Jinên Suweydayê: Tohmetên Captagonê siyasî û bê bingeh in

Tohmetên Tom Barrack ên li ser kargehên Captagonê li Suweydayê ji aliyê rêveberî û şêniyên bajêr ve hatin şermezarkirin û wekî derewên bêbingeh hatin binavkirin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Daxuyaniyên ku ji aliyê nûnerê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê Tom Barrack ve hatine dayîn der barê hebûna kargehên derman û Captagonê li Suweydayê de, di nav niştecihên bajêr de bûn sedema nerazîbûnan. Niştecihan van gotinan wekî tohmetên derew û tehrîfkirina dîrok, çand û mîrateya civakî ya Suweydayê red nirxandin.

Di bersiva ji bo van daxuyaniyan de, hat gotin ku "Rêveberiya Başanê" ya nûnertiya hikûmeta herêmî ya li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê dike, bi riya nivîsgeha xwe ya çapemeniyê daxuyaniyek fermî daye, derew û tohmetên bêbingeh ên di daxuyaniyên dawî yên Tom Barrack de hatin şermezarkirin.

Bajar bi çan û hunera xwe tê nasîn

Xeda El-Feqiye diyar kir ku şêniyên Suweydayê îdiayên; ‘tevahiya civakê bi madeyên hişbir ve girêdayî ye’ red dikin û tekez kir ku bajar bi çand û hunera xwe tê nasîn. Her wiha got ku ji ber hebûna hinek bûyerên takekesî nabe tohmetek wiha li ser tevahiya civakê were kirin.

Şêniya Suweydayê Sulaf Melek jî piştrast kir ku wê îdiayên kargehên Captagon li Suweydayê red kirine û diyar kir ku ew tawanbarkirinên bê bingeh in. Da zanîn ku van hincetên bê bingeh derfet didin hikûmeta demkî ku bi hinceta "têkoşîna li dijî madeyên hişber" bikeve herêmê.

Şêniyên Suweydayê ji bo têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişbir kampanyayên hişyarkirinê dan destpêkirin, ji ber ku ev diyarde li deverên cuda yên welat ji dema rejîma Baasê ve xirabtir bûye.

Daxuyaniyên Tom Barrack li dijî rastiyê ne

Raja Mahasen jî rexne li daxuyaniyên Tom Barrack kir û destnîşan kir ku wî berê serdana Suweydayê kiribû, şert û mercên heyî û êşa mirovan di dema komkujiyên Tîrmeha 2025’an de ji nêz ve dîtibû lê nêrînên wî yên paşê bi tevahî ji yên ku wî dîtibûn cuda bûn.

Her wiha pirsa; “di bin dorpêça li ser bajêr didome de tora kîmyewî (narkotîk) çawa gihîştiye wê derê” kir û got ku qet guman nîn e ji bo reşkirinê tiştên wiha tên gotin û armanc ew e mudaxele li ser bajar çêbibe.

Raja Mahasen aliyên siyasî yên li pişt van helwestan şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî her êrîşa li ser sembolên olî li Suweydayê ku weke keleha dengê civakê bi nav kir derkeve.