Peyamên kesên navdar yên ji bo banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' bûn pirtûk

Peyamên kesayetên navdar ên cîhanê yên ku piştgirî dane banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye, di pirtûkek de hatine berhevkirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya piştgiriyê ya navneteweyî ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir, ji hêla gelek aliyan ve piştgirî wergirt.

Hin ji mezintirîn ramanwerên vê sedsalê, wek Edgar Morin, Alain Badiou, Gayatri Spivak, Nancy Fraser, Angela Davis û Giorgio Agamben jî beşdarî vê kampanyayê bûn. Di salvegera yekem a vê bangewaziyê de, deklarasyoneke navneteweyî bi sernavê "Mafê Hêviyê ji bo Abdullah Ocalan" ji aliyê 33 kesayetên navdar ên ku beşdarî kampanyayê bûne ve hate weşandin.

Peyamên piştgiriyê di pirtûkek de hatine berhevkirin

Bi armanca afirandina arşîveke daîmî ya van daxuyaniyên dîrokî, peyamên piştgiriyê yên ku ji roja ku bangewazî hatiye ragihandin ve ji raya giştî re hatine belavkirin, ji hêla Weşanên Belge ve di pirtûkekê de hatine berhevkirin.

Pirtûk, bi pêşgotinek ji aliyê Endamê Şanda Îmraliyê Mithat Sancar ve hatiye weşandin, daxuyaniyên piştgiriyê yên navneteweyî û her wiha Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, Danezana Navneteweyî ya li ser Mafê Hêviyê û gotarek li ser "Mafê Hêviyê" ji aliyê Endama Komîsyona Parlamentoyê Meral Daniş Beştaş ve tê de cih digire.

Pirtûka ku bi sernavê "Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk: Ji Bandorên Navneteweyî heta Prensîba 'Mafê Hêviyê'" hatiye weşandin, ji bo bîranîna kesên ku di Komkujiya Îstasyona Trenê ya Enqerê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo Sirri Sureyya Onder hatiye diyarîkirin.