Bi hêviyên serkeftinê em ê 8’ê Adarê pêşwazî bikin

Ji ber sedemên êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wî li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi sed hezaran şênî ji ser axa xwe koçber bûn. Gelek jin hatin kuştin, revandin û tundî, komkujî li wan hat kirin. Niha jî mal û milkên welatiyan ji aliyê dagirkeran ve hatine talankirin û rûxandin.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di 9´ê Cotmeha sala 2019´an de dewleta tirk û çeteyên wî êrîşî Kantona Girê Spî, Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êrîşên dagirkeriyê bênavber li ser van herêman û li ser navçeya Eyn Îsa û Til Temirê jî didomin. Gelê herêmê ji ber êrîşan neçar man ku ji malên xwe derkevin û li deverên cuda yên bi ewle bi cih bibin. Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya Meclisa sivîl a bajarê Reqqayê ji malbatên koçberan re kampeke bi navê kampa koçberên Girê Spî li navçeya Til Semin ava kirin. Ev kamp 20 kîlometreyan dûrî navçeya Eyn Isa ye û 40 kîlometre nêzî bajarê Reqayê ye. Erdîngariya kampê nêzî 1100 hiktar e di kampê de 700 malbat bi cih bûne. Kamp di 1’ê Mijdara 2019’an de hatiye avakirin, ji bo zarok ji xwendinê bêpar nemînin Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) dibistan bi zimanê Kurdî û erebî vekirin. 
Piştî dagirkeriya van bajaran bi hezaran welatî neçarî koçberiyê bûne. Kampa heyî ji ber têra hejimara wan nedikir, pêwîstî hat dîtin ku kamp hinekî din were firehkirin. Li gorî derfetan alîkarî li koçberan tê belavkrin. Pergala civaka demokratîk ku beriya dagirkeriyê li Kantona Girê Spî dihat meşandin, îro jî li kampê heman pergala demokratîk tê meşandin. Li gor vê pergalê navenda Kongreya Star, Mala Jin, Rêxistana Sara ya li Dijî Tundiya ser Jinê, li kampê hatin vekirin û dengê her du zayendan wekî hev li vê deverê tê bihîstin.
Jinên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî bi darê zorê ji malên xwe koçberî kampê bûne hestên xwe ji bo roja 8’ê Adarê û bertekên xwe li dijî desthilatdariyê ji me re anîn ziman.
Her kêliya jiyanê li benda vegerê ne
Dewleta Tirk û çeteyên wî bi hezaran jin û zarok qetil kirin, di nava şeran de yê herî zêde azar û êşan dibîne jin û zarok in, li pêşiya çavên dayikan zarok tên kuştin û windakirin. Salîha Ehmed Etman 8'ê Adarê Roja jinan a Cîhanî li tevahî jinan û di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha domand: “Ev du sal in em bênavber li vê kampê li ber xwe didin. Li vir jiyan naşibe war û mala mirovan. Her çendî em ji ber êrîşên dewleta Tirk hatibin van deveran jî dîsa ji wan êrîşan xilas nebûne. Bû du sal êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Eyn Îsa û gundewarên wî didomin. Em jin li her derê bi rihê serhildanê roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Ger îro em bi wêrekiyek mezin li vir dijîn, divê em hemû jinên pêkhateyên cuda yên li vir, bi hev re vê rojê, bi rengekî berxwedêr pîroz bikin. Em her roj bi hêviya vegera malên xwe dijîn. Ger rojek jî ji temenê min mabe, ez ê vegerim. Bila dagirker kêfxweş nebin wê armanca wan têk biçe. Ev ax a me ye û hemû pêkhateyên vî welatî, wê bi hev re li ser vê xakê bijîn. Her kes baş dizane dewleta tirk dijiminatiya jinan dike û di her êrîşî de vîna jinan dike armanca komkujiyan. Em şer naxwazin em aştiyê dixwazin, azadiya me bi azadiya Rêber Apo misoger dibe.”
Domandina xeta jinên berxwedêr
Armanca êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku herêmê dagir bike û projeya neteweya demokratîk ji holê rake. Emel Abdullah ji pêkhateya Ereb e û li kampa Til Semin dijî wiha behsa roja jinan a cîhanî dike: “Ez Roja Jinan a Cîhanî pîroz dikim, jinan li beramberî hişmendiya dewletan serî hildaye, têkoşîn û berxwedanî daye maşandin. Îro em koçberên Girê Spî xeta jinên berxwedêr dişopînin. Sekina me jinan a li van deveran bi xwe bersiveke li dijî êrîşan e û bersiveke bi heybet a ji bo 8’ê Adarê ye. Em ê bi vîna serhildêr li dijî her cure êrîş û desthilatdaran bisekinin. Em ji doza xwe bawer in û tu carî gav paşve navêjin.”