Kavilên şer dibin cihê dawî ji bo koçberan li Kobanê

Di nav dîwarên muzeyeke ku nehatiye tamîrkirin de û di malên wêranbûyî de, îro koçber rastiyeke ku hemû salên şerê Sûriyeyê pênase dike dijîn. Tirs, bîranînên bi azaran dagirtî û kavilên ku ji bo penaberan bûne star hemû wêneyên şer nîşan didin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Kobanê — Li bajarê Kobanê, bermahiyên şer hê jî şahidiya yek ji tundtirîn şerên li dijî DAIŞ’ê yê di sala 2014’an de dike. Muzeya kevn wekî beşek ku nehatiye nûkirin li cihê xwe ye. Ew beş bi azanîn bi wî awayî hatiye hiştin da ku wan rojên ku şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê de berxwedan raber kirin neyên jibîkirin û bibe şahidê têkçûna DAIŞ’ê.

Îro ev cihê ku berê sembola berxwedanê bû, bûye stara bi dehan malbatên penaber. Bi sedean kes lê bi mecbûrî dijîn. Rageşiyên leşkerî yên dawî ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve li ser gundewarên Kobanê çêbûn, gelek Kurdên ku ji bajarê Reqayê û gundên Kobanê û derdora wê hatibûn, berê xwe dan bajarê Kobanê. Piştî navendên penaberan tijî bûn, gelek ji wan tu cihê din ji bilî muzexanê û malên talankirî nedîtin tê de bijîn.

‘Ez nikaribûm li mala xwe mêze bikim’

Emîne Osman, koçbereke ji gundewarên Kobanê ye, serpêhatiya koçberiya xwe rave dike û dibêje ku dema li navendên penaberiyê cih ji bo malbata xwe nedît berê xwe da muzeyê. Emîne Osman behsa wan şevên zivistanê yên dijwar ku di malên bê derî û bê pencere de derbas dikirin kir û diyar kir ku zarok di sermayê de diricifîn.

Emîne Osman nikare vegere mala xwe, ji ber ku di êrîşan da mala wê wêran bûye û hemû tiştên di malê de hatine dizîn. Her wiha, rewşa ewlehiyê li gundê wê hê jî ne aram e. Ew serdana xwe ya dawî ya mala xwe tîne bîra xwe û dibêje: “Ew bi tevahî hat wêrankirin. Ez nikaribûm mala xwe bibînim. Me ew mal bi ked û xwêdana xwe ava kiribû, dîtina mala xwe bi vî halî dilê min şikand.” 
Malbata Emîne Osman bi karên serbixwe debara xwe dikir lê koçberiyê çavkaniya debara wan qut kir. Ew dibêje ji dema ku hatiye bajarê Kobanê ve heta niha tu derfetek ji bo kar nedîtiye û mesrefên rojane bûne barekî giran. Ew daxwaz dike ku gund bi ewle bin da ku bikaribin vegerin malên xwe.

‘Em dixwazin vegerin malên xwe’

Emîne Îsmaîl jî ji gundên Kobanê ye, heman şert û mercên Emîne Osman dijî. Ew jî ji ber êrîşên dawî koçber bûye û li yek ji malên ku hatine wêrankirin ên li derdora muzeyê dimîne.

Emîne Îsmaîl wî cihî wekî cihekî ji bo jiyanê ne guncav şîrove dike û wiha dibêje: “Dîwar kunkunî bûne, derî û pencere nîn in û kûçikên bêxwedî yên li kolanan bi şev dikevin hundirê malan. Herêma ku şerekî tund dîtibû bûye cihekî bêkes û vala, ne cereyan heye, ne internet, ne jî şertên bingehîn ên jiyanê.”

Emîne Îsmaîl destnîşan dike ku nebûna derfetên kar rewşê hîn dijwartir dike.

Emîne Îsmaîl diyar kir ku hewl daye vegere mala xwe lê gundê wê bi tevahî wêran bûye, mal jî talan bûne û wiha dibêje: “Em hêvî dikin şertên pêwist werin amadekirin û ewlehiya me misoger bibe da ku em vegerin malên xwe.”

Emîne Îsmaîl bang kir ku ji kesên malên wan wêran kirine eşyayên sivîlan dizîne hesab were xwestin.