Di qada dîjîtal de jinên Yemenî û îsrara li hemberî kêmasiya binesaziyê
Tevî astengiyên teknolojîk, aborî û civakî, jinên Yemenî hewl didin bi riya projeyên biçûk ên li malê, derfetên aboriya dîjîtal bi dest bixin, amûrên kirrûbirr û xebatê yên ku teknolojî pêşkêş dike bi kar tînin.
REHME ŞENZÛR
Yemen — Li Yemenê, her diçe hejmareke zêdetir a jinan berê xwe didin qada dîjîtal da ku tecrîda aborî bişkînin û derfetên nû yên dahatê biafirînin. Telefonên bi aqil û platformên ragihandina civakî ji bo fêrbûna hobiyên kirrûbirra elektronîk û birêvebirina projeyên biçûk ên li malê bi kar tînin. Tevî rûbirûbûna astengiyên mezin ên binesaziya lawaz, qelsiya xizmetên înternetê û qutbûna berdewam a elektrîkê, ew xebatên xwe didomînin.
Her çendî jin îsrara xwe ya ji bo sûdgirtina ji veguherîna dîjîtal nîşan didin jî valahiya dîjîtal, sîndordariya derfetên wekhev ên gihîştina çavkanî û perwerdeyê her wiha xizmperestî (torpîl) di hinek bazaran de, hê jî wekî astengiyên sereke li pêşiya tevlîbûna berfireh a jinên Yemenî di bazara kar a nûjen û aboriya dîjîtal de dimînin.
Projeyên li malê bandoreke sînordar li dijî bêkariyê çêdikin
Di salên dawî de, projeyên jinan ên li malê di gelek waran de, ji çêkirina şîraniyê heta bazirganiya elektronîk, belav bûne. Lê belê, bandora wan li ser çareserkirina bêkariya giştî hê jî sînordar e. Di gel vê yekê, hinek jin hewl didin bi serê xwe ji teknolojiya heyî sûdê bigrin da ku derfetên alternatîf biafirînin û li dijî lêçûnên giran ên kirêya cihan derkevin ku vê yekê bi riya danasîna berhemên xwe di qada dîjîtal de dikin.
Hêjayî gotinê ye ku hê jî tu amarên fermî û durust der barê hejmara projeyên bazirganiya elektronîk de li Yemenê nîn in lê nîşaneyên heyî diyar dikin ku hejmara bikarhênerên înternetê li Yemenê heta Çileya 2024’an gihîştiye nêzî 6.16 milyon kesan. Ev rêje ji sedî 17.7 ji tevahiya nifûsê pêk tîne û binesaziyeke dîjîtal a ku hêdî hêdî mezin dibe û bazareke potansiyel ji bo jinên di vê qadê de dixebitin nîşan dide.
Xewna firehbûnê dibe rastî
Înas Ebdo 36 salî ye, xwediya projeyeke çêkirina şîraniyê ya li malê ye, dibêje ku wê hewl daye bi riya projeya xwe çavkaniyeke dahatê peyda bike da ku li hemberî mercên giran ên aborî bisekinin lê belê di demeke kurt de bi astengiyên ku rê li ber mezinbûna projeya wê girtine re rûbirû maye.
Înas Ebdo wiha domand: “Min biryar da dest bi projeyeke şîraniyê bikim û ji bo danasîna berheman rûpelek li ser torên civakî vekim lê bi astengiyên mezin re rûbirû mam. Min rojane ji ber qelsiya tora înternetê, bihabûna pakêtan û qutbûna berdewam a elektrîkê zoriyan dikişand. Berdewamkirina xebatê di bin van mercan de mîna mûcîzeyek e, ji ber ku lawaziya înternetê û kêmasiya elektrîkê enerjî û dema me diqedîne. Heke piştgiriyeke rastîn a binesaziyê hebûya, bi hezaran jinan dikaribûn li malên xwe bixebitin û hilberînê bikin.”
Astengiyên teknîkî û aborî rê li ber berdewamiyê digrin
Rojnamevan û çalakvana Yemenî Ebrar Mistefa tekez dike ku xebata di qada dîjîtal de di salên dawî de wekî vebijarkek mezin li pêşiya jinên Yemenî derketiye û got ku ji bo bi bêkariyê re hevrû bibin û dahata xwe baştir bikin ev yek derfetek e. Lê di heman demê de astengiyên mezin jî datîne ku dibe bibin sedema astengkirina serkeftin û berdewamiya projeyan.
Ebrar Mistefa eşkere dike ku jinên di warê kirrûbirra elektronîk de dixebitin an projeyên li malê bi riya înternetê bi rêve dibin, ji ber qutbûna berdewam a elektrîkê û qelsiya xizmeta înternetê ya rojane rastî zehmetiyan tên û got: “Ev her du faktor ji bo her çalakiyeke dîjîtal bingehîn in. Wekî din, ev merc firehkirina xeleka xerîdaran û gihîştina bazarên nû zehmet dike, bi taybetî di bin siya rewşa aborî ya giran de ku bandorê li ser hêza kirînê ya gelek malbatan kiriye. Dahatûya ku ji van projeyan tê piranî ne aram e; dibe ku xwediyê projeyê di rojeke diyarkirî de firotin û qezencê bike lê di rojên din de nikaribe lêçûnên bingehîn jî dabîn bike.”
