Mihrîcana şanoyê ya bi teşeya jinan

Mihrîcana Lîstikên Jinan dê despêkê li Enqerê derkeve pêşberî şano hezan.

Navenda Nûçeyan - Mihrîcana Lîstikên Jinan bi organizasyona Çand Huner Atolye li Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) despê dike.
Mihrîcana ku dê her roj çîroka jinekê bigire dest, di navbera 4 û 11’ê Adarê de li Dika Bîlkent a AST û di navbera 17 û 27’ê Adarê de jî, bi malovaniya Şaredariya Ayvalikê dê li navçeya Ayvalik a Balikesîrê li Dika Nejat Ûygûr a Sînemaya Vûral bi lidarxistin. Bi sedema pandemiyê wê bi sînor temaşevan bên qebûlkirin.