Rêwîtiya Şeyma El-Ereb di xêzkirina tabloyan de gihîştiye asta navneteweyî
Di nava gelek berpirsyarî û zehmetiyên madî û çandî de, hunermend Şeyma El-Ereb a Misrî bi baweriya xwe ya mezin a bi hunerê re, bi awayekî domdar riya xwe diafirîne.
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Ji Misra Jorîn, rêwîtiya hunermend û nîgarkêş Şeym El-Erab bi hunerê re dest pê kir; rêwîtiyek ne hêsan bû, ne jî kevneşopî bû. Ji hewesa ku wê mîras girt, dijwariyên pê re rûbirû ma û biryardariyeke ku wê ber bi pêş ve bir. Tevî hemû astengiyan, ji bo afirandina cihekî ji bo xwe di cîhana hunerê de û piştrastkirina ku xewna rastîn li sînorên rastiyê rawestiyaye lê bi îrade û baweriyê ji nû ve tê şekildan, pêk hat.
Hewasa xwe ji bavê xwe girtiye
Hunermend Şeymaa El-Ereb hewesa xwe ya ji bo hunerê ji bavê xwe yê rehmetî ku endezyar û hunermendê dîtbarî bû mîras girt. Digel vê yekê, hebûna wî bû çavkaniya îlhamê, wê motîve kir ku berdewam bike.
Şeyma El-Ereb dibêje ku malbata wê xwendina akademîk dida pêşiyê, ji ber vê ew bi dizî li pey hewesa xwe çûye, mîna ku xewna xwe ji windabûnê biparêze. Dema ku ketiye zanîngehê, jêhatîbûna wê derketiye holê.
Rêwîtiya wê ya hunerî
Dide zanîn ku Şeyma El-Ereb diyar dike ku beşdarî gelek pêşangehên hunerî li Qahîreyê bûye, li wir bi hunermend û profesorên Fakulteya Hunerên Bedew re hevdîtin kiriye ku roleke girîng di piştgiriya wê de lîstine. Dide zanîn ku ne tenê karên xwe nîşan daye; wê berdewam kiriye ku fêr bibe, bi pêş bikeve û hêdî hêdî navûdengê xwe yê hunerî ava bike, di dawiyê de gelek xelat qezenc girtiye.
Der barê piştgiriya ku wê ji profesorên ku bandorek li ser rêwîtiya wê kirine girtiye de, Şeyma piştrast kir ku gotinên ji bo teşwîqê motîvasyonek xurt bûne ji bo berdewamkirinê. Bi taybeti ji ber ku xwendina wê ji qada hunerî dûr bû, ji ber ku wê bawernameya Lîsansê ya Hunerê û dîplomeyek perwerdeyê girt û niha ji bilî xebata xwe ya wek xebatkarek civakî, bawernameya xwe ya masterê didomîne. Tevî berpirsiyariyên zêde Şeyma dev ji hewesa xwe berneda.
Lê rê ne tenê bi rengan hatibû vekirin; ew bi dijwariyên rastîn re rû bi rû ma, bi taybetî jî nirxandina qels a darayî ya hunerê li hinek deveran, bi taybetî li Misra Jorîn ku wêne carna weke perçeyên xemilandinê tên hesibandin. Ev newekheviya di hişmendiya hunerî de, digel lêçûna bilind a materyalan, wê xist ber hevkêşeyeke dijwar, carna ew neçar dibe bihayên berhemên xwe kêm bike heya astekê lêçûnan nagire.
Tevî vê wê baweriya xwe bi karê xwe winda nekiriye. Şeyma dibêje ku evîna wê ji bo xêzkirinê hêza sereke ya ajotinê ye, ne vegera darayî. Ji ber vê ew pir caran diçe Qahîreyê da ku derfetên çêtir bibîne da ku karê xwe bazar bike, li wir ew ji bo hunerê hurmetek mezintir dibîne.
Hestên xwe tîne ziman
Şeyma El-Ereb xwe di wênesaziyê de dibîne ku bi boyaxên zeytî hestên xwe yên hundirîn bi riya peyzajan tîne ziman. Ew meyla xwe nade şêwazeke taybet an jî portreyên kevneşopî lê tercîh dike ku karên wê ji hestên wê bi xwe derkevin. Heta hilbijartina rengan jî di dema çêkirinê de bi awayekî xweber, bêyî plansaziyek pêşwext tê kirin.
Li kêleka xêzkirinê mûman jî çêdike
Ji bilî tabloyên xwe, di warên din ên afirîner de jî berfireh bûye, weke çêkirina mûman, ew ligel berhemên xwe yên hunerî li "Kian Bazaar" nîşan dide. Li wir ji hêla gel ve baş tê pêşwazîkirin û teşwîqkirin. Karê wê jî dest pê kiriye ku bêtir nasname û şopînerên girîng bi dest bixe.
Rêwîtiya wê ber bi asta navneteweyî ve çûye
Rêwîtiya wê bi asta herêmî bi sînor nemaye, gihîşt asta cîhanî, ji ber ku vê dawiyê beşdarî pêşangehên hunerî li Almanyayê bû li wir xelat jê re hat dayîn. Kovareke Almanî jî çîroka wê girt ber çavan, ji bilî girtina sertîfîkayên spasdariyê ji Amsterdam û Berlînê.
Hewldana hînkirina zarokan
Tevî hemû tiştên ku wê bi dest xistiye, Şeyma El-Erab hê jî bi azwerî li pêşerojê dinêre, xeyal dike ku galeriyeke wê hebe mohra wê ya hunerî li ser be û marqeya xwe ya cihêreng di çêkirina mûman de bide destpêkirin. Şeyma hewl dide ezmûna xwe bi riya qursên perwerdeyê bigihîjîne zarokan.