Ebrar Mistefa di wê baweriyê de ye ku astengî tenê bi destpêkirina projeyê bi dawî nabin, heta qonaxa aramiyê dirêj dibe û diyar dike ku ger mirov bikaribe berdewam bike dê mezin bibe û astengiyan derbas bike. Her wiha destnîşan dike ku her derfeteke aborî ya ku ji bo jinan li Yemenê heye, bi xwe re gelek astengiyan tîne, bi taybetî di warên kirrûbirra dîjîtal û firotina berheman a bi rêya înternetê de.
Astengiyên civakî û çîrokên têkçûna zû
Zehmetî tenê bi aliyên teknîkî û aborî ve sînordar nemane ber bi astengiyên civakî û çandî ve jî çûne ku şiyana hinek jinan ji bo mezinkirina karên wan sînordar dikin. Ebrar Mistefa diyar dike ku gelek jin tercîh dikin xeleka xerîdarên xwe sînordar bihêlin ji ber tirsê ku piştî xuyabûna di qada dîjîtal de rastî tacîzê yan bikaranîna bi awayê xirab a torên civakî bên.
Ebrar Mistefa piştrast dike ku gelek jinên ji bo peydakirina çavkaniyeke dahatê berê xwe dabûn bazirganî û kirrûbirra elektronîk, neçar mane di qonaxên destpêkê yên projeyên xwe de rawestin û wiha berdewam kir: “Ev yek ji ber têkeliya çend faktoran e ku ya herî berbiçav qutbûna elektrîkê, qelsiya înternetê û zirarên ji ber xirabûna berheman an astengbûna pêvajoyên kirrûbirrê çêdibin. Zehmetiya kirêkirina dikanên bazirganiyê dihêle ku piraniya jinan projeyên xwe ji hundirê malan bi rêve bibin; ev yek lêçûnan kêm dike lê belê astengiyên zêde yên têkildarî gihîştina xerîdaran û bidestxistina belavbûna pêwîst derdixe pêş.”
Valahiya dîjîtal astengiyan zêde dike
Astengiyên ku li pêşiya jinên Yemenî ne, tenê bi lawaziya binesaziyê ve sînordar nîn in lê belê valahiya dîjîtal a girêdayî derfetên gihîştina teknolojî û perwerdeyê jî di nav de ye. Gelek jin, bi taybetî li deverên gundewarî, hê jî di gihîştina xizmetên înternetê yên bi ewle de yan bidestxistina behreyên dîjîtal ên pêwîst ji bo ketina bazara kar a elektronîk de rastî zehmetiyan tên ku ev yek şiyana wan a sûdgirtina ji derfetên aboriya dîjîtal sînordar dike.
Tevî van astengiyan, hinek jinên Yemenî dikaribûn torên civakî veguherînin platformên ji bo kirrûbirr û firotina berhem û xizmetan ku bi riya projeyên li malê û xweperwerdekirina li ser înternetê derfet dîtin. Ev tecrube bûn alkar ku çavkaniyên dahatê ji bo malbatan peyda bibin û şiyana jinên Yemenî ya ji bo adaptasyona bi mercên giran re û afirandina çareseriyên alternatîf nîşan da da ku kar û hilberîna merhemên xwe ji malê berdewam bikin.
Lêkolînek ku li ser 101 jinên karsaz li Yemenê hatiye kirin, piştrast dike ku torên civakî di nava jinan de bûne amûreke berfireh û alîkariyeke mezin di bihêzkirina stratejiyên kirrûbirr, danasîn û ragihandina bazirganî de kirine ku ev yek potansiyela veşartî di vê bazarê de tevî astengiyên heyî nîşan dide.
Kesên ku bi karsaziyê re eleqedar dibin dibêjin ku berfirehkirina tevlêbûna jinan di aboriya dîjîtal de hewcehiya veberhênana di binesaziya ragihandin û enerjiyê de heye, li gel peydakirina bernameyên perwerdeyê yên pispor di warê kirrûbirra elektronîk, birêvebirina projeyan û bazirganiya dîjîtal de. Ew her wiha tekez dikin li ser girîngiya peydakirina fînansekirina biçûk û însiyatîfên piştgiriyê yên ku jinên xwedan projeyên nû armanc dikin, da ku alîkariya wan bike ku astengiyên yekem derbas bikin û projeyên xwe veguherînin çavkaniyên dahatiyê yên domdar.
Riyeke dirêj a ber bi ewlehiyê ve
Çalakvan Ebrar Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Avakirina projeyeke dîjîtal a serkeftî pêdivî bi dem, sebir û îmkanên darayî heye da ku alîkariya xwediyên projeyê bike ku berdewam bike.”
Tevî astengiyên teknîkî, aborî û civakî yên ku jinên Yemenî di qada dîjîtal de bi wan re rûbirû dimînin, gelek ji wan hê jî li teknolojiyê wekî pencereyeke girîng dinêrin da ku şert û mercên jiyana xwe baştir bikin û derfetên kar li hundirê malan biafirînin. Lê belê berfirehkirina tevlîbûna jinan di aboriya dîjîtal de hewceyî baştirkirina xizmetên înternetê û elektrîkê ye, li gel peydakirina bernameyên perwerde û piştgiriya darayî ku rê bide jinan projeyên xwe bi pêş bixin û wan veguherînin çavkaniyên dahatê yên domdar.
Di demeke ku cîhan ber bi aboriya dîjîtal ve diçe, wekî yek ji girîngtirîn motorên geşepêdanê û afirandina derfetên kar, jinên Yemenî, şerê xwe yê rojane berdewam dikin da ku hebûna xwe di vî warî de îsbat bikin, tevî rastiya ku bi qeyran û lawaziyan dagirtî ye.