Fatîma El-Zehraa: Şano kiryarek berxwedanê ye

Hunermenda şanoyê ya Mexrîbî Fatîma El-Zehra El-Sindedî diyar kir ku rêyeke hunerî bipêş xistiye, xebata şanoyê bi destnîşankirina pirsgirêkên jinan, bi rêya xebatên ku pirsên têkildarî nasnameya zayendî û temsîlên civakî.

HENAN HERÊT

Mexrîb – Di nav hawîrdorek gundewarî ya kevneşopî de, li ‘Dar Bobekir’ a li derdora kolanên Akadirê ku perwerda jinên ciwan car caran bêwate dihat dîtin, rola wan bi karên malê û amadekariya zewacê ve sînordar bû. Hunermenda şanoyê ya Mexrîbî Fatîma El-Zehraa El-Sindedî rêyek cûda ji bo xwe bijart. Her çend dê û bavê wê xwedî perwerdehiyek navîn bûn û ew jî ji vê hawîrdora kevneperest bûn jî, wan bawer dikirin ku perwerde ji bo şeş zarokên wan rêya jiyanek çêtir pêşkêş dike û dihêle ku ew xwendina xwe bidomîne û ji sînorên gund derbas bibe da ku beşdarî zanîngehê bibe.

Şano gaveke dûrketinê ji rolên kevneşopî yên li ser jinan tê ferzkirin

Di destpêkê de, hunermenda Mexrîbî Fatîma El-Zehraa El-Sindedî sektora geştiyariyê hilbijart û demeke di vê sektorê de xebitî. Lê belê, vê sektora rê li gorî tiştê ku di warê îfadekirina xwe û baweriyên xwe de digeriya, nîşan neda. Ji ber vê yekê, Fatîma piştre biryar da ku here bajarê El-Qenêtira û xwe li zanîngehê qeyd bike, pisporiya şanoyê bike. Ev gav ji bo wê dûrketinek ji rolên kevneşopî yên ku li ser jinan di hawîrdorek kevneşop de tên ferzkirin de temsîl dikir, tê de rolên jinan pir caran bi qada navmalî ve sînordar bûn, di heman demê de wê ji temenê ciwaniyê ve bawer dikir ku jin dikarin beşdarî guhertina civakî û çandî bibin.

Huner qadeke ji bo bilindkirina doza jinan e

Ji vê têgihîştinê, Fatîma El-Zehraa El-Sindedî ji bo xwe şano hilbijart da ku bike qadeke nîqaş û mijûlbûna bi pirsgirêkên jinan re. Li wir wê dest bi xebata li ser mijarên têkildarî hêz, serdestiya zayendî, laş û temsîlên civakî yên jinan kir. Her wiha hewl da ku hunerê wekî amûrek ji bo derbirînê û bilindkirina pirsan di nav civakê de bikar bîne.

Fatîma El-Zehraa El-Sindedî diyar kir ku  xebata wê ya li ser pirsgirêkên jinan di şanoyê de ne encama kêliyek taybetî an biryarek cuda ji rêya wê ya kesane bû. Fatîma El-Zehraa El-Sindedî wiha got: “Bi xwezayî ji ezmûna min, wekî jinek derket ku rojane bi awayên cûda yên zext û temsîliyetên civakî yên ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin re dijî, derketin. Ev pirsgirêk di jiyana min a rojane û di berhemên min ên hunerî û rewşenbîrî de hê jî hene. Ji bo min huner ne kiryarek kozmetîk e ku ji jiyanê cuda ye, ne jî pratîkek estetîkî ye ku ji lêdana dilê rastiyê veqetandî ye. Huner amûrek e ji bo têkiliya hişmend bi civakê re û rêyek e ji bo derbirîna prensîp û baweriyên ku ew di hundirê xwe de dihewîne.”

‘Şano derfetên cûda ji bo îfadeyê peyda dike’

Fatîma El-Zehraa El-Sindedî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku paşxaneya wê ya têkildarî çalakiyên çandî, civakî û protestoyî, beşdarî teşekirina hilbijartinên wê yên hunerî bûne. Fatîma wiha pêl da gotinên xwe: “Ev bû sedem ku ez pirsgirêkên mafên mirovan û mafên jinan beşdarî berhemên xwe yên şanoyî bikim. Ji ber ku şano derfetên cûda ji bo îfadeyê peyda dike ku bi axaftina rasterast an dirûşmeyan peyda nabin. Ez her gav hewl didim ku di navbera aliyê estetîkî yê xebata şanoyî û aliyê rexnegir an parêzvaniyê de hevsengiyek ava bikim û biparêzim.”

