Li Taîzê huner û fuara pirtûkan

Li bajarê Taîzê ya Yemenê, 2’yemîn fuara pirtûkan a ji aliyê Dibistana Hunerê ya Şehîd Nîme Ehmed ve hat lidarxistin, bi beşdariya xurt a xwendekar û rewşenbîrên jin re çand û huner bi bajêr re anîn ba hev.

RANIA ABDULLAH

Yemen-
Li bajarê Taîza Yemenê di bin siya şer, xizanî û jiyana rojane ya dorpêçkirî de, pirtûk careke din bûn dengê hêvî û berxwedanê. 2’yemîn fuara pirtûkan a ji aliyê Dibistana Hunerê ya Şehîd Nîme Ehmed ve hate lidarxistin, bi beşdariyek mezin a xwendekar û rewşenbîrên jin, veguherî civînek ku mohra xwe li bîra çandî ya bajêr xist. Fuara ku pirtûk, huner û nivîskarên ciwan li hev civiyan, nîşan da ku li Taîzê çand hê jî nefes digre.
Fuar tenê bi pêşangeha pirtûkan re sînordar nebû; bernameyeke berfireh a çalakiyên edebî û hunerî jî pêşkêş kir. Berhemên xwendekar û nivîskarên ciwan hatin nîşandan û dibistan veguherî cihekî zindî û tijî çand û afirîneriyê.


Zêdetirî 3 hezar pirtûk hatin pêşandan
Rêvebera Dibistanê Dunya el-Hilalî, diyar kir ku fuara îsal ji ya par berfirehtir bû û bi zêdetirî 3 hezar pirtûk û beşdariya weşanxaneyên hem li hundir û hem jî li derveyî Taîzê pêk hat. Dunya el-Hilalî, wiha got: “Fuar semîner, konferans û çalakiyên piştgirîkirina hilberîna edebî ya ciwanan dihewîne û îmzekirina pênc pirtûkên nû jî tê de bû. Huner û xwendin hevdu temam dikin û bala temaşevanên berfireh dikşînin.”


Derfeta nîşandana jêhatî û ramanan
Xwendekarên ku beşdarî fuarê bûn, balkişandin li ser rola bûyerê ya di teşwîqkirina afirîneriyê de. Xwendekar Regad Elî, diyar kir ku fuarê derfet daye nivîskar û hunermendan ku jêhatî û ramanên xwe nîşan bidin.

'Fuar derfet dide hemû kesên xwedî jêhatî’

Nur Abdurrezzak, diyar kir ku xwendina pirtûkan ji bo pêşketina çandî û kesane girîng e û fuar jêhatîbûnan derdixe û motîvasyonê ji bo afirîneriyê peyda dike. Nur Abdurrezzak, wiha got: "Ev fuar pir girîng in, ji ber ku derfet dide hemû kesên xwedî jêhatî.”

Xwendekar Fatima Tarik, destnîşan kir ku fuar ji bo nifşê ciwan teşwîqek xurt e û got ku bûyerên bi vî rengî tevkarî dide pêşkeftina jêhatîbûna ciwanan û dibe ku ji nivîskarên mezin ên Yemenî îlham bigrin.

'Em hemû tiştê vediguherînin vîzyonek hunerî'

Xwendekar Afaf Elî, diyar kir ku têkiliya di navbera huner û çandê de pêdiviyek rewşenbîrî ye û ev dikare bi rêya wênesaziyê û hunerên dîtbarî were îfade kirin. Afaf Elî, wiha got, "Em nifşek in ku xwedî li mîratê derdikevin û em îlhamê digrin û her tiştî vediguherînin vîzyonek hunerî."

Şehd Arif a beşdarî fuarê bû, hewesa xwe ya ji bo pirtûk û xwendinê anî ziman û diyar kir ku xwendin deriyê cîhanên tijî xeyal, dijwarî û heyecanê vedike.