Bi projeya xwe ya taybet li hemberî şer û dorpêça li Teiz disekine
Jina Yemenî Îman El-Erîqî bi veguherandina şiyana xwe ya çêkirina xwarinê ji bo projeyeke aborî, bûye mînaka serkeftinê. Tevî şert û mercên şer û astengiyên civakî, daxwaza xwe pêk anî bû sembola jiyan û afirandina derfetan.
REHME ŞANZÛR
Yemen – Îman El-Erîqî ya 49 salî ku niha xwedî yek ji qehwexaneyên naskirî yên bajarê Teizê yê li başûrê rojavayê Yemenê ye, di destpêkê de nedifikirî ku wê rojek bibe xwedî projeyeke taybet. Her tişt bi jêhatîbûna wê ya çêkirina xwarinê û hezkirina wê ya vî karî dest pê kir. Lê piştî demekê biryar da ku vê jêhatîbûnê veguherîne çavkaniyeke derfetê û projeyeke ku serxwebûna wê ya aborî misoger bike.
Îman El-Erîqî ku di warê perwerdekirina çêkirina xwarinên malê û berhemên xwarinê de perwerdekar e, xwedî projeya “Mazajan Cafe” ye, rêwîtiya xwe ji malê destpê kir. Ji bo endamên malbata xwe xwarinê amade dikir û her dem pesnê tama xwarinên wê û kalîteya wan dihat kirin.
Îman El-Erîqî dibêje ku ew ezmûn bûye xala veguherînê di jiyana wê ya pîşeyî de. Piştî wê çalakiyê, ji aliyê kesên ku wê nas kiribûn ve pêşniyar û daxwazên kar ji wê re hatine kirin. Bi vî awayî, têkiliyên wê bi xerîdarên xwe re berfireh bûne.
Diyar dike ku bi firehbûna çalakiya xwe ya aborî re, tevlî Odeya Bazirganî bûye her wiha bûye endam. Her wiha dest bi beşdarbûna bernameyên perwerde û xurtkirina şiyana jinên karsaz kiriye. Ev yek bûye sedem ku tora têkiliyên xwe yên pîşeyî ava bike û projeya xwe berfireh bike.
Ji metbexa malê ber bi vekirina qehwexaneyê ve
Îman diyar dike ku bi xebata li malê bi sînor nemaye biryar daye ku derbasî qonaxeke nû bibe û wiha dibêje: “Min xwaringeheke biçûk bi navê “House Food” li nêzî mala xwe vekir û ji bo pêkanîna daxwazan û dabînkirina xwarinên amade, çend karker girtin. Armanca min tenê vekirina xwaringehê nebû. Min dixwest cihekî ava bikim ku xerîdar tê de werin ba hev û projeya wê di nava civakê de xwedî hebûneke berfirehtir be. Di heman demê de, ji bo girtina alîkariyeke aborî serî li ajansa “SEMS” da. Bi vê yekê hinek amûr û alavên pêwîst ji bo pêşxistina projeya xwe min peyda kir û di encamê de projeya “Mazajan Café” ket meriyetê.”
Projeyeke li hemberî şer û nêrîna civakê
Vekirina qehwexaneyek li bajarê Teizê di salên şer de ji bo jinên ku dixwestin di warê bazirganî de bixebitin, biryareke hêsan nebû. Bi taybetî di civakeke ku hê hîn nebibû jinan di rêvebirina projeyên ku gelek xerîdar pêşwazî dikin de bibîne.
Îman El-Erîqî dibêje ku wê di sala duyemîn a destpêkirina şer de dest bi projeya xwe kiriye û wiha didomîne: “Wê demê bajar di bin topbaran, dorpêç û nebûna pêdiviyên jiyanê de bû. Ne cereyan hebû ne av. Astengî tenê ji aliyê aborî ve nebûn, di heman demê de civakî jî bûn. Kesên derdorê pir caran dipirsîn, digotin dê projeyeke ku jin birêve dibe, di bajarekî dorpêçkirî û bê pêdiviyên bingehîn serkeftî be yan na.”
Îman wê qonaxê bi bîr tîne û dibêje ku di wê demê de hejmara jinên li Teizê xwedî projeyên bazirganî bûn pir kêm bûye hejmara wan nêzî çar an pênc jinên naskirî bûye. Ji ber vê yekê, vekirina qehwexaneyek ji aliyê çapemeniyê ve bûye bûyereke balkêş û medyayên herêmî û Erebî bala xwe dane ser.
‘Mazajan Café veguherî cihekî xwendin û parastinê’
Mazajan Cafe ne tenê cihê xwarin û vexwarinan e, di hinek qonaxên zêdebûna şer û topbaranê de veguherî cihekî demkî yê parastinê ji bo sivîl û xwendekaran ku li cihêkî ewle digeriyan.
Îman El-Erîqî destnîşan dike ku di wê demê de gelek bûyerên dijwar li qehwexaneyê rû dane. Hinek kesên ku ji kolan û zanîngehên nêzîk direviyan, di dema topbaranê de xwe di hundirê qehwexaneyê de diparastin û wiha pêl da gotinên xwe: “Ev rewş bû sedem ku gelek dezgehên ragihandinê û kanalên televîzyonê, di nav de kanalên Erebî û Tûnisî jî hebûn, serdana vê derê bikin û ezmûna projeyeke jinan ku tevî şer xebata xwe didomîne belge bikin. Wê demê bi gelek tirs û astengiyan derbas bû. Bi taybetî ji ber nêrîna civakê ya ku hebûna jinan di rêvebirina qehwexaneyek û têkiliya wê ya rasterast bi xerîdaran re bi hêsanî qebûl nedikirin de.”
Ji derbasbûna astengiyên destpêkê heta hêzdayîna jinên din
Îman El-Erîqî bawer dike ku piştî çend salên xebatê, nêrîna civakê ya li hemberî jinên xwedî projeyan guheriye. Bi zêdebûna destpêşxerî û bernameyên ku piştgirî didin jinan û wan di warê aborî de xurt dikin. Her wiha bi derketina projeyên jinan di warên cuda de, rewş jî gav bi gav guheriye.
Ji bo Îman rêwîtiya wê ne tenê hewldaneke ji bo avakirina projeyeke bazirganî û bidestxistina derfetek bû, di heman demê de ezmûneke ji bo îsbatkirina şiyana jinan a xebatê, hilberandin û afirandina derfetan bû.
Îman El-Erîqî ji metbexeke malê ya bi îmkanên sînordar dest pê kir, paşê xwaringeheke biçûk vekir û di dawiyê de gihîşt merheleya avakirina qehwexaneyeke ku tevî hemû êş û zehmetiyên şer, hê jî li bajarekî ku ji ber şer westiyaye, xebata xwe didomîne.
Ew bi îradeya xwe dikaribû riyeke pîşeyî ava bike, ji sînorên heyî derbas bibe û bi xwarinên ku di destpêkê de tenê ji bo malbatê amade dikir, ber bi projeyeke ku xwedî armanc û hêviyên mezin ve ye biçe.
Çîroka wê yek ji wan çîrokên jinên Yemenî ye ku nexwestin li hemberî şert û mercên şer serî bitewînin, bi şiyan û îradeya xwe li hemberî wan sekinîn û tiştê ku di destpêkê de tenê jêhatîbûneke malê bû, veguherandin derfeteke ji bo xebatê, serxwebûna aborî û îlham dan jinên din.