Pêşangeha Nazan Azerî li Stenbolê ye: ‘Stranên dilê min’
Nazan Azerî bi firçeya xwe ya rengên şîn û sor bi karaniye û dij xwezayê hunandina newekheviyê lêpirsîn dike, bi pêşangeha xwe ya nû ya li Loft Art ya bi navê ‘Stranên dilê min’ firsenda dîtina meyzekirin û guhdarkirinê berheman dide.
Z. PINAR EROL
Stenbol – Pêşangeha Hunermend Nazan Azerî ya bi navê ‘Stranên dilê min’ li Loft Art ya li Levent ya Stenbolê cih digre, heta 1’ê Kanûnê wê bidome. Pêşangeh li gel berhemên hunermend yên demên dawî, wêneyê ku ev zêdeyî 30 salane çêkiriye, xebatên wêne û dîmenên ji cûrên cûda tîne ba hev.
Ji dijberiya çand-xwezayê wêdetir
Di berhemên Nazan Azerî de ku di havîna 2021’an de dest bi çêkirina rêze berhemên xwe yên li ser kaxeza bi dest û boyaxa cîla çêkirî, dû reng serwer e; şîn û sor.
Divê beşa ku bi navê ‘Demê hatî jibîrkirin û niha’ li hemberî çand-xwezayê weke serîrakirinê hilberandiye, çand mêr/ bi şîn xweza jin/ li dijî sor hunandiye. Hunermend sîstemên ku newekheviyê avakiriye, lêpirsîn dike. Di van wêneyan de di gerdûna ku li hevhatî de pisîk, kuçik, kîvroşk, lawirên weke pezkuvî, bi jin û zarokan li gel hev in.
Di xebatên seramîk yên ku hunermend nû destpêkirî de, ji derveyî vê beşê berdewam dike, xebatên wê yê berê ên ku bi heman temayî di pêşangehê de cih daye.
Berteka li dijî şer, dûalîteya jiyan-mirin
Nerazîbûnên li dijî şerê Iraqê yê di sala 2002’an de bilind bûye, teyîsî xebatên Nazan Azerî ya bi navê ‘di bîra min de ye’ ku li ser çekên lîstok gul daniye. Bi vê xebatê destpêkir, hunermend ku cuta jiyan-mirinê diteyisîne, sêguşeya ku bi tirs dibêje derxist holê. Karê dûyem yê vê beşê ya Nazan Azerî di xebata xwe ya bi navê ‘vegera min’ li ser bebekên pêlîstok vegerandina hilberîna nîskê kir wêne.
Di helqeya dawî ya sêyan de, vê pêvajoya hunerê li ser bedena xwe dûbare kir. Divê performansa dawî ya bi navê ‘Mezinbûn’ di halê şerîdan de niskên ku di nava pembu de hilberandî, hunermend her roj li ser bedena xwe dike, di dawiya pêvajoyê de sê wêneyên ku qonaxan nîşan dide hilbijart û performansa xwe ji bo me pêşkêş kir.
Ji performansên wêneyan hilbijartinek
Nazan Azerî di rêze xebata xwe ya bi navê ‘ez û amurên xwe’ ku ji wêneyan pêk tê de, ji teyisînên cûda yên malê, em ruyê cîranê hunermend dibînin. Teyîsinên li ser amûrên ku jinek ya malê di karê malê de bi kartîne dîmenên ku li wêneyê xwe digere bi tirs û di aqilan de mayîn e.
Beşa ‘Kirde ez qehreman’ qehreman superman dixe bin mercekê. Tişoretek ku li ser karektera Superman hatî zeliqandin, divê performansê de hatiye şûştin, raxistin û kewî kirin. Herî dawî jî Supermen kulmek li ser ruyê wê jina ku can hemu karên malê dike dide.
Amûra ku di wêneyê ji beşa bi navê ‘kirdeezhermafrodit’ de bi karanî kirde jî topek ya futbolê ye. Vê nîşaneya mêrîtiya civakî ya hatiye avakirin mîna bi hîcab û perûkan bi amurên jinan re tîne ba hev.
Yek ji şêwazê vegotinê ya balkêş ku Nazan Azerî bikar tîne jî karê vîdeoyê ye. Kirdeyên ku bikar aniye cardin pêlîstokin, cilên bukaniyê yê dayika wê, kevçik çetel, malzemeyên makyajê û yên weke wê ne.
Karên bi dimen yên bi navên weke ‘Bebek’ (2000) ‘rojekê’ (2001) û cilên bunakiyê yê dayika xwe li çiqek yê darekê daye hem bi awayek gelek bi hêz û hem jî bê çare di bayên bi hêz de dihêje, xebata bi navê ‘cilên bukaniyê yê dayîka min nehatiye nixumandin’ (2009) hun dikarin di pêşangehê de temaşe bikin.
