Xwendekar bi platformên dîjîtal projeyên xwe pêşkêş dikin

Di koleja ragihandinê ya li zanîngeha Bîngaziyê de, xwendekarên beşa rojnamegeriyê, bi platformên dîjital projeyên xwe yên derçûne pêşkêş dikin. Esra Abdel Hakim El-Jahmi der barê projeya xwe de wiha dibêje; “Projeya min a ku wekî podkastek e di mijarên jinên Lîbyayî de pispor e.”

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Di koleja ragihandinê ya li zanîngeha Bîngaziyê de, xwendekar navaroka projeyên xwe yên derçûnê bi riya platformên dîjîtal ên cuda de ava dikin. Di 15’ê Tebaxê de, pênc xwendekaran projeyên xwe yên ku ji nûçegihaniya daneyê, tevnivîs û rojnameyên dîjîtal û YouTube û podkastan nîqaş kirin.
Tiştê balkêş ew e ku xwendekaran mijarên girîng ên ku rasterast ji hêla zayendî ve, bandorê li jinan dikin, tundûtûjî û mafê mîrasê yê jinan ku ji hêla şerîetê ve hatiye pejirandin nîqaş kirin. Ev projeyên dîjîtal zehmetiyên ku xwendekar pê re rû bi rû dimînin bi dawî bike ango dê ji rojnamegeriya çapkirî derkevin ber rojnamegeriya dîjîtal ve biçin.
"Ez ê di mijarên jinan de bibim rojnamegerek pispor” 
Esra Abdel Hakim El-Jahmi der barê projeya xwe de wiha dibêje; “Projeya min a ku wekî podkastek e di mijarên jinên Lîbyayî de pispor e, bi navê "Ew" hilbijart. Sedema hilbijartina min a ku dixwazim ji rojnamegeriya çapkirî derbasî rojnamegeriya dîjîtal bibim ew e ku li Lîbyayê di mijarên jinan de podkastek pispor tune ye ku ji bo jinên Lîbyayê biaxivin û dengê xwe bigihîjînin tevahî cîhanê.”
Ew teqez dike ku dê dest ji hilberîna podkastan bernede û tenê bi projeya derçûyî têr nebe û mijarên ku jinan eleqedar dikin bîne rojevê. Her çendî beşa çapameniyê di destpêkê de ramanên min red kir jî bi israra min hat pejirandin .
Esra El-Cahmî diyar dike ku gelek zehmetiyên wekî çavkaniyên ku bi wê re neaxivîn re rû bi rû dibinê û wiha dibejê: "Ji ber ku pirsên min rasterast jinan digrin dest, mînak wekî şîdeta li dijî jinan, nêrîna civakê li ser jinên hevberdayî û her wiha nêrîna civakê li ser lîstikvanên li Lîbyayê axaftinê red dikin. Lê min çend caran hewl daye hin jinan razî bikim ku bi min re bi şertê navê wan neyê gotin biaxivin lê ji ber ku wan ev yek bi tundî red kir hewldanên min bi ser neketin.
“Ez ê bibim rojnamegerek pispor”
Esraa El-Cahmî piştî tecrube û tevlibûna xwe ya di dozên jinan de wiha dibêje: "Ez ê di warê pisporiya qada xwe û cîhana rojnamegeriyê de jî girîngiya bi mijar û çîrokên jinan a di civakê de û di dozên jinên Lîbyayî de bibim rojnamevanek pispor.”
Li aliyê din, xwendekar Asila Al-Tarhouni, der barê projeya xwe ya bi navê "Nasîna Malbata Lîbyayî" de wiha dibêje: "Pirojeya min girêdayî mijarên malbatên Lîbyayê ye, ez di nav de behsa tundiya ku malbatên Lîbyayî pê re rû bi rû dimînin dikim. Ger zehmetî di dema agahiyan de rastî min nehatana dê lêkolînên min hîn baştir bûna.”
“Di civaka Lîbyayê de şîdeta nava malê zêde dibe”
Asila Al-Tarhouni der barê hilbijartina xwe ya di mijara tunditujiya nava malbatê de wiha dibêje: "Min dît ku di civaka Lîbyayê de şîdeta nava malê zêde dibe û heta bapîra min jî êdî li dijî neviyên xwe şîdetê bi kar tîne. Ji ber vê yekê mebesta bingehîn a afirandina vê projeyê ew bû ku ez bigihîjim qonaxa amadekirina semîner an panelên nîqaşê û piştre pêşkêş bikim ku ev diyarde êdî ji hole rabe."
Asila Al-Tarhouni der barê cureyên şîdetê yên ku wê dixwest di projeya xwe de li ser biaxive wiha got: "Min dixwest li ser şîdeta zayendî ya di navbera hevseran de biaxivim ku hin zilam hene wêneyên hevjînên xwe yên di nava nivînan de derdixin û gefa li wan dixwin lê ji ber hesasiyeta mijarê û pirsa ew ê çawa were nîqaşkirin, min ew ji proje derxist".
“Min ceribandinek kir û texmîn kir ku ez ê bi ser kevim”
Xwendekar Marwa Bourguia, der barê projeya xwe ya derçûnê de li ser infografîk wiha got: "Projeya min a derçûnê li ser rojnamegeriya daneyê bi sernavê "Infografika Bîngazî bû" ku ew jî platformek naveroka xwe bi riya Facebook û Twitter diweşîne. Tevî ku kursên xwendinê li koleja ragihandina tunebû, ez bi vê tecrubeyê rabûm û bi gelek tengasiyan re rû bi rû mam. Bi navgîniya tora agahdariya navneteweyî, ez gihîştim gelek agahdariyan û min li ser bikaranîna amûrên girêdayî rojnamegeriya daneyan perwerde dit.”
Merwa Bourguia destnîşan dike ku wê di girtina agahiyan de zehmetî kişandine û wiha dibejê: "Tevî hebûna çavkaniyên hevkar jî hin kesên din hene nahêlin em bigihîjin tu agahiyan. Dibe ku ji ber tirsa wan an nebûna eleqeya wan bi çapameniyê re be. Lê belê koleja ragihandin piştgirî dide ku tecrube di cîhana rojnamegeriya dîjîtal de çêbibin.” 
“Min 16 naverokên cuda yên infografî girt dest”
Marwa Bourguia herî dawî der barê naveroka infografiyê de wiha dibejê: "Min 16 naverokên cuda yên infografî ku di nav de tenduristî, ewlehî, balafirgeh û her wiha li ser danasîna zayendî yên rêxistinên civakî yên sivîl de cih girt, nirxand.”