Dêrek ku bi saya vegotinên jinan dijî: El-Meşnaqa

Dêra El-Meşnaqa ya dîrokî ku li Suweyda ye û bi saya vegotinên jinan heta îro hatiye, nexşeyek nenivîsandî ye ku di bîranînên mirovan de hatiye xêzkirin an nexşandin, ne li ser kaxezê.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Li bajarê Suweydayê, cih her tim bi nexşeyên fermî an pirtûkên dîrokê nayên destnîşankirin. Di şûna wê de, taybetmendiyên wan pirî caran di bîra mirovan de têne nivîsandin, çîrokên wan di navên hevpar de têne veşartin ku çîrok û wateyên ji rastiya fîzîkî derbas dibin hildigirin.

Di nav van cihan de ‘Herêma El-Meşnaqa’ jî heye. Ev der, yek ji cihên herî berbiçav ên di hişmendiya gel de ye. Ji bermahiyek arkeolojîk a sade, veguheriye nîşaneyek erdnîgarî ya zindî û xalek referansê ya di jiyana rojane de. Ev nav  ji nişka ve nehatiye ser zimanê her kesî. Ew berhema têkiliyek dirêj a di navbera mirov û cih de ye. Di navbera riza derdora cih û hewcedariya şîrovekirin û têgihîştina wê de.

‘Bîra devkî roleke girîng lîst

Ji ber nebûna belgekirina têr a ji bo demên dirêj, vegotinên gelêrî derketin holê, valahî tijî kirin û nasnameya cih li gorî xeyala kolektîf ji nû ve bi teşe kirin. Li vir bîra devkî roleke girîng lîst, bi taybetî bi rêya jinên ku çîrok ji nifşekî bo nifşekî din hilgirtin, nav parastin, çîrok li dora wê çêkirin û veguherandin sembolek bêdem. Lê bi pêşketina lêkolînên arkeolojîk re, rastiyek dest pê kir ku bi tevahî ji ya ku di xeyala gelêrî de hatibû çandin cuda bû, ku em ber bi pirsek girîng ve birin: Cih çawa dikare du vegotinan bigire? Yek ku di bîranînê de dijî û yeka din ku bi delîlan tê piştrast kirin?

Xwendineke cûda ya cihê û parastina vegotina gelêrî

Nûr Aştî ku Fakulteya Arkeolojî û Muzeyan qedandiye, şîroveyek cuda pêşkêş dike, bêyî ku nirxa çandî ya vegotina gelêrî red bike, hewl dide ku rastbûna dîrokî sererast bike. Nûr Aştî diyar kir ku herêma El-Meşnaqa ne tenê cihekî dîrokî ye, her wiha navekî ku di jiyana rojane de deng vedide ye, nîşaneyek e ku her kes bikar tîne da ku rêya xwe bibîne. Nûr Aştî der barê herêma xwe de ev agahî dan: “Ger xerîbek were û em jê re bêjin ka herêma El-Meşnaqa çi ye, ew ê tavilê wê bibîne. Ew mîna nexşeyek nenivîsandî ye, ku di bîranînên mirovan de hatiye xêzkirin an nexşandin, ne li ser kaxezê.”

El-Meşnaqa ji vegotinên gelêrî derketiye

Navê ‘El-Meşnaqa’, ji vegotinên gelêrî derketiye. Ev vegotin, ji ber nebûna rastiya dîrokî û kêmbûna agahdariyê, bi piranî ji hêla jinan ve hatine teşekirin. Civakê kemer li gorî şeklê wê şîrove kir, wê bi bûyer û çîrokên xeyalî ve girêda, bi vî rengî jinan wek şîrovekarên cihê, afirînerên sembolan û parêzvanên bîranînek ku ji rastiya fîzîkî derbas dibe bicih kir.