Di çarçoveya pêşangeha ku heta 1’ê Kanunê dê bimîne vekirî de, wê di 2’ê mijdarê roja şemiyê di saet 15:00’an de di axaftina pêşangehê de hunermend Nazan Azerî, kurator Nergîs Abiyeva û nivîskar Uraz Kizil werin ba hev.
‘Li cihê ku ewqas tundî li jinê tê kirin, bedenê mirov jî bertek nîşan dide’
Me vê pêşnageha dawî ya Nazan Azerî di wê de çi hest daye jiyan kirin û hilerîna hunerê çawa dibîne jê pirs kir.
Dibêje “Ev beşek biçûk ya jiyana hunerê ku emrek jêre hatiye xerckirin” û lê zêde dike: “Taybetmendiyek wiha ya vê pêşnegehê çêbû. Ji karên ku min di navbera salên 2000-2003’an de hilberandî, me kêmek hilbijart û ji sala 2001’an ve bi 7-8 wêneyên ku min çêkirî, karên min yên dawî hê berfirehtir cih girt. Dema mirov lê meyze dike xalên hevpar dibîne… şêwe cûda jî be zîhniyata hevpar û di cihanê hindir de rê girtiye tê hîskirin. Ji ber 24 sal derbas bûye, ev ji aliyê neslên ciwan ve nayê zanîn, ev cara yekem e tê pêşandan. Girêdanbûna bi ciwan re, hê xîtabî wan dike, katalogkirina wê, gihandina neslê nû keyxweşiyê dide.
Dinya di hindirê hunermend de diteyîse
Ez bûm şahid ku riyên ku ez bi mereq û hestên xwe çûme, rastenhevek çawa nîşan dide. Divê huner paqij be, ji destwerdanên ji derve re girtî be. Hunermend li hemberî nîzama cîhanê deng dide… Piştî demekê nîzam têrê nake, mirov dixe tengasiyê… Li gor min hûner berhema hunermend ya ku bêyî destwerdana yekê were hilberandin e. Kes nikare serdema xwe derbas bike. Serdema ku hunermend çêdike divê hê zûtir were hîskirin. Cîhan di hindirê hunermend de diteyîse û hunermend bi hemû hêza xwe bi xeyalî, sembolik û metaforik bersiv dide. Em ji vê re dibêjin huner. Cîhan bi awayek bedenî were têghiştin, ji ya neyê dîtin derkeve… ez hunera têginî nakim. Ez li gora konseptekê kar hilnaberînim. Ez mudaxeleyî wê qada xwe nekim. Ji ber ez dixwazim ew qad paqij bimîne, bêyî xira bibe were hêlan, ez naxwazim destwerdan lê were kirin. Nexwe wê hindirê wê vala bibe.
Di erdnîgariyek wiha de, li cihek ku ewqas tundî li dijî jinan tê kirin, bedenê mirov jî bertek nîşan dide; ji ber beden jî difikire. Mînak em çawa dixwerin. Huner ji bi riya hunerê bertek nîşan dide. Di hindirê xwe de tê halê pirsekê, yan jî tê halê pêşniyarekê. Yan di hilberînê de xira dibe, weke lîstoka min ya bi bebekan re… ji xwe xirabûna nîzamê di çarçoveya hunerê de, nîzam xirabûn…”
Wê di çarçoveya pêşangeha ku heta dîroka 1’ê kanûnê bimîne vekirî de, wê di 2’ê mijdarê roja şemiyê di saet 15:00’an de hunermand Nazan Azerî, kurator Nergîs Abiyeva û nivîskar Uraz Kizil werin ba hev wê axaftina pêşangehê were encamdan.
Derbarê Nazan Azerî de
Nazan Azerî di sala 1975’an de ji fakulteya hiqûqa zanîngeha Stenbolê derçûye. Piştî demekê parêzertî kirî, di sala 1989’an de çû beşa wêne ya fakulteya hunerên ciwan ya zanîngeha Marmara. Di navbera salên 1994-1996’an de di Ensitituya zanista civakî ya zanîngeha Marmara de teza xwe ya master ya bi mijara ‘Wênesazên yekem yên jin yên di nava tevegrên rojavayî de’ xilas kir. Di navbera salên 1996-2000’an de bi teza bi navê ‘di hunerên dîtbarî de lîstoktî: Ronesas, dada- Surrealizm doktora xwe temam kir. Hun dikarin li ser vê linkê http://www.nazanazeri.com.tr xwe bigihînin xebatên hunermend.