Du koçberiyên bi êş û hêviya vegerê ya mezin: Bahiye El-Bayk

Bahiye El-Bayk a 83 salî ya neçar ma di navbera salên 1948 û 2023’an de du caran koçber bibe, îro bi veşartina mifteya her du malên xwe yên wêranbûyî re hêviya xwe ya vegerê biparêz e.

RAFÎF ISLÎM

Filistîn- Bahiye El-Bayk, Nekbeya Filistînê du caran jiyan kir. Cara ewil, di sala 1948’an de neçar ma ji mala xwe ya li bajarê Yafayê ya hatibû dagirkirin, derkeve û cara duyem jî di şerê 2023’an de ji mala xwe ya li Xezayê ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû wêrankirin derkeve.

Bahiye El-Bayk a mifteyên her du malan bi hêviya vegerê vedişêr e, niha di konekî ku ji germahiya havînê an jî sermaya zivistanê re nayê parastin de dijî.

Ji Yafayê ber bi Xezayê: Du koçberiyên mezin

Bahiye El-Bayk a 83 salî, hûrguliyên koçberiya bi darê zorê ya di sala 1948’an de naye bîra wê. Dema koçber bû hêj 4 salî bû. Bavê wê, bi taybetî jî hedefgirtina jin û zarokan dema ku nûçeyên komkujiyan bihîst, ji ewlehiya malbata xwe fikar kir û wê ji Yafeyê heta Xezayê li ser milên xwe hilgirt. Malbat, demekê li kampên penaberan ma.

Li gorî vegotinên dayîka wê, bavê wê li herêma koçber bûn erdek kirî û xaniyek nû ava kir. Lewma ew demek dirêj li kampê neman. Lêbelê Bahiye El-Bayk, balê dikişîne ser cûdahiyên mezin ên di navbera wê serdemê û şerê 2023’an de. Bahiye El-Bayk, diyar dike di dema koçberiya ewil destpêkê de, ew bi mehan û salan bê xwarin nemane û bi dehan caran neçar mane bi peya birevin. Bahiye El-Bayk, da zanîn vê  demê dikaribûn pêdiviyên pêwîst bikirin û hin windahiyên xwe telafî bikin, lê di şerê 2023’an de ji ber qedexeyên Îsraîlê yên ketina alîkariyan, nikarîn hewcedariyên xwe yên bingehîn jî dabîn bikin.

Hêj mifteya mala xwe ya li pişt Xeta Zer e, hildigre

Bahiye El-Bayk, piştî ku zewicî li Kuweytê bi cih bû û li wir malbata xwe ava kir. Lêbelê dema ku zarokên wê gihîştin temenê zanîngehê, ji ber lêçûnên pir zêde ya xwendinê ya ji bo xwendekarên biyanî li welatên Kendavê, neçar ma vegere Xezayê.

Bahiye El-Bayk a li herêma Şûcaiya ya rojhilatê bajarê Xezayê dijî, ji bo xwe û zarokên xwe apartmanek çêkir. Bahiye El-Bayk zarokên xwe da xwendin û yek bi yek zewicand. Bahiye El-Bayk erdê li dora malê jî ji bo çandiniyê bikar anî. Heta destpêkirina şer, jiyana ku ew xeyal dikir ev bû.

Bahiye El-Bayk a dema di şerê 2023’an de fermana koçberkirina bi darê zorê hate dayîn, ezmûna xwe ya koçberiyê ya ewil bi bîr anî, bi fikra terikandina mala xwe, girîya. Lewma dema ku li Bakurê Xezayê dima, ji malan ber bi dibistanan û ji dibistanan ber bi nexweşxaneyan ve çû. Di dawiyê de di koneke ku zarokên wê li kêlaka kona xwe danîn de, bi cih bû. Lê ew hêj mifteya mala xwe hildigire.

Bahiye El-Bayk, tiştên ku di sala 2023’an de jiyan kir, wekî "Nekba rast" bi nav dike. Bahiye El-Bayk, da zanîn di koça xwe ya ewil de birçîbûnek dirêj nejiyaye, lê di dema koça xwe ya li Xezayê de salek û nîv bi birçîbûnê re rûbirû maye.

Jiyana di navbera birçîbûn û bêpariyê de

Bahiye El-Bayk, diyar kir ku di vê serdema dijwar de ji bo neçar maye bi ceh, fasûlî û nîsk nan çêbike û heta xwarina ajalan jî xwarinê. Bahiye El-Bayk, destnîşan dike her çend hêzên Îsraîlê piştî mehan destûr dane ard bikeve hundur jî astengkirina ketina sebze û goşt hêj didome. Bi vî awayî, bêyî xurek, ava paqij û pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê ye, di birçîbûn û bêpariyê de jiyana xwe domand.

Yek ji bîranînên herî xemgîn ên Bahiye El-Bayk ew e ku dema fermana valakirinê ya ji bo deverên ew lê penaber bûne hat dayîn, qewimî. Ji ber ku di meşê de zehmetî dikişand, zarokên wê neçar man ku wê û tiştên wê hilgirin. Ev yek bû sedem hîs kir ku li şûna piştgirî bide zarokên xwe, ji wan re bûye barek.

Bahiye El-Bayk, diyar kir di tevahiya pêvajoya şer de ji bo dîtina dermanên xwe zehmetiyan jiyan kir û bi taybetî dema rewşa wê ya tenduristiya xirab bû, nerçar mabû ku dermanên xwe bi bihayên pir bilindtir bikire. Bahiye El-Bayk, tekez dike ku ji ber nexweşiya xwe ya kronîk ne gengaz bû ku dev ji dermanên xwe berde.

Hîn jî xeyala vegerê dijî

Bahiye El-Bayk, da zanîn Filistîniyan erd an malên xwe nefirotin, berovajî vê yekê ji bo xilaskirina xwe û malbatên xwe bi girî malên xwe terk kirin. Bahiye El-Bayk, bi bîr anî ku dayîk û bavê wê bi xeyala veger û cara dawî dîtina mala xwe, mirin.

Her çend ew keça Yafayê ku dîroknasên Filistînî wekî "Bûka Deryayê" bi nav dikin, diyar dike ku ger îro di navbera mala wê ya li Yafa û mala wê ya li Xezayê de hilbijartinek were dayîn, ew ê bê dudilî Xezayê hilbijêre. Ji ber Xezaya ku cihê zaroktî û ciwantiya xwe lê derbas kir, zewicî û zarokên xwe lê mezin kir, ji bo wê mala bîranînên wê û pireke ku rabirdûya wê û roja vê ya îro bi hev re girêdide ye.