3 sal piştî şer pêvajoya perwerdeyê li Sûdanê çawa ye?

Piştî ku 3 salên bi pevçûn derbas bûn, li Sûdanê mercên perwerdeyê bi gelek dijwariyan re rûbirû ye, ev yek bandorê li ser dibistan, xwendekar û mamosteyan dike.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Ji destpêka pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve ku 15’ê Nîsana 2023’yan, qada perwerdeyê li Sûdanê xwe di navenda krîzeke giran de dît ku bandor li binesaziya wê kiriye û pêşeroja bi sed hezaran xwendekaran tehdît kiriye. Xwendekar bi rastiyeke dijwar re rûbirû mane, siya xwe avêtiye ser rêwîtiya wan a perwerdeyê û ji bo berdewamiya pêvajoya akademîk zehmetiyên bêhempa çêkiriye.

Li gel vê rewşa bi aloz, hewl tê dayîn ku aramiya perwerdeyê were misogerkirin, rêkûpêkiya dersan li gorî salnameya dibistanê were parastin û îmtîhan di dîrokên xwe yên diyarkirî de werin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, 13’ê Nîsanê 560 hezar xwendekaran dest bi ezmûnên sertîfîkayên mezûnbûna dibistana navîn kirin ku wan ji bo pejirandina zanîngehê mafdar dike. Ev sêyemîn rûniştina ezmûnê ye ku ji destpêka pevçûnê ve tê lidarxistin. Gavek ku biryardariya parastina mafê xwendekaran ê perwerdeyê tevî hemû zehmetiyan nîşan dide.

Zehmetî nakokî û hewldanên berxwedanê

Der barê berdewamiya pêvajoya perwerdeyê de, mamoste Maria Ehmed Osman diyar kir ku qada perwerdeyê di 3 salên borî de ji ber pevçûnên li welat bi zehmetiyên girîng re rûbirû maye. Maria diyar kir ku qutbûna elektrîkê di nav astengiyên herî berbiçav ên ku xwendekar û mamoste pê re rûbirû ne de ye û got: “Rewş li gorî şert û mercên derdorê nîsbeten çêtir e, xwendekar dikarin li hember van zehmetiyan xwe biguherînin û wan derbas bikin.”

Bi milyonan zarok ji mafê xwendinê bêpar mane

Tê texmînkirin ku bi milyonan zarok ji mafên xwe yê perwerdeyê bêpar mane, di heman demê de bi hezaran dibistan hatine hilweşandin an jî veguheriye stargehên ji bo kesên koçber. Wekî din, perwerde li piraniya deverên welat hatiye astengkirin. Ev yek bûye sedem ku çavdêrên pêvajoya perwerdeyê li Sûdanê ji destpêka pevçûnê ve îdia bikin ku qad "krîzeke bêhempa" dijî ku bi hilweşîna binesaziya perwerdeyê, redkirina qeydkirina dibistanê ji bo bi milyonan zarokan, koçberbûna hejmareke mezin ji mamoste û xwendekaran û kêmbûna alternatîfên perwerdeyê yên berdest ve tê diyarkirin.

Îsal dikariye beşdarî ezmûnan bibe

Xwendekar Îmtînan Ehmed Mihemed ku îsal dikaribû beşdarî azmûnên dibistana navîn bibe got: "Ez û malbata min ji bo ewlehî û perwerdeyê ji El Faşera li Bakurê Darfûrê reviyan. Di dema koçberiya me ya ber bi Bakur ve, em rastî talan û kuştinan hatin."

Îmtînan Mihemed destnîşan kir ku ew neçar ma ku beşdarî azmûnên dibistana navîn bibe tevî ku ji ber şer nikaribû di semestra beriya azmûnan de xwendina xwe bidomîne. Wê spasiya xwe ji xelkê herêma ku ew lê koçber bûye re anî ziman ku pîşwaziya wê kirin û ew parastin û got: "Rêveberiya dibistanê pêşwaziyek germ li min kir û bi saya wan, ez dikaribûm beşdarî azmûnan bibim."

Şer bandorê li ser derûniya xwendekaran jî dike

Mamoste Zeyneb Mihemed Salih kir ku pêvajoya perwerdeyê di salên dawî de ji ber pevçûnê ku niha di sala xwe ya çaremîn de ye, rastî rewşên dijwar hatiye. Wê Zeyneb Salih destnîşan kir ku dijwariya herî mezin bêîstîqrariya derûnî ya xwendekaran e ku bandorê li ser performansa wan di ezmûnan û amadekariya wan de dike. Wê tekez kir ku tevî van zehmetiyan, her kesî bi wan re rû bi rû maye û wan derbas kiriye.

Zeyneb Salih destnîşan kir ku pola mezûnbûnê ya 2024’an herî zêde bandor bûye ku encamên ezmûnên wan ji bendewariyan kêmtir in. Zeyneb Salih zêde kir ku gelek dewlet nekarin di nav salê de bernameya xwendinê temam bikin an jî bernameya pêwist veşêrin ku ev yek rasterast bandor li ser performans û amadekariya xwendekaran kiriye.