Wênexêza Tûnisî di tabloyên xwe de cîh dide jiyan û tekoşîn jinan

Wênexêz Nadiye El-Sedîq a ku di tabloyên xwe de cîh dide jiyan û tekoşîna jinan diyar kir ku israra wê hiştiye tevî hemû rewşên zehmet jî bibe pisporeke xêzkirinê û got: “Serkeftina herî mezin pêkanîna xeyalan e.”

NEZİHE BOSEİDİ

Tûnis – Huner amureke ku mirov dikare hemû xeyal û asoyên xwe tê de bide teyîsandin. Gelek jin bi riya hunerê  tekoşîn û cudakariya di navbera her du zayendan radixin ber çavan. Serdema ku tê xwestin deng û rengê jinê di nav civakê de were qutkirin jin di her qadê taybet di qada çand û hunerê de hebûn û tekoşîna xwe bilind dikin. Wênexêz Nadiye El-Sedîq jî yek ji wan jinan e ku ji bo hunera xwe pêş bixe bi gelek zehmetiyan re rû bi rû hatiye lê bi israra xwe dev ji xêzkirinê bernedaye.

‘Min xwe di wênexêziyê de dît’

Wênexêz Nadiye El-Sedîq di destpêka axaftina xwe de wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Ez di refa amadehî de ji xwendinê qut bûm û di temenekî biçûk de zewicîm. Min jiyana xwe hemû ji bo zarokan û fêrkirina wan qedand. Her dem hestê ku min xeyalên xwe pêk neaniye dihat min. Min li xwe geriya heta min xwe di wênexêziyê de dît. Tenê xwestek têrê nake ku tu bibî wênexêz. Carnan xêzkirina her tabloyek 8 min seat dixwarin. Di encam de ez nexweş ketim lê tevî wê min berdewam kir.”

Nadiya El-Sedîq diyar kir ku wê qorziyeke mala xwe kiriye werşeya wênexêziyê û wiha berdewam kir: “Her tabloyek min xêz dikir vedugeherî zarokek ji zarokên min. Min nikarîbû dest ji wan berdim. Min tabloyên xwe difrotin ji bo debara jiyana xwe bikim.”

‘Di tabloyên min de jina Tûnisî ya azad cîh digre’

Nadiya El-Sedîq wiha gotinê xwe domand: “Piştî beşdarbûna min di hin pêşangehên hevbeş de, min li hin rexneyên avaker ji aliyê hevkar û rojnamevanan ve guhdar kir. Ez dikarim xeyalên xwe pêk bînim û bibim wênexêzeke serkeftî û naskirî û hebûna xwe di civakê de îsbat bikim. Min di tabloyên xwe de jin bi destpêkirina serxwebûnê xêz kir, bi cilên folklorî yên gundî dema zaroka xwe li pişta xwe kiriye. Her wiha min jina Tûnisî di roja me ya îro de bi azadî û pêşketina wê ve xêz kiriye.”

‘Huner nameyeke bêhempa ye’

Nadiya EL-Sedîq bi riya tabloyên xwe ji jinên li xwe digerin ku xeyalên xwe pêk bînin nameyek şand û wiha got: “Beşdariya di pêşangehan de ne hêsan e. Dema pêşangeheke te ya taybet hebe ev zehmetirîn gav e ku tu di jiyana xwe de davêje. Bilindbûna nirxê madeyên wênexêziyê û hin holan hişt ku kêm xelk tabloyan bikirin her wiha nirxê karê hunerî nizanibin. Mesref û lêçûna li tabloyan diçe li hember isbatkirina min ji behreya min re ne tiştek e ji ber huner nameyeke bêhempa ye.”

‘Serkeftina herî mezin pêkanîna xeyalan e’

Nadiya El-Sedîq teqezî li ser girîngiya teşwîqkirina wênexêzan kir ku divê piştgiriya wan were dayîn û karê wan li pêşangehan li beramber nirxekî sembolîk werin pêşkêşkirin û wiha bi dawî kir: “Hin jin hene bi sedema mejiyê mêrperest li hember gelek zehmetiyan dimînin lê belê divê ev ji jinan re bibe xala hêz û avakirinê. Tevî ez di gelek zehmetiyan re derbas bûm û di pêkanîna xeyalên xwe de dereng mam lê ez bi xwe serfiraz im. Ji ber serkeftina herî mezin pêkanîna xeyalan e.”