“Ev Salek e ez ne dikarim destê xwe bidim kurê xwe ne jî hembêz bikim”

Mihan Turan bal kişand ser zehmetiyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên jiyîn û bal kişand ser şert û mercên bi pandemiyê re hîn bêtir zor bûne û ev tişt pirsî: "Ji ber vê nexweşiyê salek e hevdîtinên vekirî nehatine kirin, dîtin li paş camê ne. Ez ne dikarim destê xwe bidim kurê xwe ne jî dikarîm hembêz bikim. Ma di vê dinyayê de ji bo dayikêk ji vê bi êştir û xirabtir çi heye?”

MEDİNE MAMEDOGLU
 Êlîh – Tevî ku bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013'an de li Tirkiyeyê atmosfereke erênî hat afirandin, lê piştî qedandina vê pêvajoyê, pevçûn, girtin, îşkence, muameleya xerab, mirin û gelek binpêkirinên din her ku diçe zêde dibin. Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê re bi hezaran kesên ku ji bo partiyên siyasî dixebitîn hatin girtin. Girtî û xizmên wan di girtîgehan de tengasiyên mezin dijîn û bi pêvajoya pandemiyê re şert û mercan dijwar bûne. Xizmên girtiyan, mecbûr dimînin ku bi dehan kîlometreyan bimeşin da ku zarokên xwe li pişt camê bibînin, li hember tiştên jiyan dikin serî hildidin. 
"Kurê min nexweş e û daxwaznameyên me tên red kirin" 
Mihan Turan a li Êlihê dijî, kurekî wê jî girtiye. Mihan Turan diyar kir ku kurê wê Ramazan Turan li Girtîgeha Hilwana Rihayê girtî ye û balkişand ser zehmetiyên ku dikişîne û got: “Kurê min 6 sal e girtiye û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Tevî ku pêvajoya darizandinê didome jî, ew nayên dadgehan. Ji ber qedexe kirina hevditînên vekirî, ew salek û nîve min nekarî kurê xwe hembêz bikim. Ez her dem daxwaznameyê ji bo hewaleya kurê xwe didim, lê ew hemî têne red kirin. Ez nexweş im, lingê min emelyat kiriye. Di her çûndina me da em pir zêde zehmetî dikşînin. Piştî ku em ewqas rê diçin, em wî tenê nîv saet li paş camê dibînin. Tenê tiştê ku em dibihîzin dengê wî ye, lê em wî jî zehmet dibihîzin. Telefon hemû xirabine. Em gelek êş dikişînin heya ku em digihîjin wir, lê em wan ji pir nabînin. Ji ber vê nexweşiyê, salekê hevdîtinên vekirî nayên çêkirin, hevdîtin li paş camê ne. Ez ne dikarim destê xwe bidim kurê xwe ne jî hembêz bikim. Di vê dinyayê de ji bo dayikêk ji vê bi êştir û xirabtir çi heye?”
"Herdem pê dihesim parçeyek min kême” 
Mihan Turana, behs dike ew çi dike bila bike, her dem li malê perçeyek wê bi girtina kurê wê re kêmdimîne û dibêje ku bi hezaran dayikên din ên girtiyan mîna wê heman êşê dikişînin. Mihan Turan, diyar dike dema ku ew li kurê xwe û girtiyên din difikire diêşe û divê ji vê rewşê re çareyek bê dîtin û dibêje: “Wan kurê min ewil sirgûnî Erzînganê û piştre jî Rihayê kirin. 3-4 sal in li Rihayê dibinê. Heta em diçin wedere gelek zehmetiyan jiyan dikin. Em ewqas rê diçin, lê em nikarin wî bibînin jî. Kezeba me dişewitin. Destên me nikarin bigihêjin zarokên me. Em gelek êş dikişînin, em pir xemgîn in. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û bi zarokên xwe re werin cem hev. Di vê rewşê de, em çi bikin jî, perçeyek ji kezeba me kême. Em çi bikin jî, kezeba me rehet nabe. Zarokên me ne li ba me ne, ez şev û roj êşa kurê xwe dikşinim. Bila êdî kezeba tû kesî neşewite. ”
"Divê her kes dengê xwe ji bo girtîgehan bilind bike" 
Mihan Turan bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku 245 roj in li girtîgehan berdewam dike û xwest ku daxwazên girtiyan di zûtirîn demê de werin bicih anîn û got, "Kurê min berê 70 roj di greva birçîbûnê de ma, dema ku ez çûm min nekarî kurê xwe nas nakim. Pir qels bibû, kezeba min ji bo wî şewitî. Di girtîgehê de her kes pir qels bibû. Niha dîsa ketine greva birçîbûnê. Em nizanin rewşa wan çiye, çawa ye. Bi hezaran mîna kurê min hene û pirsgirêkên tenduristî li gel hemûyan heye. Dema ku em biçin cem wan jî, em nikarin alîkariya wan bikin. Em nikarin ji dûr ve tiştekî bikin. Di vê pêvajoyê de, tiştek ku hem wan hem jî me jiyan nekir nema. Ew ji me zêdetir zehmetiyan jiyan dikin. Nêzîkî salekê ye, kes dengê wan nabihîze. Daxwazên wan tên paşguh kirin, lê divê her kes ji cihekî dengê xwe ji bo girtîgehan bilind bike. ”