Di navbera dîtin û bêdengiyê de jinan û hawirdorê bi hunera razber diteyîsîne
Hunermend Suheyla Aros, li mekanê Sehahaddîn ê li Sîdî Bozîd, pêşageha 37 tabloyên ku mijara wan jin û hawirdor e vekiriye û bi tabloyên xwe jinan û hawirdorê diteyîsîne.
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Li Tûnisê di van demên dawî de ji ber lehiyên ku rabûn, gelek çalakiyên hunerî hatin rawestandin lê piştî ku rewş hinek asayî bû, li mekanê Selahaddîn ê li Sîdî Bozîdê xebatên hunerî dest pê kirin. Hunermend Suheyla Arûs pêşangeha xwe ya bi navê “Di navbera dîtin û bêdengiyê de” domand.
Pêşangeha ku 20 Çileyê hat vekirin dê heta 8’ê Sibatê bidome. Bi giştî 37 tablo di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin. Mijara wan tabloyan li ser jin, hawirdor, mîrasa çandî û xwezayê bû lê xal hevpar a hemû tabloyan, ew bû ku hunermend bi bikaranîna rengên zindî û biriqandî girêdana xwe ya bi jiyanê û hêviyê re nîşan dida.
Suheyla Arûs, diyar kir ku armanca wê ew e bi temaşevan re hezkirina jiyanê çêbike û got: “Jiyan tevî zoriyan, pirsgirêk û krîzan xweş e. Divê em bikaribin afrîneriyê, xweîfadekirinê û berhemdariyê bidomînin, bi taybetî ji bo zarokên xwe û ciwanan hêviyê bihêlin.”
Mezinkirina xeyalan
Suheyla Arûs, dibêje ku wê di hemû tabloyan de hunera razber tercîh kiriye û ev yek ji bo wê, piştî xêzkirina xweza, nexşerê û karekteran, qonaxa dawî ye. Her wiha diyar dike ku hunera razber îfadeya giyanê bêdeng e, tişta heyî û bi tevger diteyîsîne; temaşevan xwe di berhemê de dibîne û bi hemû mijarên di tabloyan re dikare têkiliyê dayne.
Hunermend Suheyla Arûs diyar dike ku hêza wê ya xeyalî, çavkaniya xwe ji dewlemendiya xwezî û çandî ya Giravên Kerkenahe yên girêdayî wîlayeta Sifax ku lê ji dayîk bûye digre û balê dikşîne ku jin li wê derê çalak û têkoşer in, zêdetir bi çandiniyê re mijûl dibin hem li herêmên deryayê hem jî bejahî.
‘Bavê min jî ji bo min wêneyan xêz dikir û min teşwîq dikir’
Suheyla Arûs wiha didomîne: “Têkiliya min a bi hunerê re di zarokatiya min de weke pêdiviya xweîfadekirinê dest pê kir. Bavê min jî ji bo min wêneyan xêz dikir û min teşwîq dikir. Hunera razber, hest, bîr û bêdengiyê rasterast bi teşe dike, li cihê wê bi riya rengan û formên cuda ez dikaribûm xwe îfade bikim. Ez têkiliya di navbera mirov, bîr, bêdengî, hawirdor û xwezayê de diteyîsînim. Rêwîtina min a hunerî pêşî bi perwerdeya şexsî destpê kir dûre min du sal perwerdeya akademîk dît. Bi hunermendên mezin re bi pêşangeh û tecrubeyan, min têkilî danî.”
Her wiha dide zanîn ku li cihê hunerên bedew, beşa bazirganiyê xwendiye lê bi saya perwerdeya du salan a li Hollandayê, ji hobiya xwe ya wêneyan ber bi kariyerê profesyonel ve çûye û dibêje: “Huner êdî ji bo min tenê xêzkirina şekil an jî hilbijartina rengan nîn e, îfadekirina li ser bingeha fikir dibînim. Hunera razber, hesta ku dixwazim bidim temaşevan temsîl dike.”
Suheyla, taloyek mînak nîşan dide û wiha behsa wê dike: “Di tablo de tenê xêzên bi rengên lihevkirî xuya dikin lê di rastiyê de mijar li ser hawirdorê ye, mêşek ku bi mikroskopê xuya dike temsîl dike. Peyama wê jî ew e ku divê rola van zindiyên biçûk a di avakirina hevsengiya ekolojîk de were dîtin. Mijara hawirdorê ji bo min pir girîng e û bi taybetî armanca min ew e ku ez zarokan hînî parastina hawirdor û xwezayê bikim. Bi vê armancê min gelek çalakî û atolyeyan li dar xist.”
