Bermahiyên şer û hawirdorê di destê jinan de vediguhere çavkaniya debarê

Jinên ku li bajarê Idlibê ya dagirkirî di bin şert û mercên aborî yên zehmet de dijîn, bermahiyên şer û hawirdorê vediguherînin berhemên hunerî û dahata aborî bi dest dixin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib- Jinên ku li İdliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên HTS’ê de hewl didin di nava şer û pevçûnan de jiyana xwe berdewam bikin, her wiha di van şert û mercên zehmet de jî hewl didin serxwebûna aborî bi dest bixin û debara pêkbînin. Hinek jinan bermahiyên şer û hawirdorê bi destdayînên estetîk veguherînin berhemên hunerî, hin jin jî bi firotina mûmên bi şewazên cûrbecûr dikin, dahata xwe ya aborî bi dest dixin.

Her cure bermahiyan komdike

Baraa Al-Salloum a 26 salî ya ji bajarokê Mardîkh ê li başûrê Idlibê ji cih û warên xwe bû, kîsikên plastîk, karton û her cure bermahiyên li kêleka rê komdike û vediguherîne berhemên hunerî. Baraa Al-Salloum, wiha got: "Ev xebat, bû sedem ku ez bênhtengiya xwe derbas bikim. Tu tiştekî ku ez bikim tunebû û destpêkirina xebatek bivî awayî ji bo min girîng bû. Malzemeyên bingehîn ên ez dixebitim ji malzemeyên ahşap, karton, qumaşên zêde, morî, hirî yên hesan, nayên bikaranîn û ji çopê re tên avêtin pêkte. Ez bermahiyên hawirdorê vediguherînim sepetên kulîlk, keştî û tabloyan.”

Dixwaze berhemên xwe pêşkeş bike

Abeer Al-Sabaa ya 22 salî ya ji bajarê Seraqib koçî Kampa Al Ataa ya li bajarê Kefer Takharîm kir, diyar kir ji ber şert û mercên aborî ji xwe re derfetek kar bike di mijara vezîvirandinê de bû pispor. Abeer Al-Sabaa, wiha got: “Ez xwendekarê zanîngehê me û lêçûnên min çêdibin. Ji ber vê yekê di qada veguherandina berhamiyan zêde ya berhemên cûrbecûr de dixebitim. Ez eleqe nîşanî hunerê didim û ez dixwazim bibim xwedî cîhek berhemên xwe pêşkeş bikin. Ez dixwazim ji bo lêçûnên xwe yên rojanê zêde pêkbinim, dahatek min hebe.

'Jin dikarin aştiyê bînin'

Rabiaa Al-Matar a 33 salî ya ji bajarê Maeret El-Numan koçî bajarê Idlibê kir, bermahiyên şer ên wek gule û mûşekan kom dike û wiha got, "Piştî ku hevjînê min ji ber perçeya şarapnel jiyana xwe ji dest da, min biryar da ku bermahiyên şer ji bo vezîvirandinê bikar bînim. Ez bermahiyên şer ên li her derê mirin û teror belav dike, di laşên mirovan de bandorên kujer dihelê komdikim û vediguherînin berheman. Min biryar da bi van xebatan peyama wêranî û mirinê biguherim. Ez dixwazim bi xebatên çêdikim re peyama jin ji bermahiyên şer dikarin aştiyê binîn bidim.”

Bi firotina mûman debara xwe dike

Marah Al-Abdo ya 33 salî ya ji bajarê Armanaz ê li bakurê Idlibê jî, wiha axivî: "Ez mûmên perçeyên hunerî yên ku wek kel ûpelek xemlandin û diyarîkirin tên bikaranîn, bi şêweyên cuda çêdikim û bala hejmareke zêde dikşînim. Mûm bi hêsanî dubare tên vegerandin. her wiha ez di çêkirina mûmê de boyax û madeyên xam ên parfûmên xwazayî peyda dikim. Ji bo vê karê sermayek mezin hewce nake. Ez bi firotina mûman debara xwe dikim."

Jin dahata aborî bi dest dixin

Pispora Xizmetên Civakî Aisha Haj Mustafa, destnîşan kir hunera vezîvirandina berhemên male ji ber ku ji jinan re dahata aborî peyda girîng e. Aisha Haj Mustafa, da zanîn ku jin hem dahata aborî bi dest dixin û hem jî afirîneriya xwe derdixin holê, hin kes di vêbaweriyê de ne ku vezîvirandin tenê hobî û hunerek e, lê pîşeyek tê fêrbûyin û pisporî bûyin e.

Aisha Haj Mustafa, wiha got: “Li Idlibê û gundewarên wê, daxwaziyek mezin a jinan ferbûna hûnerê heye. Di vê wateyê de divê her jin bixebite û bihilberînê. Ji ber ku jin dikarin li dijî şert û mercên zehmet ên aborî hilberînê bikin û dahata xwe ya aborî bi dest bixin."