Pêwîstiya şanoyê bi zimanekî hunerî yê taybet heye’

Fatîma El-Zehraa El-Sindedî destnîşan kir ku xîtaba rasterast dikare bi protestoyê, medyaya civakî ya mecazî, an nîqaşa siyasî were îfadekirin. Fatîma wiha domand: “Di heman demê de şano hewceyî zimanekî hunerî yê taybet e ku li ser bingeha lêkolîna dramaturjîk û kûrbûna rastiya civakî û veguherandina wê ji bo formên estetîkî yên ku dikarin bandorê bikin.”

Fatîma El-Zehraa El-Sindedî bawer dike ku bandora estetîkî ya di nav berhemeke şanoyê de dikare wergir teşwîq bike ku bi awayekî kûrtir û hestiyartir bifikire. Fatîma rave kir ku huner ne tenê li ser asta ramanan dixebite, di heman demê de li ser asta hestyarî û psîkolojîk jî dixebite û dihêle ku celebek têkiliya navxweyî di temaşevanan de çêbibe. Fatîma El-Zehraa El-Sindedî dema ku behsa xebatên xwe yên şanoyî dikir, rave dikir ku ew li ser gelek ceribandinan bi taybetî jî li ser mijarên têkildarî laş û hêzê di astên wê yên siyasî, civakî, olî û çandî yên cihêreng de xebitiye.

Fatîma bi berdewamî wiha got: “Hin ji van pêşandanan ji ber xwezaya mijarên ku ew nîqaş dikirin rastî zehmetiyan an redkirinê hatine. Yek ji bernameyên min ku li ser têgeha “rûmetê” di nav civaka Mexrîbî de rawestiya, ji aliyê çend temaşevanan ve hatiye redkirin. Ji ber ku beşek ji vê redkirinê carna bi nexwestina civakê ya rûbirûbûna bi hin pirsan an nîqaşkirina mijarên ku ew hesas dibîne ve girêdayî ye.”

Hebûna domdar a hesasiyetên civakî û çandî

Fatîma behsa ezmûna xwe ya bi pêşandana “Amoddo” kir. Fatîma da zanîn ku di sala 2018’an de dest bi xebatên li ser mijarê kiriye û wiha pê de çû: “Pêşandana wê di dema pêşkêşkirina xwe ya yekem de di qadeke akademîk de ku bi mijarên zayendî, civak û çandê ve girêdayî bû, hate rawestandin. Ji ber ku tiştê qewimî, hebûna domdar a hesasiyetên civakî û çandî li hember çend mijarên têkildarî jinan, desthilatdariyê û laş nîşan dide.”

Hunermend rastî lawaziyên duqatîn tên

Fatîma bawer dike ku pirsgirêkên hunermend dikşînin, tenê bi saziyan an azadiya derbirînê ve girêdayî ne. Di heman demê de bi civakê bi xwe ve jî girêdayî ne. Fatîma rave kir ku hunermendê ku hildibjêre li ser mijarên hesas bixebite, dibe ku xwe marjînalîzekirî an jî dûrî çemberên piştgirî, hilberîn û pêşangehê bibîne, nemaze ger li gorî trendên serdest ên di nav polîtîkayên çandî de tevnegere. Hunermendê şanoyê ji xwe di rewşek lawaziyê de dijî, lê hunermenda jin di “du qat lawaziyê” de dijî, çi ji ber nêrîna civakê ya li ser hunermenda jin be, çi jî ji ber çend cureyên cudakariyê di nav civaka hunerî de be.”

Di vê çarçoveyê de, Fatîma El-Zehraa El-Sindedî behsa hindek rewşên ku wê di dema ezmûnên komê yên di şanoyê de wekî acizker bi nav dikir, kir. Ji ber ku hindek hunermendên jin di bin zext an pratîkên ku dibe ku di nav civaka hunerî de normal xuya bikin de bûn, lê di rastiyê de nehevsengiyên têkildarî nêrîna jinan nîşan didin, dijîn. Fatîma wiha domand: “Ev rastî di nav wan sedeman de bû ku pir caran ez ber bi xebatê li ser performansên solo ve birim, ne tenê wekî hilbijartinek estetîkî,  di heman demê de ji bo parastina cihek mezintir a azadiyê ji bo îfadekirina helwest û baweriyên xwe.”

