çand û hûner

  • “Helbest derya ye tu çiqas dikevî kûrahiya wê aso ewqas berfireh dibe” 

    Nalîn Yûnis, bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, wekî her zarokek Kurd di nava şer û êrîş, berxwedan û têkoşînê de mezin bû. Wê xwest bi nivîsandina helbestên xwe rastiya şoreş û şoregerên Kurd binivîsîne û noqî kûrahiya deryayan û hestên dayik, zarok û berxwedêran bibe û binivîse. Nalîn şehîdên di êrîşa hewayî de ya li ser Navenda Meclisa Leşkerî a Til Temirê bi helbestek bi bîr anî.

  • "Helbestên min welat û dûrketina jê di nava xwe de dihewînin" 

    Bi rêya nivîsandinê û helbestan dixwaze êş û azarên ku ji dûrketina welat dîtine bîne ziman. Biharîn wiha behsa helbestên xwe dike: "Piraniya helbestên ku ez dinivîsînim der barê welat û dûrketina ji wê de ne."

  • Bi armanca zindîkirina stranên gelêrî mîhrîcan hat lidarxistin 

    Mîhrîcana sêyemîn a stranên gelêrî li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîna girêdayî Kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

  • Zeinab Vasikî: Wêneyên min têkoşîna bi tacîz û şîdeta li dijî jinên Mexribê re ye 

    Wênexêz Zeinab Vasikî li ser wêneyên ku xêz dike dibêje ku ew bi wan têdikoşe û bi hilbijartina wêneyên jinan ên tazî dixwaze gelek peyaman bide mirovan û wan ji ber zîhniyet û kiryarên wan sûcdar bike û wiha dibêje: “Ez di heman demê de xirabiya rewşa perwerdeyê û pergala heyî ya perwerdeyê jî sûcdar dikim. Ez nabêjim bila jin bedena xwe bigre yan xwe tazî bike. Lê belê ez bedena jinan tazî xêz dikim û wekî tabloyek lê dinihêrim, ne wekî amûrek ji bo seksê bi kar tînim.”

  • Azza Baydoun bi "Çavên Jinan" pirsgirêkên jinên Lubnanî pêşkêş dike 

    Azza Baydoyn diyar dike ku pirsgirêkên jinan her dem ne girîng û di asta duyemîn de dihatin dîtin, nemaze di demên krîzan de û li ser vê yekê şîrove dike û dibêje; "Ji pozîsyona min a kesane wêdetir dibînim ku şopandina çalakiya pratîkî di ronahiya qeyranên giştî û taybet de mijarek e psîkolojîk e.”

  • Koma Şehîd Barîn ji bo parastina çanda Kurd xebatên xwe didomîne 

    Ji bo pêşxistina behremendiyên ciwanan koma Şehîd Barîn Kobanê li kantona Kobanê- Bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava tevgera Hîlala Zêrîn de hewl dide jêhatîbûnên stranbêjiyê bi pêş bixe da ku mîras û çanda gelê Kurd biparêze.

  • KASED a dibêje "Huner ji bo her kesî ye" bi dîlanê despêkir 

    Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan duh parlementer û aktîvîstên TJA yê jî di navê de bi beşdariya gelek kesan despêkir.

  • "Mîhrîcan girêdana di navbera gelê suryan de xurt dike" 

    Kesên ku hunera xwe di mîhrîcana yekem a Suryaniyan de pêşkêş kirine gotin: "Armanca me ji vê mîhrîcanê ewe ku em çanda suryaniyan di nava gel de her zindî bihêlînin."

  • “Bi şêwekariyê li xwe vedigerim û pêre zêdetir xwe nas dikim” 

    Şêwekara ciwan Jiwan Baqî da zanîn ku ew ji sala 2017’an ve bi pisporî karê şêwekariyê dike û got: “Dixwazim dema kesek ji rewşa heyî diltengbûye, li holek hunerî çav li tabloyên rengîn bikeve dilfireh bibe û têkeve nava cîhanek rengîn. Tabloyên min zêdetir li ser jiyan û xebata jinane. Ji ber jin serwerê jiyanê ne û rola wê di guherîna civakî de giringe, ji bo wê jî dixwazim zêdetir li ser jinê bisekinim.”

