"Bi siyaseta birçîkirinê dixwazin vîna me bişkînin"

Jinên taxa Şêx Meqsûd diyar kirin ku rejîma Sûriyê dorpêç daniya ser taxa wan û nahêle ard têkeve taxê û gotin: “Ji ber dorpêçê bi hezaran şênî birçî mane. Bi her awayî ser me de hatin nekarîn, niha jî bi qutkirina pêdiviyên jiyanê şerê me dikin."

Heleb- Ji 13'ê Adarê ve taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin. Nan di ambaran de nemaye û ev yek dihêle ku bi hezaran şênî bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin. Ji bilî dorpêçê welatî gelek zehmetiyên din jî dikşînin. Her wiha dema ku di bendên kontirolê re derbas dibin rastî gelek astengiyan tên. Jinên taxa Şêx Meqsûd di der barê qedexekirina rejîma Sûriyê daniyî ser taxê û nahêle ne nan ne jî ard têkeve taxê de ji me re axivîn.

"Ji ber dorpêçê em ji her alî ve bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin"

Siltana Mihemed anî ziman ku ambargo buhayê kel û pelan zêde dike û wiha domand: "Em gelek zehmetiyan dikşînin ji aliyê peydakirina nan ji ber ku rejîma Sûriyê nahêle ku madeya ard derbasê taxê bibe. Ji ber buhayan gelek kes birçî dimînin û ev yek jî dibe sedem ku di nav gel de nexweşî zêde bibin. Ger mirovek nexweş bikeve wê ji bo peydakirina derman gelek zehmetiyan bikşîne. Ji bo ku mirov bijî xwarin hêmaneke sereke ye. Bi her cureyê êrîşî me kirin niha jî bi qutkirina pêdiviyên jiyanê şerê me dikin. Yên ku herî zêde zehmetiyan ji ber dorpêçê dikşînin jin û zarokin. Rejîma Sûriyê dibêje ku Kurd parçebûnê dixwazin, em neparçebûnê wekheviyê dixwazin. Em bang li hemû aliyên pewendîdar dikin ku çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin û dorpêç li ser texên me bê rakirin."

"Bi birçîkirinê dixwazin îradeya me bişkînin"

Emîna Şêxo jî diyar kir ku tişta herî zêde bandor li gel kiriye nepeydakirina nan e û wiha lê zêde kir: "Bi siyaseta birçîkirinê dixwazin îradeya me bişkînin. Dema ku mirov ji pêdeviyên sereke yên jiyanê mehrûm dibe wê dema jiyan pir dijwar û zehmet dibe. Şerê birçîkirinê şerê herî giran e ji ber ku mirov nikare bê xwarin bijî. Em bang li rejîma Sûriyê dikin ku vê dorpêçê li ser taxên me rake."

"Em ji rejîma Sûriyê daxwaz dikin ku dorpêçê li ser me rake"

Sîham Îsmaîl jî got ku bi derbasnekirina ard dixwazin aramî û ewlehiya taxê têk bibin û wiha berdewam kir: "Taxa me xwedî cihekî stratejîk e ji ber ku dikeve hundirê navenda bajarê Helebê. Em jî beşek ji xaka Sûriyê ne em ji ti welatên din nehatine. Dema ku em di bendên kontirolê re jî derbas dibin em rastî gelek astengiyan tên. Em ji rejîma Sûriyê daxwaz dikin ku dorpêçê li ser me rake û bihêlin ku pêdeviyên sereke yên jiyanê derbasî taxên me bibin."