El-Meşnaqa dêrek e

Nûr Aştî, anî ziman ku peyva ‘El-Meşnaqa’ dibe ku di dîrokê de winda bûbe, lê jinan parastina wê mîsoger kirine. Nûr Aştî got ku “Em ne tenê dîrokê di pirtûkan de dinvîsin; em wê bi dengên xwe diparêzin û bi rêya cihên ku dibin nîşaneyên dîrokî em dişopînin, wan di çîrokan de diparêzin, bêyî ku em jê haydar jî bin.”

Derdikeve holê ku qada El-Meşnaqa wekî ‘Kemera Serkeftinê’ ye, ku deriyek bajarê Suweydayê ye. Digotin ku di serdema Hemedaniyan de li wir darvekirin dihatin kirin, lê ev ne rast e. Ev cih di rastiyê de dêrek bêhempa ya girîngiya cîhanî ye.

Dêrek bi nirxên çandî û dîrokî yên kevnar

Ev dêr bi taybetmendiyek kêm tê naskirin: apsîda wê ber bi bakur ve ye, lê bi gelemperî ber bi rojhilat ve ye. Ew vedigere serdema di navbera sedsalên 4 û 6’an ên Piştî Zayînê de. Serdemeke zêrîn a mîmariya Xirîstiyanî ya dema ku Suweyda navendeke çandî ya zindî bû ku şahidiya avakirina gelek dêr û avahiyên olî kir.

Nûr Aştî destîşan kir ku dêr ji kevirê bazaltê yê reş hatiye çêkirin û wiha domand: “Kevirek ku li Cebel el-Erebê pir e, bi hişkî û berxwedana xwe ya li hember hêmanên xwezayî û mirovan tê zanîn. Ev domdarî hiştiye ku tevî hilweşîna mayî ya dêrê jî, kemer heta roja îro li ser piyan bimîne. Ew aydî şêwaza bazîlîkayê ye, bi sêwirana çargoşeyî, deriyek li aliyê rojava, cihek navendî ji bo perestvanan, rêzên stûnan û gorîgehek li aliyê rojhilat. Oryantasyona ber bi rojhilat ve xwedî girîngiyek olî ya kûr bû ku sembola ronahî, jiyan û vejînê bû. Ji ber vê yekê perestvan di dema nimêjê de rûbirû bûn.”

Divê cih ji nûve bê serarastkirin ne wêrankirin

Nûr Aştî balkişand ser pêwîstiya parastina şopên mayî yên darvekirinê û sedema wê jî wiha vegot: “Ji ber ku faktorên xwezayî û mirovî dikarin bibin sedema hilweşîna wan. Ev dikare bi sererastkirina kevirên zirardar di bin çavdêriya pisporan de, paqijkirina berdewam a cihê û danîna nîşanker an jî têlan ji bo parastina wê were bidestxistin.

Belgekirin jî girîng û hewce ye

Belgekirin jî girîng e. Parastin ne tenê tê wateya parastina cihê li ser piyan e, her wiha belgekirina wê ya çandî û zanistî bi rêya lêkolînan, wênekêşiyê û tomarkirina rewşa wê hewce dike da ku parastina wê di bîranînê de mîsoger bike. Her çiqas di pêşerojê de zirarê bibîne jî. Ji ber kolandinên sînorkirî yên li cihê hatine kirin, kêmasiya agahdariyê heye, ji ber girîngiya wan a dîrokî lê em hêvî dikin ku di pêşerojê de bêtir baldariyek li ser kevnariyên bajêr were dayîn.”

Jin stûna pêvajoya parastinê ne

Nûr Aştî tekez kir ku jin, bi vegotinên xwe û çîrokên ku ji hêla dapîran ve hatine vegotin, stûna vê pêvajoyê ne. Hişmendiya zarokan teşe kirine.” Di dawiyê de, Nûr Aştî balkişand ser girîngiya ji nû ve pênasekirina vê dêrê û destnîşan kir ku ew dêr e, ne darvekirin e û xwedî nirxek çandî û dîrokî ya mezin e. Nûr hêvîdar e ku her jinek li Suweydayê dê beşdarî belavkirina vê rastiyê û ronîkirina wateya rastîn a vê dê rê bibe.