çand û hûner

  • Bi rizgarkirina Minbicê re jin bûn xwedî derfetên hunerê 

    Piştî ku bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, pir rengiyên çandan ji nû ve hatin vejîn kirin.

  • Jinên Helebê ji 8’ê Adarê re amadene 

    Li hemû deverên cîhanê jin amadekariyên pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanê dikin. Bi vê munasebetê navenda çand û hunera Helebê jî amadekariyên pêşwaziya cejna jinan dike û perwerdeyên xwe yên hunerî didomîne.

  • Endama Koma Govendê ya Çiyayê Kurmênc Sûad Mihemed 

    Endama Koma Govendê ya Çiyayê Kurmênc Sûad Mihemed bi temen 56 salî girêdana jinan a bi hunerê re pênase dike û diyar dike ku ew bê huner nikarin bijîn, ji ber civaka hunera xwe winda bike ew nikare ser piya bimîne.

  • Em tenê bi hunerê dikarin pêşî li tundiyê bigirin 

    Ozlem Tezcan Dertsîz nivîskara helbest û pirtûkên zarokan e. Ew bi dilgermî du zarokên xwe dike û di navbera karên malê de bi hezkirin dinivîse. Nivîskar û di heman demê de mamosteyê wêjeyê ye jî. Ew difikire ku bi perwerdeya hunerê ya di nava pergala perwerdeyê de pêşî li tundiyê dikare were girtin. Ji bo kesên ku ji kêmbûna demê ya ji bo nivîsandinê yan mijûlbûna bi hunerê re gilî dikin dibejê; “Dema ku zarokên xwe radizînim û dema li malê makarna çedikim, ez dinivîsim. Ji ber vê yekê ez fêr bûm ku dema xwe baş bi kar bînim."

  • Xelatên Mêhrîcana Jinên Derhêner diyar bûn 

    Îsal çaremîn Mêhrîcana Navnetewî ya Jinên Derhêner wê were li darxistin, di vê mehrîcanê de yên ku hêjayî xelatê hatine ditin diyar bûn. Xelata Kedê Sevin, Okyay, Xelata Serkeftinê Eylem Atakav û Xelata Şanaziyê jî Tmara Kotevska girt.

  • Kevana Zêrîn amadekariyên 8’ê Adarê dikin 

    Endamên koma Kevana Zêrîn lez dane amadekariyên xwe yên 8’Adarê Roja jinên Cîhanê endamên komê diyarkirin ku wan 4 stranên dangbêjiyê ji bo şahiya 8’ê Adarê amadekirine û niha jî piroveyên xwe dikin.

  • Herî zêde jin ji cilên Kurdî yên kevin hez dikin 

    Ruxmî vîrusa coronayê jî jinan berê xwe dan sûka cilên Kurdî. Jinên cilên Kurdî çêdikin dibêjin: "Modela ku jin di cilên Kurdî de dixwazin hemû modelên Kurdî yên kevn in. Ev yek jî hezkirina jinan a ji bo cilên kevin ên Kurdî zêdetir dike."

  • 'Bi riya dîwarên xwe pirsgirêkên jinan nîqaş dikim' 

    Jina ciwan ku ramanên xwe bi nîgaran tîne ziman, bi nîqaşên xwe yên ku li ser mijara temsîla firehiya Yemeniyan hatiye veqetandin gelek kampanya li darxist û beşdarî çalakiyên navneteweyî bû.

  • Derhînera Cezayîrî Bekra êşa jinan di fîlimê "She"de vedibêje 

    Fîlmê "Hiye" an "she" bi Latînî, ji hêla derhênera Cezayîrî Bekra Tûnisî ve, çîroka jineke ciwan, dinirxîne.

  • “Xeyalên her jinekê cuda ne” 

    4’emîn Mîhrîcana Jinên Derhêner îsal wê di navbera 1-7’ê Adarê de were lidarxistin. Rêvebera mîhrîcanê Gulten Taranç da diyarkirin ku ji bo di qada navneteweyî de bibe fermî wan Weqfa Jinên Derhêner ava kiriye. Gultena ku di heman demê de yek ji avakara weqfê ye got; “Ez dixwazim weqf wekî dibistanê be û di nava mîhrîcanê de yekitiyek jî çêbibe lewre ev mîhrîcan ne tenê wê fîlman bide nasîn.”