Hebûna jinan
Di pêşangehê de her wiha gelek tabloyên ku jinên li Giravên Kerkennahê kiriye mijar hene. Van jinan bi cilên kevneşopî yên Tûnisê xêz kiriye.
Suheyla Arûs, balê dikşîne ku jin sembolên nirxên mirovî, bîr û hêzê ne û wiha didomîne: “Ev yek ji îmaja ku qalib girtiye serbixwe ye. Sergirtina bi wayê Kerkennahê di çanda Tûnisê de kevneşopiyek ku pir tê naskirin e û diyar dike ku motîfên bi kulîlk li gorî jinên zewicandî û yên ezeb diguherin û bi vê yekê dema dinihêrî fam dikî ka ew jin zewicandî ye yan ezeb e.”
Suheyla Arûs fîgurên jinan di tabloyên xwe de bi rengên zindî û biriqandî çêkiriye û bi wê yekê hêvî û kêfxweşiyê diteyîsîne lê xetên rûyê wan diyar nîn in. Bi vê yekê kesên li wan dinêrin, li gorî hêza xeyala xwe dikarin hûrgiliyan temam bikin.
Suheyla Arûs, dema behsa vê tabloyê dike wiha dibêje: “Ez û pisîka xwe ne. Di rastiyê de ev pisîka taxê ye lê her roj bi pelikan ve hidikşe tê serdana min û dema ku wêneyan çêdikim bi min re hevaltiyê dike. Wê min hînî sebrê kir û gelek hestên min guherand her wiha min van verheman di du salan de temam kir.”

Berxwedêriya hunera wêneyê
Di roja me ya ku bi bandora zekaya çêkirî em di serdemek dîtbarî ya ku bi lez bi pêş dikeve de dijîn. Di serdemek wiha de hunera wêne çiqas dikare li dijî van guherînan li ber xwe bide? Di vê dema ku ciwani girêdayî gelek tiştên dîtbarî yên ku bi teknolojiya nûjen in de gelo dê hunera wêne bala wan bikşîne?
Suheyla Arûs ji bo pirsa me vê bersivê dide: “Hunera wêneyê, faktorên derve çi dibin bila bibin dê nirx û hêjahiya xwe ya estetîk biparêze. Ez ciwanan teşwîq dikim ku li pey vê hunera xwedî kok û mirovî biçin lewre hunera wêneyê, dikare di heman demê de xîtabî ruh û zihniyeta mirov bike.”

‘Ez zarok û ciwanan teşwîqê hunera wêne dikim’
Suheyla, Arûs der bare rewşa hunera wêne de wiha didomîne: “Gelek hunermed memnûn nîn in lewre hunermend, bi berhemên xwe debara xwe dikin lê kirêya ji bo destekê ya ku komîteyên kirînê didin, têra sîgorteya tendirustiyê û lêçûna malzemeyan nake lê ev nayê wateya ku ev bazar zor e. Dijberî wê ez zarok û ciwanan teşwîqê hunera wêne dikim lewre ev ev yek xwebaweriyê zêde dike û teşwîqê afrînerî û nûbûnê dike. Ev yek ji bo mirov teknolojiyê ji bo tiştên erênî bi kar bîne û demê vala derbas neke girîng e.”
Suheyla Arûs, wênexêzek profesyonel e, li Giravên Kerkennahê, li Tûnisê hatiye cîhanê. Li Tûnis Ewropa û welatên Ereb beşdarî zêdetirî 90 pêşangehên şexsî û komî bûye. Di navbera wan de Cezayîr, Mexrib, Misir, Iraq, Keviyên Diranê Fîl, Tirkiye, Fransa, Polonya û Galler hene. Suheyla, Arûs endama Yekîtiya Wênesazên Tûnisê ye, di organîzasyon û koordînasyona çalakiyên hunerê ya navneteweyî de çalak e.
Niha xwe ji bo pêşangeha projeya zanist û hunerê ya ku hunermendên Ewropayî beşdar bûne, amade dike. Encamên vê projeyê dê di Adara 2026’an de li Almanya, Fransa ve Polonyayê bi temaşevanan re were parvekirin.