çand û hûner
-
Ji Koma Amara stranek nû: Hêviyam
Koma Amara ji bo bîranîna şervana YPJ’ê Hêvî Gabar a di 26’ê Tirmeha 2020’an de jiyana xwe ji dest da strana xwe ya bi navê ‘Hêviyam’ weşand.
-
Cilên kevneşopî bi xetên îro re kir yek
Maryam Brîbrî ya Tûnisî cil û bergên kevneşopî vediguherîne cilên ku di roja îro de jî bên li xwe kirin û bi vê awayê cilên ku mîrateya çandî û nasnameya Tûnisê îfade dike hildiberîne.
-
Komîna Sînema ya Avrîn bû bîr û dengê berxwedanê
Komîna Sînema ya Avrîn ku beriya dagirkeriya Efrînê salek hatibû damezrandin li Şehbayê bi derfetên gelek kêm fîlmên kin û dirêj amade dike ku behsa êşên koçberiyê û berxwedana koçberan li kampan dikin.
-
‘Divê malbat giringî bidin kêrhatiyên zarokên xwe’
Jînda Îbrahîm a ku gelek ji muzîkê hez dike her werza havînê beşdarî dewreyên perwerdê yên muzîkê dibe, diyarkir ku di temenê ciwan de derfetê fêrbûnê zêdetir heye, divê malbat piştgiriya zarokên xwe bikin.
-
Çanda Kevnar a Êzdiyatî xwe bi zarokan nû dike
Dewreya perwerdeya muzîkê ku beriya du mehan ji aliyê Navenda Çand û Huner a Stiya Nexşa ve ji bo zarokan hatibû destpêkirin, didome. Armanca dewreyê zindîkirina çanda kevnar a Êzidî ye
-
Kombûna Şanoya Zenûbiya bi israr e Reqayê bike bajarê hunerê
Li Reqa jinên ciwan bi avakirina Kombûna Şanoya Zenûbiya re, têkoşîn jiyana jinan derdixin ser dike, hedefa wan ewe ku di mijarên jinan de hişyariyê bidin, di heman demê de kombûn bi israr e Reqayê bike bajarê hunerê.
-
Mîhrîcana Munzurê destpê dike
Hevseroka DBP’ê ya bajêr Selvî Gungormuş diyar kir ku Mîhrîcana Munzurê ku wê di 25’ê Tîrmehê de li Dêrsimê dest pê bike veguheriye çanda berxwedanê û banga “Xwedî li vê berxwedanê derkevin û di mîhrîcanê de bibin xwedî gotin” kir.
-
Mala Dengbêjiyê stargeha parastina çanda Kobanê ye
Ji bo parastin, zindîkirin û pêşxistina çand û hunera civaka Kobanê, Mala Dengbêjiyê hat avakirin û di nava xwe de amûr û alavên çanda Kobanê ya dewlemend jî dihewîne.
-
3 Jinên koçber bi hunera xwe hestên koçberiyê vedibêjin
Sê jinên ku ji Efrîn û Serêkaniyê koçber bûne, li bajarê Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijîn, bi hunera dest û dengê xwe xeyalên xwe pêk tînin û hestên xwe yê koçberiyê vedibêjin.
-
‘Jinên Ermenî bi Şoreşa Rojava re cilên xwe yê çandî zindî kirin’
Endama Meclisa Civaka Ermenî Lûsnak Kavoryan got: “Cil û bergên jinên Ermenî ya xwedî çar hêmanan ku ji kurmê hevrîşmê hatiye çêkirin, bi Şoreşa Rojava re dikaribûn zindî bikin.
-
Romannivîsa herî ciwan a Sûdanê bi pênûsa xwe li dijî bê hevîtiyê şer dike
Romannivîsa herî ciwan a Sûdanê pênûsa xwe li dijî şer û binpêkirinan bi kar anî û li ser wê yekê nivîsî ku wê çawa jinên ciwan di nava şer de ji bêhêvîtiyê derkevin.
-
Tîma dayikan a govendê çanda Kobanê zindî dike û diparêze
Tîma Dayikan a Govendê li bajarê Kobanê yê Kantona Firatê hewl dide çand û folklora ku bajarê wan dide nasîn, bi riya pêşkêşkirina piyesên xwe yên folklorî li bajarên cuda zindî bihêle û biparêze.
-
Hewl dide bi wêneyên diwaran dengê gelê Xezayê bide bihîstin
Tevî şer, dorpêç û zehmetiyên li Xezayê, wênesaz Remah El Amûdî bi wêneyên ku xêz dike, dixwaze deng, êş û hêviyên gelê Filistînê û zarokên wan ji hemû cîhanê re ragihîne.
-
Şer û koçberî li ber kêrhatiyên jinên Efrînî nebû asteng
Jinên nivîskar ên bi darê zorê ji kantona Efrînê hatine koçberkirin û niha li Şehbayê dimînin êş û azarên koçberî û penaberiyê veguherandine pirtûkên wêjeyê û perwerdeyê.
-
Pêşangeha ‘Huner ji bo her kesî’ hunermendên nû dikşîne ser dikê
Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya gelek hunermendên bajarê Minbicê yê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeheke hunera plastîk a bi navê "Huner ji bo her kesî" li dar xist.
-
Bi pirtûkxaneya neteweyî çanda Reqayê tê parastin
Pirtûkxaneya neteweyî ya Reqayê, piştgiriya kesayetên femînîstên rewşenbîr û kesên bi wêjeyê re têkildar in dike û rola wan xurt dike. Pirtûkxane bi avahiya xwe ya dîrokî balê dikşîne û gelek jin diçin serdana wê.
-
Lîstoka ‘Astvar Nader Wazifeshanas’ wê li Kirmanşahê derkeve ser dikê
Lîstoka şano ya bi navê ‘Astvar Nader Wazifeshanas’ ku wê li Kirmanşah derkeve ser dikê, balê dikşîêe ser polîtakayên mêr ên li dijî jinan.
-
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê kêrhatiyên ciwanan derdixîne holê
Jinên ciwan ên kantona Minbicê bi alîkariya Navenda Çand û Hunera ya Minbicê kêrhatiyên xwe yên hunerî derdixînin pêş. Jinên ciwan gotin ku çi kesê kêrhatiya wan hebe bila ji biçûkaniya xwe ve pêş bixin.
-
Şanoya Kolanê ya Hegyan bi lîstika xwe peyamên civakî da
Di lîstika Şanoya Kolanê ya Hegyan a li bajarê Sine hat pêşandan de, bal li ser wekheviya jin û mêr hat kişandin û pêyamên civakî hat dayîn.
-
Kursên KASED’ê dest pê dikin: Em ê bi jinan re xebatan mezin bikin
KASED’a ku di warê çand, huner û edebiyatê de xebatên xwe dimeşîne dest bi kursan dike. Ji perdekarên komeleyê Saliha Ayata diyar kir ku kursên KASED’ê hefteya li pêş dest pê dikin û bal kişand ku dê bi jinan re xebatên xwe mezin bikin.