Koçberek Serêkaniyê: Bila hikûmet sûcdaran ceza bike û tezmînat bide me

Henîfe Mihemed piştî peymanê vegeriya gundê xwe Qasimiyê, lê di şûna mala xwe de, rastî xirbeyek hat. Henîfa dibêje ku “Divê hikûmeta demkî û rêxistinên navneteweyî tezmînatê bidin koçberên malên wan bi temamî wêran bûne.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Piştî peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD û Şamê de hat çêkirin, çeteyên ser bi dewleta Tirk ve ji hejmarek gundên Til Temirê vekişiyan. Ev bû derfet ku vê biharê koçberên gundê Qasimiyê ku 7 km li rojavayê bajarê Til Temira Rojavayê Kurdistanê ye, serdana gund û malên xwe bikin.

Henîfa Mihemed jî mîna gelek koçberan, piştî 7 salan serdana gundê xwe kir û berê xwe da mala xwe lê, matmayî bû. Wêraniya malê ya bi temamî, di dilê wê de xemgiyek mezintir çêkir û vegera wê ya gund jî zehmetir kir. Ev vegera wê ya yekem bû ji dema ku di dawiya sala 2019’an de ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên derdora wê, koçber bûbû.

Bi wêne û dîmenan wêraniya mala xwe belge kir. Nîşan da ku ev wêranî binpêkirineke zagonên mafên mirovan a navneteweyî ye. Xwest ku li gor wê sûcan bên cezakirin û hikûmet an jî dewleta ku ev şer û bûyer lê çêbûye, tezmînata wê bide malbatan. Henîfaya ku kêlî bi kêlî prose û qonaxa vegera koçberên Serêkaniyê dişopîne, ji ajansa me re astengiyên li pêşiya vegera wê û daxwazên wê yên ji bo aliyên pêwindîdar, vegot.

Di 7 salên koçberiyê de 7 malên kirê

Henîfa di destpêkê de got ku di rêya koçberiyê de li gelek bajar û gundan geriyane û wiha dewam kir: “Rojekê ji rojan çeteyên dagirkeriya Tirk êrîşê Qasimiyê kirin, em jin û zarok derketin, mêran xwe biçek kirin û li wir man ku gund biparêzin. Ji tirsa ku bikevin nav lepê çeteyan, jin bi cilê li ser wan bi tenê ji gund hatin derxistin. Di 7 salên koçberiyê de me 7 malên bi kirê li nav Til Temir û Hesekê guhertin. Koçberî zor e û koçber li ku be jî ger ne li ser axa xwe be, dîsa koçber dimîne. Ji lewra zirar li zarokên me jî bû ku ji domandina xwendinê bêpar man.”

Êrîşa dagirkeriya Tirk ne pêkenokek bû ku mirov xwe li ber bigre!

Henîfa got ku êrîşa dagirkeriya Tirk ne pêkenokek bû ku mirov xwe li ber bigre û da zanîn ku koçberiya wan ne ji ber şerê du êlan bû, bi qasî ku şerê di navbera du çandan û du jiyanan de bû. Henîfa wiha domand: “Wê demê mêr li gund mabûn. Di dema ku li benda xwarina xwe ne ku piştî nobedariyê gepek nan bixwin, dibînin ku erebeyên çeteyan ku alên reş li ser erebeyên wan dihejin û bi banga Allah û Ekber ber bi gund ve tên. Wê demê her du mêran xwe li ser motorsiklêtekî kir û berê xwe dan bajar. Ew derketina dawî bû.”

‘Min ji bilî dîwarek, tiştekî din ji mala xwe nedît

Henîfaya ku piştî 7 salan yekem car derfet dibîne û bi zarok û dostên xwe re diçe gund, wiha behsa wêraniya ku bi çavên xwe dîtî û bi wêneyan belge kirî dike: “Hemû mal wêran bûne, hin malên bi ban mane, lê piraniya malên gund bi temamî wêranbûyî ne. Li ser rêya gund rawestiyam. Min ji dûrî ve lê nihêrt, min ji bilî dîwarek, tiştekî din ji mala xwe nedît. Ji mala me tenê dîwarek li ser piyan maye ku şahidî ji asta hovîtî û wêraniyê re kiriye. Min xwest serdana miriyên me yê di goristanê de bikim, lê ji mayînan me nediwêrî nêz bibin. Li ber dîwar rawestiyam, min bîranînên berê anî bîra xwe û giriyam. Lê min hêza xwe komî ser hev kir û gera li nav mala ku bûye ax, domand. Çeteyan mala me tevî alav û amûrên di nav de, bi tirêksê ji binî ve rakirine û ji xwe re kirine satirekî axê. Tê bîra min! Me odeyek xwe ji 2 hezar û 500 bilokan ava kiribû, bilokek tenê dîsa nemaye.”

Malên bê hesin derî û pencere û gundê mayînkirî

Henîfa got ku malên bi derî, pencere û beşt nemane û wiha qala wêraniya ked û jiyana koçberan a ji hêla çeteyan ve kir: “Bi kompresorên betonê malan şikandine û hesinên wê dizîne, hemû beştên malên ji axê jî dizîne û mal bi giştî jî wêranbûnek mezin dijî. Lê heta em gihîştin gund, me gelek zehmetî derbas kir. Em ji kanala avdanê derbas bûn da ku bighîjin gund, me nedikarî pireyê bikar bînin, ji ber ku bi sê mayînên erdê mayînkirî bû.”

Ji bo ewlehiya vegerê çend daxwaz

Henîfa çend daxwazên xwe ji bo ewlehiya vegerê bi van gotinan anî ziman: “Em ê vegerin ku û çi! Heta ku gund ji mayînan neyê paqijkirin, wê xeteriya vegerê her lidar be. Ji ber ku gund ji şînkayiyê û sitriyan veguheriye daristanê, mal malan nabînin, heta ku mirov di nav de mirovan bibînin. Divê ku tîmên endezyariya mayînan werin mayînan rakin û bêbandor bikin. Pêwîst e satirên axê werin rakirin, ji ber wiha bimîne, mal malan nabîne.”

‘Bila ji bo van malbatan tezmînat dayîn

Henîfa balkişand ser koçberên ku mîna wê ne, yên ku malên wan bi temamî wêran bûye û ji hikûmeta demkî û aliyên ku li ser vegera koçberan dixebitin, daxwazek cidî kir. Henîfa daxwazên xwe wiha anîn ziman: “Divê hikûmeta demkî an jî aliyên li ser vegera koçberan dixebitin, tezmînatê bidin me. Ji bo ku em vegerin, du odeyan ava bikin û zarokên xwe ji kelekela havînê û seqema zivistanê biparêzin. Em avahî û qesran naxwazin. Bê tezmînat em ê nikaribin vegerên gundê xwe. Heta ku rewşa me wekî rewşek taybet neyê destgirtin û li ser nîqaş çênebe, wê vegera me nepêkan be û hewldanên vegera koçberan nîvco û bêdadwerî bimîne. An jî em ê vegerin ku û li ser çi? Wê siya dîwarekî ji axê me û zarokên me ji germa havînê û barana zivistanê neparêze. Ger banekî mala min bima, ezê di bin wê de bijiyam, lê ew jî tune û rewşa me ya aborî nabe alîkar ku em vegerin û ji nû ve ava bikin. Madem hikûmeêt xwe kiriye hikûmet, divê tezmînatan bidin me, da ku em ava bikin.”