“İdîayên dewleta tirk ne rastin ew goristana zarokên me yên şehîd in”

Dayikên şehîdan idîayên dewleta tirk bi dîtina goristaneke komî li Efrînê bi tundî şermezarkirin û wek dereweke bê bingeh bi nav kirin ku dewleta tirk dixwaze bi van kiryaran QSD'ê reş bike. Dayikan bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku şandeyekê bişînin herêmê û rastiyê raxin ber çavan."

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û çeteyên xwe bi hevkariya Rûsiyayê êrîşî Herêma Efrînê kirin, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û li kêleka wan şêniyên Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li berxwedan. Piştî berxwedaneke bê hempa di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn hate dagirkirin. Çeteyên girêdayî dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê re dest bi guhertina demografiya herêmê û revandina şêniyan kirin.  Her wiha kiryarên weke kuştin, tundî û tecawiz li ser jinan dane meşandin. Bi sedan jinên Efrînê di girtîgehên çeteyan dene û rojana êşkence li wan tê kirin.
Bi hatina şoreşa 19'ê Tîrmehê re dewleta tirk dest bi xirakirina goristanên şehîdan li Efrînê kir. Di goristanê de 71 şehîdên berxwedana serdemê hene, dewleta tirk bi idîayên derveyî rastiyê cenazeye şehîdan derxistin û weke gorên komî bi nav kir. Di dema şer de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji ber dijwariya êrîşan nikarîbûn şehîdên berxwedana serdemê li goristana şehîdan oxir bikin, ji bo wê li nêzî nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê ev şehîd hatin oxirkirin. Têkildarî mijarê dayikên şehîdên berxwedana serdemê idîayên dewleta tirk bi dîtina goristaneke komî li Efrînê bi tundî şermezarkirin û nêrîna xwe bi mere parve kirin.
Pêwîst e dewleta tirk ser van kiryarên xwe êdî bê darizandin’
Dayika bi navê Fatima Elî yek ji şahidên oxirkirna şehîdan di vê goristanê deye û kurê xwe yê şehîd jî li wir oxir kiriye wiha dibêjê: "Ez dayika şehîd Sîpan Agirî me, kurê min di 20'ê Sibata 2018’an de di berxwedana serdemê de li navçeya Bilbilê ya Efrînê şehîd bû. Kurê min ji bo parastina axa xwe li dijî dewleta tirk û çeteyên wî şer kir heya gihîşt asta şehadetê. Di sala 2012'an de şehîd Sîpan bi eşqeke mezin xwast tevlî nava refên YPG'ê bibe, di gelek hemleyan de cih girt weke Kobanê, Minbic, Tepqa, Reqqa. Sîpan ne teror e Sîpan fermendar bû, ji bo parastina welat canê xwe feda kir û li kur êrîş li ser axa me heba ew li wir bû.  Dewleta tirk bi rengekî hovane êrîşî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dike, ev jî dide diyarkirin ku dewleta tirk bi tu şêwazan me qebûl nake.  Ev demeke dewleta tirk dest bi ruxandina gorsitanên şehîdên me dike, cihên me yên pîroz xirab dike û nirxên me yên herî pîroz binpêdike.  Em şahidên zindî ne û me bi destê xwe zarokên xwe di wê gorê de veşartine, tu kes nikare van rastiyan inkar bike. Bila aliyên têkildar werin ji me bipirsin yan jî di bin çavdêriya wan de me bibin cihê wê em dizanin kî di wan goran deye, hemû zarokên mene û em bi şehadeta wan ser bilind in. Pêwîst e dewleta tirk ser van kiryarên xwe êdî bê darizandin, êdî bese komkujî derheqê mirovan de."
‘Dewleta tirk nahêle zarokên me rehet di gorên xwe razên’
Dayika Helîma Hebeş bal kişand ser hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ez dayika şehîd Berfîn im û ez bi xwe şahidê şerê Efrînê bûm.  şervanên azadiyê yên  ku ji bo parastina axa xwe gihîştin asta şehadetê îro dewleta tirk ya faşîzim dibêje ku ew teror in, yê teror dewleta tirk e. Me êrîşî tu kesî nekiriye û axa tu kesî dagirnekiriye, lê ger êrîş ser me bê kirin em ê parastina xwe bikin. Me şervanên xwe bi destê xwe sipartine axê, zarokên me bi destê dewleta tirk hatin êşkencekirin û qetilkirin û niha jî nahêlin rehet di gorên xwe de razên.  Em wek dayikên şehîdan van kiryarên dij mirovî bi tundî şermezar dikin. Divê rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe rabin û dewleta tirk ser van sûcan bê cezakirin."