  • Medya Doz: Beriya ez bimrim divê binivîsim 

    Nivîskar, sînemager û helbestvan Medya Doz diyar kir ku ew dixwaze li ser gelek babetan binivîse, herî zêde jî li ser bûyerên weke Efrîn, Şengal û Kobanê ku bi xwe şahidiya wan kiriye.

  • Emîna Muslim çanda destkariyê bi hûnandina dirûtin û rêsandinê didomîne 

    Emîna Muslim bi xebatên xwe yên di honandin dirûtinê, karê destan û xemlkariyê de çand û mîras herêmê parastiye.

  • KASED dê li Amedê perwerda hunerî bide jin û zarokan 

    KASED a ku ji bo jin û zarokan di warên cuda yên hunerê de perwerdehiyê bide dê 5'ê Îlonê bi bernameyekê bê vekirin. Armanca komeleyê ew e ku jin û zarokên bajêr di warê gihîştina hunerê de alternatîfek wan tune, bigre dest.

  • “Dermanxaneya we di metbexa mala we de veşartî ye…” 

    Şêxa Misto ya ku rêwîtiya xwe ya 62 salan bi ked, avakirin, afirînerî û perwerdekirina zarokan û xwedîkirina pez û lawiran, li kêleka çinîna pembo û genim derbas kiriye, ji me re behsa dermanxaneya ku di mala her jinekê de veşartî ye kir û da payin ku divê afirînerî û xuliqkarî her li pêş be.

  • Newaya Jinê bi mijarên têkoşîna jinê ji Kurdistan heya Afganistanê derket 

    Hijmara îlonê ya rojnameya Newaya Jinê bi mijarên têkoşîna jinan a li hemberî mêtîngeriya dewleta Tirk heta ya jinên Afganistanê li hemberî Talîbanan derket.

  • Fawzia Al-Kansousi: Maf bi têkoşîn, sebir û biryardariyê tên bidestxistin 

    Nivîskara Mexribê Fawzia Al-Kansousi li ser pirtûka ku nivîsandiye dibêje ku pirtûk vegerandina bîranîna jinan e. Bajarê Marakeş, dema ku hat damezrandin, bi fermana jinan, Lalla Zainab Al-Nefzawi, hat çêkirin. Ji ber vê sedemê bi derxistina wê, min xwest ku ez ciwanan li ser rola jinan û karên wan ên civakî û giyanî agahdar bikim.

  • "Divê em bi her şêweyî çanda xwe biparêzin" 

    Jinên ji gundê Xerbîsanê jêrîn der barê cil û bergên neteweyî de wiha dibêjin: "Çanda me nasname, hebûn û danesîna me ye, her netew an jî pêkhate bi çanda xwe tê nasîn, ji bo em ziman, hebûn û welatê xwe biparêzin divê em bi çanda xwe ve girêdayî bin."

  • Romana Bedene Destê Lîza hat nasandin 

    Şadî Kerîm bi merasîmekê Romana xwe ya bi navê Beden e Destê Lîza bi xwendevanan da nasîn, nivîskara vê romanê got; “Bi kedeke mezin û azad min ev pirtûk nivîsandiye.”

  • "Bi yek destê karê wêje pêş bixînin" 

    Nivîskar û Rewşenbîrên ku beşdarî Konferansa 1'emîn a Komîteya Wêjeyê bûn gotin: "Ji rewşenbîr û nivîskarên Rojava tê xwestin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin, bi pênûs û lênûsa xwe li gorî wijdanê xwe rastiya heyî xêz bikin."

  • Bi atolyeya peykeran re rêwîtiya ber bi xwe ve… 

    Nazli Çîçek a di atolyeya hunerî ya ku wan vekir de mamostehiya peykersazî, nîgarkêşî û daxistina daran dike wiha got; “Çawa ku di wêjeyê de helbest û nivîs hene, huner jî xwedî ziman e. Peykersazî zimanek din, awayek din ê vegotinê ye. Bi rastî, mebesta we tenê rêwîtiyek ji bo xwe ye” û destnîşan kir ku atolye şêweyek avakirina xwe ye.

  • Kevneşopiya teşî ya ku tê jî bîrkirîn 50 sal e didomîne 

    Zeynep Akila 50 sal in kevneşopiya teşiya di 10 saliyê de ji dayika xwe fêr bûye didomîne, diyar dike ku wê teşîrêsî nîşa neviyên xwe jî kiriye.