Derbarê gelo zehmetî an bertekên neyînî hiştiye ku ew dev ji kar berde, wiha dibêje: “ Carinan kêliyên bi westandin û bêhêvîtiyê hebûn ku ez tê re derbas bûm. Nemaze dema ku ez bi berxwedana gel an civakê re rû bi rû dimam. Min nikarîbû hunerekê pêşkêş bikim ji ber baweriyên xwe an prensîbên ku  cuda ez pê bawer dikim. cuda be.  Wateya hunerê ji bo min bi şiyana pevçûna bi rastiyê re û berxwedana bi zimanê hunerî ve girêdayî y. Ev rê bûye beşek ji nasnameya min ya kesane, rewşenbîrî û mirovî.”

‘Huner çareseriyê yekser pêşkêş nake ew cihek nîqaşê ye’

Fatîma El-Zehraa El-Sindedî bawer dike ku huner çareseriyên amade an yekser encaman  pêşkêş nake, lê huner cihek ji bo nîqaş, hizirkirin û ji nû ve nirxandina hindek ramanên serdest diafirîne, ji ber ku berhemeke hunerî carinan dikare wergir teşwîq bike ku bala xwe bide tiştên ku wî berê nedîtiye. Fatîma El-Zehraa El-Sindedî destnîşan kir ku li çaraliyê cîhanê gelek ezmûnên hunerî û sînemayî hene ku beşdarî vekirina nîqaşên civakî bûne an jî guhertinên qanûnî û civakî dane destpêkirin, ji ber ku huner, her çend rasterast rastiyê neguherîne jî, hê jî dikare nîqaşan biafirîne û hişyariyê bilind bike.

Şano wekî kiryarek berxwedanê ye

Di nîqaşa xwe ya li ser pirsgirêkên jinan de, Fatîma girîngiya balkişandina ser jinên ku di rewşên xeternaktir de li deverên marjînalîzekirî yên dûrî navendê dijîn, tekez kir. Fatîma diyar kir ku beşek ji nîqaşa jinan divê ji bo jinên ku ji marjînalîzebûna aborî, civakî û çandî dikşînin, vekirîtir be.

Fatîma eşkere kir ku ew li ser performansek şanoyî ya bi navê “El-Waşîme (Deqvan)” dixebite, tê de karakterê Fatîma Ouharfo, wek yek ji kesayetên jin ên Amazîgî ku beşdarî berxwedanê bûne, lê tevî ezmûna têkoşîna wê, ji bîranînê dûr maye, bi bîr xist. Ji ber ku çîrok û ezmûnên gelek jinên ku aydî marjînalan in, tên paşguhkirin. Ji ber vê yekê bi rêya performansê wê hewl da ku ji goşeyek cûda ve ronî li ser vê karakterê bike, bi hev re aliyê dîtbarî û estetîkî û giraniya sembolîk bike yek.

Fatîma destnîşan kir ku di dîmena destpêkê de jinek di metbexê de firaqan dişo, bi broşeke zextê dorpêçkirî ye ku ev yek mîna ku sembola zextên civakî û psîkolojîk ên ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin e. Her çend karakter di nav hûrguliyên jiyana rojane û karên malê de xuya dike jî, ew hêdî hêdî dest bi vegotina bûyer û veguherînên mezin dike, ji xwepêşandanên “Nifşa Z” bigre heya ezmûna Fatîma Ouharfo, di dîmenek şanoyê ya dîtbarî de ku hewl dide têkiliya di navbera jinan û guherîna civakî de îfade bike.

‘Têkoşîna ji bo maf û azadiyê rêyek berdewam e’

Bi rêya vê avakirina hunerî, Fatîma hewl dide ku vê ramanê ragihîne ku tevî sînorkirin û rolên kevneşopî yên ku li ser wê hatine ferzkirin, jin di navenda veguherînên ku civak pê re rû bi rû dimîne de amade ne û bi pirsgirêkên siyasî, civakî û çandî re têkilî deynin, her çend ev hebûn carna were paşguhkirin an jî girîngiya wê were kêmkirin.

Di dawiyê de, Fatîma El-Zehraa El-Sindedî peyamek ji jinan re şand, banga berxwedanê kir û tekez kir ku têkoşîna ji bo maf, rûmet û azadiyê hem di hunerê de û hem jî di civakê de bi giştî rêyek berdewam dimîne.