Cotkarên Rojava dixwazin platforma ‘Şam Kaş’ bê betalkirin

Cotkar Îman Namo ya ku îro dest bi çinîna 20 donim cehê xwe dike, diyar kir ku ji bo stendina bedêla berhemên xwe û dayîna pereyan, bi platforma elektronîkî ya bi navê ‘Şam Kaş’ re rû bi rû dimîne û daxwaza betalkirina platformê kir.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Demsala çinînê li Rojava bi gelemperî her sal di nîvê yekem ê Hezîranê de dest pê dike. Ji ber ku herêm wekî sepeta xwarinê ya stratejîk a Sûriyeyê tê hesibandin. Du berhemên sereke yên ku tên çandin genim û ceh in. Lê îsal ji ber şewatên ku derdikevin, bi hezaran hektar genim û ceh ên cotkarên ku şev û roj avdidan, ked û xwêdan di ber de dan û hemû pereyên xwe li ser dan, şewitîn.

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyeyê di 21’ê Gulanê de platformek elektronîkî da destpêkirin. Armanca vê platformê, peydakirina genim ji cotkaran bo navendên wergirtinê ya birêkûpêk bû. Stendina randevûyek pêşwext a bi rêya platformê, bûye şertek ji bo kirîna berhemê ya ji cotkaran. Platform roj û demên diyarkirî ji bo wergirtina genim destnîşan dike û tevahiya pêvajoya peydakirinê bi prosedurên rezervasyona elektronîkî ya berê ve girê dide.

Îsal bi hezaran cotkar di nav du agirên dijwar de ne; şewata zeviyên wan û platforma “Şam Kaş” a elektronîkî.

Cotkar Îman Namo ya ku îsal 20 donim erdê xwe bi ceh çandiye, dest bi çinîna wê dike.

Îman ji ajansa me re çinîna ceh û zehmetiyên ku pêre rû bi rû tên, vedibêje.

Bar û berpirsyariya cotkaran bi platforma “Şam Kaş” a elektronîkî girantir dikin

Îman ragihand ku wê îsal 20 donim zêrê zer ango ceh çandiye lê di heman demê de bal kişand ser zehmetiyên ku îro pê re rû bi rû dimînin. Îman wiha got: “Me îsal gelek zehmetî kişandin, lê ya herî zehmet, derxistina platforma ‘Şam Kaş’ a elektronîkî ye. Hin cotkar wê heta meha 9-12 jî li benda dora xwe bimînin. Piştî ewqas mesrefa li ser erdan, ked, xwêdan û zehmetiyên peydakirina sotemeniyê û avê, barê cotkaran bi platformê girantir dikin.”

Piştî bendewariya stendina keda salekê zehmetiyên aborî yên nû bo cotkaran

Îman bi pirsa ku gelo heta heyva 9-12 wê cotkar çi bikin û çi bixwin? tengasiyên ku cotkar dijîn wiha anîn ziman: “Çimkî bi vî awayî dora wan pir bi derengî dikeve û zehmetiyên din yên aborî dide avakirin. Piştî bendemayîna berhema salekê ji kedê, rûbirûna zehmetiyên ku kes nas nake û hîs nake ji cotkar pêve, derengxistina dora wan jî bêwîjdanî ye. Berovajî rewşa berê, hêsantir bû û cotkar gelek rihet berhem vediguhestin navendên wergirtina genim û di zûtirîn dem de jî pereyên xwe jî digirtin. Îsal bilindbûna buhayên sotemenî, ceh, genim û ketina nirxê lîreya Sûriyeyê beramberî dolar jî hebû. Wê cotkar çi bike di vê rewşê de?”

Ji cotkarekê bo hikûmeta demkî daxwaza betalkirina ‘Şam Kaş

Îman axaftina xwe bi vê daxwaza ku ji hikûmeta demkî û Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyeyê dike, domand: “Pêwîst e ku hemû cotkar û gel jî li dijî domandina platformê derkevin. Ez wek cotkarekê ji hikûmeta demkî dixwazim ku platforma ‘Şam Kaş’ a elektronîkî betal bikin û tengasiyên me cotkaran, di ber çav re derbas bikin.”

Bi çek û rext gav bi gav bi patosê re çinîna cehê xwe dişopîne û diparêze

Îman a ku ev demek e xwe bi çek û rext kiriye û zeviyên xwe yên ceh diparêze, wiha got: “Her gund ne bi ewle ye. Pêwîst e ku em destpêkê wek jin û paşê cotkar jî xwe û zeviyên xwe, ji şane û kesên ku xirabiyê dikin, biparêzin. Ji ber di rojên borî de gelek zeviyên cotkaran li aliyê bajarê Zirgan û Til Temir şewitîn û yê ku agir pê xist jî, dagirkeriya Tirk û kesên nenas bûn. Ji bo wê îro erkê me ye ku em derkevin û erdên xwe biparêzin, heta ku em demsala çinînê bixêr bidawî bikin. Divê cotkar tev xwedî li keda xwe ya salê bi hebûna xwe ya di nav zeviyan de derkevin. Her wiha gav bi gav bi patosê re genim û cehên xwe biçînin.”