Ziyad Heleb û hevrêyên wî bûn ‘Siwarên Roniyê’
Navenda Çand û Hunera Mexmûrê ji bo sekna fedaîtiya Fermandar Ziyad Heleb û hevrêyên wî ku li hemberî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk heta dawiyê şer kirin û nemir bûn, stranek amade kir.
Mexmûr- Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û dewleta Tirk di 6’ê Çileyê de li hemberî gelê Kurd ê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê dijîn, êrîşeke qirkirinê dabûn destpêkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ziyad Heleb û hevrêyên wî ji bo parastina gelê xwe heta dawiyê bi fedaiyane şer kirin, destaneke qehremaniyê nivîsandin û tevlî karwana nemiran bûn.
Navenda Çand û Hunera Mexmûrê jî ji bo bîranîna fedaiyên gelê Kurd Fermandar Ziyad Heleb û hevrêyên wî ku bi xwîna xwe xeta têkoşîn û berxwedanê gihandin lûtkeyê, stranek bi navê ‘Siwarên Roniyê’ amade kir û diyariyî berxwedaniya wan a dîrokî kir.