Li Ranyayê duyemîn mîhrîcana hunerî û wêjeyî ya ‘Gulazer’ hat lidarxistin

Duyemîn Mîhrîcana salane ya helbest û wêjeya jinan bi navê ‘Gulazer’, bi armanca xurtkirina beşdariya jinan di warê helbest, wêje û hunerê de, duh li hola çandî ya Ranyayê dest pê kir û dê du rojan bidome.

Ranya - Duyemîn Mîhrîcana salane ya helbest û wêjeya jinan a bi navê ‘Gulazer’ ku ji aliyê Rêveberiya Huner û Çandê ya Ranyayê ve hatiye organîzekirin, bi gelek bernameyên hunerî û wêjeyî li hola çandî ya navçeya Ranyayê ya girêdayî bajarê Silêmanî dest pê kir. Bi dehan helbestvan û hunermendên jin ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Li gorî bernameyê, Mîhrîcana ‘Gulazer’ ku duh roja Çarşemê destpê kir dê îro ango roja Pêncşemê berdewam bike û beşdar dê beşdarî çalakiyên curbecur ên wêjeyî û hunerî bibin.

‘Mîhrîcan li gorî par berfirehtir bûye’

Yek ji organîzatorên mîhrîcanê Banaz Mihemed got: “Gulazer helbestek e li ser du evîndarên ku nigihîştine hev e û niha gorên wan li Geliyê Şaware li gundê Pilingana yê li Ranyayê ne. Armanca sereke ya vê çalakiyê ew e ku derfetên beşdarbûn û xweîfadekirina jinan berfireh bike. Armanca me ew e ku jin bêhtir derfetan ji xwe re peyda bikin û vekirî bin. Ev mîhrîcan hemû bajaran digre nava xwe û jin ji herêmên cuda beşdar dibin. Mîhrîcana îsal li gorî par berfirehtir bûye û ev duyemîn mîhrîcan e ji ya par cuda ye; stran û tablo jî tê de cih digrin. Em hewl didin sal bi sal cuda û bi pêş bixin.”

‘Bila huner winda nebe’

Hunermend û yek ji beşdaran Jîno Xanaqîn têkildarî girîngiya beşdariya jinan di çalakiyên hunerî de wiha got: “Ger em li vê derê binêrin, em ê bibînin ku gelek jinên me ji salên berê baştir in. Ne tenê li herêma Raperînê, di heman demê de li herêmên Germiyan û Germasirê jî. Ger îro em di hemû waran de dikarin xizmetê bikin, ev yek ji ber hebûna dengê jinan e. Ez hêvî dikim ku ev huner tu carî winda nabe û tu astengî jê re çenebe.”

‘Divê hemû cureyên hunera jinan di van çalakiyan de hebin’

Jîno Xaneqîn ku ji Xaneqînê beşdarî çalakiyê bûye, bal kişand ser jîngeh û atmosfera hunerî ya herêmê û wiha got: “Dema ez ji Xaneqînê hatim, çiya û deştên Raperînê bala min kişandin; coşa jinan û şêniyên vê derê gelek baş bû, min dît ku gelek rêz ji hunerê re digrin. Hêvî dikim ku ev çalakî her dem hebin û jin di ragihandina peyamên xwe de bêdeng nemînin, pêşniyara min ew e ku mijarên hunerî zêde bin. Ne tenê ji aliyê hunerî ve divê xwarin û her cure hunera jinan di van çalakiyan de cih bigrin.”

‘Divê beşek ji civakê helwesta xwe ya li hemberî jinan biguherîne’

Di beşeke din a çalakiyê de helbestvan, lêkolîner û mamosteya zanîngehê Şermîn Welî girîngiya van çalakiyan bi afirandina hesta xwebaweriyê ya jinan ve girêda û got: “Ne tenê hesta baweriya bi xwe, di heman demê de hesteke ku mirov di vê civakê de li kêleka dengê mêran xwedî nirx û dengê xwe ye jî baweriyê ava dike. Ev çalakî bi tena serê xwe têrê nakin û divê li seranserê Kurdistanê gavên bêhtir bên avêtin da ku rola jinan bê xurtkirin û nifşê nû bê perwerdekirin. Pirsgirêka me ya perwerdekirina zarokên keç heye. Divê kesên ku di nava civakê de bi çavekî kêm li jinan dinerin, helwesta xwe ya li hemberî jinan biguherînin. Bi taybetî di warê derbirîna civakî, çandî û beşdarbûnê de divê jin dengê xwe derxin.”

‘Divê jin li ser lingên xwe rawestin’

Şermîn Welî têkildarî girîngiya xwebaweriyê de wiha got: “Dema tu li ser lingên xwe rawestî, kes nikare te red bike lê ger bêhêz û bê biryar dernekevî pêş, ev yek dê kes li te guhdar neke.”

‘Divê ji bo jinan derfetên zêdetir bên afirandin’

Şermîn Walî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez li benda jinên jixwebawer im. Divê em hebûna xwe îsbat bikin. Piştgiriya sazî û aliyên pêwendîdar di warên ziman, wêje û çandê de roleke girîng di berdewamiya van gavan de dilîze. Divê ji bo jinan derfetên zêdetir bên afirandin da ku hêza xwe nîşan bidin.”