Li Şengalê xemla ewrên payîzî
Li Şengalê di her werzê de reng û xemlek cuda heye. Îro jî em li Şengalê dibin şahidên yek ji werzên herî rengîn a salê, werza payîzê.
ZEHRA ŞENGALÎ
Li Şengalê werza payîzê bi dîmenên rengîn dest pê kiriye. Quntarên çiyayê Şengalê bi rengê zer, bi xemla payîzî, mîna tîrêjên rojê xemilîne. Ji niha ve diyar e di payîza zerbûyî de zivistanekî dijwar xwe veşartiye, em ji niha ve di payîzê de nîşaneyên sivistanê dibînin.
Li Şengalê her werzeke salê, mîna evînek xwe pêşkêşî Şengaliyan dike. Ger em bibin zimanê werzan û vê bibêjin wê ne şaş be, dibe ku bêyî haya me jê hebe werza payîzê xwe ji hemû werzan zehmetir bibîne. Ew hem bi sermayê re hevrê ye, hem bi germê re rêwî ye. Hem xatirxwestinek, hem jî rêwîtiyek li benda payîzê ye. Niha dem ew dem e payîz ji havînê xatir dixwaze û pala xwe dide zivistanê. Dem ew dem e xema weşandina hemû pelên daran û cureyên gulan e.
Ahenga rojê, ewr û ezman
Dem ew dem e ji rojê û ewrên dijwar re bibe hevrê. Li Şengalê beriya niha barana destpêka payîzê barî lê tiştek bi tenê heye ew jî ew e; werza ku payîzê dike payîz, ewrên li ezmanên şîn e. Her ku ewrên spî ezmanên şîn dorpêç dikin, ezmanên şîn mîna ku ji wan ewran re bibêje tu bi xêr hatî rengê xwe nîşanî me bide. Ahenga rojê, ewr û ezmanên şîn ên îro li Şengalê xwe nîşanî me daye hêjayî dîtinê bû. Ewrên spî mîna ku ji rojê re bibêjin; ez jî dikarim tîrêjên xwe çêbikim, xwe li seranserê Şengalê dirêj kiribûn. Ewrên spî wisa xwe li dorhêla rojê pêçabûn û dîmenekî rengîn didan, mirov li hemberî wê rengîniyê mest dibû.
Cejna Cimayî di heman demê de pêşwaziya werza payîzê ye
Li ser van xakên pîroz gelek xweşikbûnên xwezayê, bi qasî ku mirovan, heyranî xwe bihêlin hene. Her civakek bi rengîniya cih û warê xwe heye. Şengal jî bi gelek rengîniyên xwe, bi çand û baweriya xwe ya herî resen û herî kevnar ji rika zordestên vê serdemê ve heyîna xwe li Êzidxana pîroz dide jiyîn. Bi ketina werza payîzê re, li Şengalê cejna Cimayê dest pê dike. Ya rastî ev cejn di heman demê de pêşwaziya werza payîzê ye. Ligel hemû rê rû resmên wê civakê, di vê werzê de bi dilpakiya xwe, li cihên xwe yên pîroz şahiyê li dar dixe. Mîna payîzê civak jî xemên xwe bi wan şahiyan derbas dike û xwe ji demeke nû re diwelidîne. Civakek ku ew çend li her werzeke salê wateyên pîroz bar bike, ma wê çawa xweza, bi rengê herî balkêş, herî xweşik xwe pêşkêşî wê civakê neke? Li Şengalê di her werzê de reng û xemlek cuda heye. Îro jî em li Şengalê dibin şahidên yek ji werzên herî rengîn a salê, werza payîzê.