Futbolbaza Mexribî qaliban şikand
Fatiha Fatah, nêrîna ji bo listikvanên jin ên futbolê derbas kir, nîşan da ku jin hem dikarin bi asteke profesyonel futbolê bilîzin hem jî di gelek waran de binivîsînin.
RECA XEYRET
Mexrib – Fatiha Fatah a ku li kolanên taxa El Bernûsî ya Kazablankayê hînî lîstina futbolê bû, di rêwîtiya xwe ya jiyanê de di hema demê de nivîsandinê ji bo xwe kir riya xweîfadekirinê.
Fatiha Fatah a ku di temenê biçûk de li kolanên taxa kerkeran a li Kazablankayê bi zarken kur ên cîran re bi topê lîst di futbolê de gihîşt asta profesyoneliyê. Fatiha Fatah dûre beşdarî kulubeke sporê ya li bajar bû, ji wê derê li kuluba “Phoenix” a li Merakeşê de bû futbolbaz.
Riyeke din a xweîfadekirinê

Fatiha Fatah tevî ku bi awayê profesyonel Futbolê didoman jî tu carî ji xwendin û nivîsandinê dûr neket; van herdu karên ku dikir, ligel hezkirina wê ya ji topê re, veguherî hezkirinek din û du berhemên wêjeyî yên bi navê “Li ser şîna El-Bera” û “Welatê ku siya wê nayê dîtin” nivîsand.
Fatiha Fatah li ser nivîsandinê wiha dibêje: “Min xwest ji qadan dûr, ji xwe re cihekî ku bikaribim hest û ramanên xwe, mijarên mirovî yên bi wan re têkildar dibûm ava bikim û xeyalên xwe binivîsînim. Di van herdu berheman de tiştên min nivîsandine, çavdêriyên min ên di jiyanê de ne, tecrube û nêrînên min in. Ji bo min xwendin û nivîsandin jî weke futbolê riya xweîfadekirin û asoyeke ku bikaribim bêhnê bigrim bû. Min di nivîsandinê de rêbazeke ku bikaribim hestên xwe vebêjim dît û min vê yekê bi awayê birêkûpêk domand. Xwendin jî jixwe hêza xeyalê ya nivîskar xwedî dike, rêbazên wê nîşan dide û dibe çavkaniyeke bêdawî. Bêyî xwendin nivîskarek nikare di jiyana xwe de afrîner be yan jî bidomîne.”

Fatiha Fatah dide zanîn ku destpêkê fikreke wê ya ku bixwaze tiştên nivîsandine biweşîne tune bûye tenê ji bo xwe nivîsandiye û carna jî tiştên ku nivîsandine di medyaya dîjîtal de parve kiriye û wiha didomîne: “Hevalên min gotin ku ev nivîs ‘weşandinê heq dikin’ û pêşniyar kirin ku ez van nivîsan ji bo pirtûkek kom bikim. Li Kazablankayê li vî bajarê ku Mexribê jê re dibêjin “bajarê cinawir” min li ser kesên ku hatibûn vederkirin, ên bêmal û zarokên li taxên xizan nivîsand. Bi saya wî bajarê ku lê mezin bûm, min beşên cuda yên ji civaka Mexribê nas kir. Kazablanka cihekî wisa ye ku ji çar aliyên welat gelek mirovan ji bo jiyana baştir lê bi cih bûne. Her roj tiştên ku li ber çavên min bûn, min nivîsand. Ger îsrara hinek hevalên min nebûya, min ê wan di pirtûkan de kom nekira.”
Fatiha Fatah got ku di navbera spor û wêjeyê de dûrbûnek heye, ev yek mirov xemgîn dike û wiha got: “Di civakeke bi desthilatdariya mêr de, pejirandina jinan di qada sporê de zor e îcar dema ku jinek hem futbolê bike hem jî binivîsîne karê wê zortir e. Min wisa bi tercîh dest bi nivîsandinê nekir, hema bibêje her roj min hest û ramanên xwe nivîsand. Min xwest dengê xwe bidim bihîstin û bibim dengê kesên ku dengê xwe dernaxin. Nivîsandin û futbol wisa bi hev re bi nakok nîn in dijberî wê, herdu jî du rêbazên cuda ne mirov hîs dike û xwe bi pêş dixe.”
‘Enerjiya jiyanê bêdawî ye’

Fatiha Fatah diyar dike ku hemû warên ku di jiyana xwe ya rojane de li wan rast hatiye, veguherandiye metnên zindî û enerjiya hemû kêliyên ku ji wan hez kiriye nikaribûye di qada futbolê de vebêje û wiha bi dawî kir: “Ji aliyekî ve bêyî futbol nikaribûm bijîm, ji aliyekî ve jî bêyî xwendin û nivîsandin jiyan nedibû. Min fam kir ku enerjiya jiyanê bêdawî ye. Her çendî ez xwe di du cîhanên cuda lê paralel de bibînim jî di warê daxwaza xwe ya pêşîn ango li qada sporê, min biyanîbûnê hîs kir. Di cîhana futbolê de weke nivîskarek biyanîbûnê hîs dikim loma min berê xwe daya qada nivîsandinê. Weke gelek jinên futbolbaz ez jî hewl didim xwe îsbat bikim. Hewl didim qaliban bişkînim. Di heman demê de di cîhana nivîsê de jî dixwazim bi pêş bikevim.”