Bi zêdebûna gotinên nefretê jin dibin hedef
Bi bandora gotinên nefret û sorkirinê di qada dîjîtal de, her diçe asta êrîşan dijwartir dibe. Ev rewş bi taybetî jinan, tîne rewşeke wisa ku wan bêdeng bike, hebûna wan di qada giştî de qels bike û li dijî kampanyayên şantajê bê parastin dihêle.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Bi zêdebûna bi lez a bikaranîna amûrên ragihandina dîjîtal re, algorîtmayên platformên dîjîtal, teşe didin raya giştî û ji ber naverokên ku her roj bikarhêner digihîjin wan bandora wan zêde dibe. Bi taybetî naverokên bi hêrs û şokdar, li gorî yên din zêdetir bandorê çêdikin û belav dibin.
Di vê çarçoveyê de, rojnameger û akademîsyen Şam Neffaa, diyar dike ku di vê sala dawî de di medyayê de gotinên nefretê bi awayê ku heta niha nehatibin dîtin zêde bûne.
Naverok dibin sedema sorkirinê
Li gorî Şam Neffaa naverokên şokdar, bi şîdet an jî bi nîqaş piranî di nava civakê de zêdetir belav dibin. Sedema vê yekê, ew e ku platformên dîjîtal helwestên bikarhêneran analîz dikin, ji cihê ku bikarhêner dinêrin an jî naverokên ku bandorê çêdikin zêdetir nîşan didin wisa hatine eyarkirin ku zêdetir nîşan didin. Mirov bi xwezayî bi naverokên ku tirs, hêrs, gef an jî hestên aydiyetê dixin tevgerê zêdetir dikevin tevgerê. Ev yek jî dibe sedem ku gotinên nefretê bi lez belav bibin.
Her wiha balê dikşîne ku kesek bi hêrs li gorî kesa bi aram zêdetir şîrove dike. Ji ber vê yekê parvekirinên bi nîqaş an jî sorkirinê zêdetir bandorê çêdikin û algorîtma careke din van naverokan derdixin pêş, dibe sedem ku zûtir belav bibe. Her çendî armanca platforman rasterast belavkirina gotinên nefretê nebe jî; naverokên “trend in” xelat dike, naveroka trend jî gelek caran bikarhênran provoke dikin.
‘Jin dem bi dem weke amûrên kişkişandinê tên bikaranîn’
Şam Neffaa, diyar dike ku gotinên nefretê tenê bi sorkirina li dijî hinek koman bi sînor nîn e di heman demê de, gotinên li ser bingeha zayenda civakî jî digre nava xwe û ev yek di civakên Ereb de belavtir e. Şam Naffaa vê yekê bi rewşa jinan a di nava pergala civakî û çandî ve girê dide, dibêje ku jin dem bi dem, weke amûrên sorkirinê tên bikaranîn, ev yek jî wan bi hêsanî dike hedefa reşkirin, gef û şantaja sîber û wiha dibêje: “Jinên ku di warê sivîl, siyasî yan jî medyayê de çalak in, zêdetir dibin hedefa kampanyayên onlaine ên ku rûmet û itibara wan hedef digrin. Armanc bi van kampanyayan ew e ku wan ji qada giştî bidin kişandin an jî rolên wan bi sînor bikin. Nîqaşa li ser van parvekirinan an jî parvekirina bi armanca parastina wan bi xwe jî zêdetir dibe sedem ku belav bibin.”
Jinên ku bûyerên li Suweydayê vegotin û belge kirin rastî kampanyayên reşkirinê hatin
Şam Neffaa, bûyerên di Tîrmeha 2025’an de li Suwedayê qewimîne mînak nîşan dide. Diyar dike ku gelek jinên binpêkirinan vegotine yan jî belge kirine, rastî kampanyayên reşkirin şantaj û gefê hatine, bi vê yekê xwestine dengê wan bidin birîn û wan ji rolên civakî dûr bixin. Her wiha diyar dike ku beramberî vê asta zanîna civakî li Suweydayê baş e, dibe destek ji jinan re û nahêlin ev kampanya veguherin amûra zextê.
Şam Naffaa balê dikşîne ku ewlehiya civakî ya rastîn, bi piştgiriya ku ji bo jinên rastî êrîşan hatine bi sînor nîn e, di heman demê de divê ku jin bê tirsa kampanyayên reşkirinê yan jî gotinên nefretê dikarin bi azadî rola xwe bilîzin.
Divê ku algoritma li gorî mekanîzmayên xebatê ji nû ve werin nirxandin
Şam Neffaa, ji bo çareseriyên muhtemel jî pêşniyar dike ku divê algorîtma li gorî mekanîzmayên xebatê ji nû ve werin nirxandin, ne tenê li gorî asta belavbûnê, li gorî hêjahiya naverokê werin nirxandin û wiha got: “Divê ku şirketên medyaya dîjîtal birêve dibin zêdetir werin kontrolkirin û hesab ji wan were pirsîn. Ev yek ji bo zelalî û parastina bikarhêneran pir girîng e.” Şam Neffaa her wiha balê dikşîne ser medya û girîngiya xwendin û nivîsandina bi riya dîjîtal.
Her wiha diyar dike ku dema bikarhêner xwezaya van naverokan û armancên wan ên sorkirinê fam bikin dê bikaribin bertekên xwe kontrol bikin û xwe bi naverokên ku dibin sedema hêrsê re bernedin.
Rojnameger û akademisyen Şam Neffaa, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Desetkdayîna naverokên baş û çêbûna hişmendiyê, di têkoşîna bi gotinên nefretê re û di pêşîgirtina belavbûna di medyaya dîjîtal de yek ji çareseriyên herî girîng e.”