Ji şefeqê heta roj diçe ava ked bûye şêwaza jiyanê
Li gundan jiyan dema roj derdikeve, heta roj diçe ava bi dawî dibe, Kolî Henîf çîroka keda xwe ya rojane ku bi sewalvanî û çandiniyê derbas dike anî ziman diyar kir ku tevî hemû zoriyan dilsoziya bi xakê re, sira domadarî û aramiya manewî ye.
SÎLVA EL- ÎBRAHÎM
Kobanê – Di navan genim û zeytûnan de, jiyana gundan, hem bi westan, hem jî bi dilxweşî dihûnin. Roja jinan li gundan, bi xwedîkirina pez û karên çandiniyê derbas dibe û kedek zêde didin. Jinên li gundan dijîn diyar dikin ku dilsoziya bi xakê re bingeha aramî û hebûnê ye.
Di dilê vê gundê ku xak bi keda mirovan re dibe yek de, tevî şertên zor, çîrokên jinên ku stûna bingehîn a malê ne derdikeve pêş. Yek ji van jinan Kolî Henîf e, weke jineke ku jiyana xwe daye çandinî û lawirvaniyê, ji zoriyên debarê re meydanê dixwîne û diyar dike ku dilsoziya bi xakê re ne tenê pîşeyek e, şêwaza jiyanê bi xwe ye.
‘Debara me bi sewalvanî û çandiniyê ye’
Kolî Henîf ku ji gundê Xirbesan e, dayîka sê keç û sê kuran e. Weke gelek kesên li gundan dijîn, ew jî debara xwe bi sewalvanî, çandina genim ceh û darên zeytûnan dike.
Kolî Henîf ku ji ciwaniya xwe ve bi malbata xwe re çandinî û sewalvaniyê dike, piştî dizewice bi hevjîn û zarokên xwe re heman karî domandiye. Niha nêzî 150 pezên wan hene û bi alîkariya malbata xwe wan xwedî dike wiha dibêje: “Karê me zehmet e kedek mezin jê re lazim e. Em di saetên zû yên sibehê de radibin û avê didin pezên xwe, piştre hevjînê min wan dibe çêrê, ez jî şîr, mast, penîr, çêdikim. Dema nîvroyê vedigere em bi hevre didoşin.”
‘Zivistanê karê me bi xwedîkirina sewalan sînordar dibe’
Kolî Henîf behsa dema tûrikê hevjînê xwe yê ku diçe ber pez amade dike kir û da zanîn ku ew çay, av û nan amade dike û got: “Zivistanê karê me zêdetir bi xwedîkirina sewalan sînordar dibe. Bi hatina biharê re karê çandiniyê destpê dike û em genim, ceh û darên zeytûnan ên ku bi baranê çêdibin diçînin. Em beşek ji van berheman ji bo êmê sewalan ê zivistanê amade dikin, yên zêde jî em difiroşin.”
Kolî Henîf têkildarî çandiniya îsal wiha got: “Ji ber barana zêde ya îsal, sal bi bereket derbas bû, berhem li gorî salên borî dê baştir bin.”
‘Niha zarokên min xakê dikêlin’
Kolî Henîf dizane trektorê jî biajo û wiha got: “Di ciwaniya xwe de min xaka me dikêla lê niha zarokên me mezin bûne û ew vî karî dikin. Ez jî ji ber pêwîstiyên xwe, bi bexçeyê ku me çandiye û pez re eleqedar dibim.”
‘Jiyana gund ji ya bajar baştir e’
Kolî Henîf di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber avhewaya paqij û xwezayê jiyana gund tercîh kiriye û got: “Ez ji zarokatiya xwe ve li gund mezin bûm û fêrî gund bûme. Her çendî kar zor be jî ji bo min jiyana gundan ji ya bajaran gelek baştir e.”