  • Ziman nasnameya bingehîn e 

    Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî nivîskar Hesîna Ehmed a ku ji zarokatiya xwe ve daxwaza wê ya fêrbûna zimanê dayikê hebûye û piştî Şoreşa Rojava dest, bi xwedina zaravê Kurmancî kiriye, niha dikare bi zimanê xwe hestên xwe vebêje.

  • Li Minbicê sêyemîn mehrîcana jinan a hunerê 

    Ji bo zindî kirina çanda hemû gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jinên bajarê Minbicê sêyemîn mehrîcana çandê bi dirûşma "Jin kaniya hunerê ye û genzengela afrîneriyê ye" li dar xistin.

  • Nivîskar Sara Mecîd xelata wêjeyê ya Hizrê Jinan girt 

    Di pêşbirka Hizrê Jinan a ku ji aliyê Kovara Truske ve hatibû despêkirin nivîskar Sara Mecîd xelata yekemînê girt.

  • Bi helbestên derbûyî Fatma Aras 

    Fatma Aras, helbestên ku nivîsîne ji ber zexta civak û malbata xwe, bi salan di çaviya xwe de veşartiye. Tevî vê yekê jî wê dest ji nivîsê bernedaye. Salek piştî ku li atolyeyek helbestê, tiştên nivîsîne ji çaviya xwe dertîne û parve dike, pirtûka wê ya yekem a bi navê “Veşartî me” (sakliyim) derdikeve. Dûre jî tevî ku gelek pirtûk nivîsîne; hesta ku ji pirtûka xwe ya yekem girtiye bi gotinên “Wekî ku min bebikek girtibê hembêza xwe. Wekî hesta dayiktiyê bû” pênase dike.

  • AST cara yekem Mîhrîcana Lîstikên Jinan li dar dixe 

    Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) bi derhêneriya hunerê û organîzasyona Atolyeya Çand û Hunerê, Mîhrîcana Lîstikên Jinan di meha Adarê de li dar dixe. Şêwirmenda Hunerê ya Mîhrîcana Lîstikên Jinan Gîzem Aldemîr dibêje; “Cihê ku mîhrîcan lê ye û balê dikşîne, wekî ku ji navê wê jî diyar dibe ‘jin’ e. Tişta ku bi lîstikên jinan dixwaze were nîşandayîn jî cînayetên jinan ên li Tirkiyeyê û balkişandina li dijî her cure şîdetê ye.”

  • Wênesazî hestê hindirîn e 

    Wênesazên Wargeha penaberan a Mexmûrê azweriya wan a ji bo wêneyan we kiriye ku hina di temên biçuk de dest bi xêzkirina wêne bikin û niha ji tabloyên wan li deverên cuda rastî eleqeyên mezin tên.

  • Mereqa xwe ya zarokatiyê bi şanogeriya zimanê dayikê derxist ser dikê 

    Ji şanogerên Şanoya Mencelê Perinaz Delazy, da zanîn ku ji ber sedema pandemiyê demek ji temaşevanên xwe dur mane.

  • Êş afrîneriyê zêdetir dike 

    Hewesa helbestvan Melîka Weliyalî ya ji helbestan re di biçûkaniyê de wekî tovek zîl dide. Rêsandina hestan di dibistana seretayî de pê re dest pê dike, her ku sal diçin afrînerî jî pê re mezin dibe ango wekî bi xwe dibêje: "Dema em diêşin afrînerî mezintir dibe."

  • Hunera Rind Oqa ya makyaja sînemayê 

    Makyaja sînematîk jiyana ku hemû reng û bedewiya wê bi xweşikbûn û tehlbûna wê tê pejirandin pêşkêşî temaşevanan dike. Rind mahir Abû oqa ya ji Ramalahê dide diyarkirin ku ruxmî kesên vê hunerê dipejirînin li welatê wan kêm in jî ew vî karî dike.

  • Berxwedana jinên Kurd û Ulrike li ser dikê bû yek 

    Li Rojava hunermendên di hilberîna çandî û hunerî de bi saya komunên ku tevî pandemiyê ava kirine, ji heqê hemû zor û zehmetiyan derdikevin. Hunermendan tevî hemû zehmetiyan jî hilberînên xwe didomînin. Yek ji wan hunermendan Şevîn Xelîl e. Şevîn ruhê berxwedanê yê jinên Kurd û Ulrike tîne ser dikê.