Çîroka rêwîtiya kemanvanek li Sûdana ku şer û hilweşîn lê didome

Şerê navxweyî yê li Sûdanê berdewam dike, bi milyonan kes koçber bûne. Muzîkjen Fedwa El-Sîr Feqîrî ku yek ji wan kesên ku di dema şer de bi malbata xwe re koç kir behsa rêwîtiya xwe ya ber bi bajarokê Gedaref ku stargeh lê hebû kir.

SELME EL-REŞÎD

Sûdan - Pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di 15’ê Nîsana 2023’an de dest pê kirin veguherî şerekî navxweyî yê mezin. Li Sûdanê, ku krîza herî mezin a mirovahî ya sedsalê lê rû da, bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn û bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû man, Fedwa El-Sîr Feqîrî, yek ji wan kesên ku piştî şer ji cih û warên xwe bûye, ku di Orkestraya Enstrumentên Gel a Neteweyî de li kemanê dixe.  Fedwa El-Sîr Feqîrî ji ajansa me re behsa rêwîtiya xwe ya ji dema derketina ji mala xwe heta navenda stargehê kir.

Fedwa El-Sîr Feqîrî ku neçar ma ji mala xwe ya li Herêma Kararî ya li bakurê bajarê Omdurman derkeve, ji Xartûmê derbasî bajarê Wad Madanî û piştre jî di rêya Gedaref re bi tirs û zehmetî derbasî bajarê Port a Sûdanê bûye. Fedwa El-Sîr Feqîrî ku dayika 4 zarokan e, li navenda "Rabat" a li Port Sûdanê ku gelek muzîkjenên ji eyaletên Xartûm û Gezîra tê de ne bi cih bû.

Di roja 15’emîn a şer de biryara koçberiyê dide

Fadwa El-Sîr Feqîrî diyar kir ku ji ber ku li herêma Kererî nêzî kampên artêşa Sûdanê bû, neçar man ji mala xwe derkevin û got ku di rojên destpêkê yên şer de tenê çek dihatin bikaranîn û piştre balafirên şer, topên hawanê hatine bikaranîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tiştê tirsnak ew bû ku herêma me veguherî herêmeke şer û hawan dibariyan," Fedwa El-Sîr Feqîrî anî ziman ku dema bombe dihatin avêtin ew xwe di bin nivînan de veşartibûn. Fedwa El-Sir Feqîrî diyar kir ku di roja 15’emîn a şer de wan biryar da ku malên xwe biterikînin, lê navgînek çûnûhatinê peyda nekirine û beriya ku bigihêjin herêma Kubrî Halpaya şer dijwartir bûye û neçar mane ku berê xwe biguherînin û bi zehmetî li otobusekê siwar bûne.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşî navenda stargehê kirin

Fadwa El-Sîr Feqîrî destnîşan kir ku di dema rêwîtiya otobusê de ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine rawestandin û jê pirsîn ka kesek ji artêşa Sûdanê bi wan re heye yan na û diyar kir ku di rojekê de gihiştine bajarê Wad Medenî. Fadwa El-Sîr Feqîrî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Piştî ku em gihîştin bajarê Wad Medenî, em çûn navendeke stargehê li Dibistana Aza. Li vê navendê jî weke yên din elektrîk qut bû û ji ber cudahiyên çandî gel hevdu qebûl nedikir. Ji ber vê yekê me nikarîbû bi hev re bijîn. Pişt re, Hêzên Piştgiriya Lezgîn derbasî Wad Medenî bûn, ku karesat lê hat jiyîn. Hêzên Piştevaniya Lezgîn avêtin ser navenda rûniştina ku em lê diman. Em koçî qada balafirgehê ya Herêma Mercanê kirin ku 6 saetan ajot. Em di nava panîkeke mezin de meşiyan. Di vê meşê de Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi awayekî bêserûber gule li me reşandin. Kal û zarok ketin nava panîkê. "Dayika min û xaltiya min a nexweş bi min re bûn, paşê me wesayîtek dît ku me bibin bajarê Sennar."

Di rê de çeteyan dest danîn ser eşyayên gel

Fadwa El-Sîr Feqîrî diyar kir ku dema dixwestin biçin Bendera Sûdanê ew rastî komên çete hatine ku wesayît rawestandine û eşyayên rêwiyan desteser kirine. Fedwa El-Sîr Feqîrî serpêhatiyên xwe wiha berdewam kir:

"Dema ku em gihîştin bajarê Gedaref, em du rojan li sûka giştî man û em li benda veguhestina bajarê Port Sûdanê bûn. Piştî ku em gihîştin navenda penaberiyê ya Dibistana Rabatê. Alîkariya mirovî ya ji bo dibistanê kêm e. Pêdiviyên taybet ên jinan pir kêm in. Zarokan ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar in."