‘Erkê rêxistinên jinan hîşyarkirina civakê ye’

Li Başûrê Kurdistanê pêngava 16 rojî ya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê di hefteya 25’ê Mijdarê de destpêkir xebat û çalakiyên ji bo hişyarkirîna jin û civakê berdewam dike. Çalakvan Şara Abdulkerîm wiha got: “Divê hemû cîvak were hişyarkirin.”

Helebce- Li başûrê  Kurdistanê her sal di hefteya 25’ê Mijdarê de pêngava 16 rojî ya pêşîlêgirtina tundiya li ser jinên tê destpêkirin û ji bo hişyarkirina civak xebat û çalakî tên li darxistin.  Rêxistin û çalakvan hewl didin zêdetir peyam û hişyariyan li dijî tundiyê belav bikin. Di cîhanê de tundiya li dijî jinan gihaye asta lutkeyê û li gora daneyên Netewên Yekgirtî li cîhanê de her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin. Ev yek li başûrê Kurdistanê jî xwe dide der,  li gor daneyên ku ajansa NÛJINHA kom kiriye di nava 11 mehên îsal de zêdeyî 50 jin hatine qetilkirin.

‘Erkê rêxistinan ji yê hikumetê cûda ye’

Berpirsa Şaxa Şarezûr ya Yekitiya Jinên Kurdistan Şara Abdulkerîm diyarkir ku her sal di hefteya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinana de pêngava hişyariyê li gel tevahî rêxistinên jinên sînora Helebce encam didin û wiha got: “Ji ber divê rojê de erkê me cûdaye û rêxistin kar li ser hişyariya kes û civakê dike. Baweriya me wiha ye, her dema ku hişyarî kêm bibe wê demê tundî zêde dibe. Erkê rêxistinên jinan ji yê hikumetê girantir e. Ji ber karê rêxistinan di nava civakê de kêmkirina tundiyê û belavkirina hişyariyê ye. Hikumet jî bi riya zagonan dikare parastinan jinan bike û rêgiriyê li tundiyê bike. Ji bo bajarê Helebce jî, em nabêjin tundî tê de nîne, tundî heye, lê belê li gor navçeyên din rêjeya tundiyê kêmtir e.”

Divê jin fêrî gotina ‘na’ bibin’

Şara Abdulkerîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin hertim dostên jiyanê ne û tu caran mafê kes û sînorên kesê derbas nakin. Ger ew siyaset were bicih kirin ez di wê baweriyê deme tundî wê kêm bibe û divê jin gotina ‘na’ li beramberî tundiyê bi karbînin.”