di vê rewşa trajîk de nehat dîtin. Heta piştî vegera van rêxistinan ji başûrê Xezayê jî şandeyek tenê jî serdana kampan nekir, da ku rewşa jin, zarok û jinên ciwan kontrol bike. Tenê rolên wan bi şandina alîkariyên ku dihatin dizîn sînordar ma. Zarok li ber ekranan tên kuştin û yên ku sax dimînin di valahiyek bê xwarin, vexwarin, perwerde, tunebûna cil û bergan û di mercên bi tuneûna pêdiviyên bingehîn de dijîn."
Rola xwe pêk bînin!
Aida Marouf ji saziyên ku îdia dikin ku mirovahî ne û parêzvanên mafên mirovan e wek Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên girêdayî wê, hêvî dike ku rola xwe di çavdêriya rewşa jin û zarokên wan de bi cih bînin. Aida Marouf got: "Ji ber ku rayedarên Îsraîlê destûr nedan ku alîkariyên li ser deriyên sînor kom bûne bikevin herêmê, kon piştî salek û nîv ji ber tavê kevin bûne û ji bo jiyanê ne guncav in. Divê rêxistinên navneteweyî hêzên Îsraîlê neçar bikin ku ji gelê Xezayê re stargehek guncav peyda bikin."
Ka zagonên navneteweyî yên der barê mafên mirovan de?
Aida Marouf destnîşan kir ku ew ji welatên Ereb û biyanî li ser îdiayên wan ên ku em yek welat û netewe ne, bêhêvî bûye û wiha gotinên xwe doman: "Kîjan netewe dihêle jinên wê bi rengekî hov werin şermezarkirin? Zagonên ku welat û rêxistinên cîhanê danîne li ku ne? Çima ew hatine danîn ger nikarin vê hovîtiyê rawestînin? Nirxa wan çi ye dema ku zarok ji ber xela û birçîbûnê bin, tiştek neyê kirin? Hemû cîhanê çav û guhên xwe ji bo gelê Xezayê û trajediya ku dijîn girtine û destûr didin ku ev gel bê qirkirin û weke mirov wan nahesibînin."
'Rewşa jin û zarokan ji nêz ve bişopînin'
Aida Marouf daxwazên xwe ji rêxistinan wiha anî ziman: "Ji cihên xwe derkevin û dakevin nava gel, li ser rûyê erdê rewşa zarok, jin û kesên temenê wan mezin bişopînin, zehmetiyên wan bibînin. Qedexeya Îsraîlê ya li ser wan dê sûcdarî û dilşikestina ku jinên Xezayê li hemberî wan dikşînin, ji holê raneke. Ji ber ku ew in ên bi bêdengiya xwe ya berdewam hêzê dane Îsraîlê, ji ber ku ew bê çavdêrî û berpirsiyariyê peymanên navneteweyî yek li dû yekê binpê dikin. Rewşa Xezayê dijwar e û ger bi vê awayî bidome dê xirabtir bibe, bi taybetî rewşa jin û zarokan."
'Nebûn parêzvanên mafên jinan'
Nada Awadallah li ser kêmasiyên NY’ê û rêxistinên alîkariyê di xizmeta jinên Xezayê de da zanîn ku nêzî 5 meh berê rêxistineke NY’ê serdana kampê kiriye û rewşa hinek jinan û jinên ciwan kontrol kiriye û got: “Wan çenteyek paqijiyê dan jinan lê têrê nekir û gelek kes bêpar man ji vê pêdiviyê. Sazî û rêxistinên mirovî û yên bi rewşa jinan re mijûl dibin, jinên Xezayê di nava şerê qirkirinê de bi tena serê xwe hiştin û nebûn parêzvanên mafên wan. Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî divê zextê li hêzên Îsraîlê bikin ku destûrê bidin kelûpelên ew bi mehan e li ser sînoran asteng dikin û radiwestînin, derbas bibin. Ji ber ku pêdiviya jinan herî zêde bi van alîkariyan heye."