Marah Al-Zaanîn a Filistinî di konê xwe de pêşangeha wêneyan vekir
Hunermenda Filistînî Marah Al-Zaanîn a dixwaze îsbat bike ku afirînerî bi derfetan re sînordar nîn e, qadeke biçûk ji bo malbata xwe veguherand stargehek û ji bo mêvanan û medyayê jî veguherand cihekî hunerî.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Hunermenda Filistînî Marah Al-Zaanîn, di du salên wênesaziya xwe de gelek tabloyan çêkir lê derfet nedîtibû ku tabloyên xwe pêşkêş bike.
Hunermenda ciwan, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê fikirî got: "Çima ez ji bo van tabloyan mîna hunermendên din ên li çar aliyên cîhanê galeriyek çênekim?" Ji ber ku li Xezayê dijiya, biryar da ku konek mîna galeriyek ava bike û li wir tabloyên ku jiyana rojane ya xelkê Xezayê û bi taybetî jin û zarokên keç nîşan didin, pêşkêş bike. Kon, di heman demê de ji bo hezkiriyên hunerê û mêvanan veguherî galeriyeke hunerî.
Marah Al-Zaanîn, diyar kir ku ev fikir beriya êrîşa 7’ê Cotmehê ava bûye û got: “Vê demê hejmara tabloyan kêm bû lê piştî êrîşê, bi çêkirina wêneyên koçberî, windabûn, tirs û çend kêliyên kêfxweş ên jinan re hejmara berhemên min bi awayekî bi lez zêde bûn.”
Wêneyên xwe bi dîwarê konê ve daleqand
Marah Al-Zaanîn, ji ber tirsa zirardîtina wêneyên xwe, berhemên xwe di kona xwe de daliqand. Marah Al-Zaanîn, her goşeya kona xwe ji bo mijarek cuda dabeş kir û ji bo birçîbûn, koçberî, rû û dawleta Filistînî goşeyek ava kir. Dema her mêvanek dikeve nav konê, bi heyranî û matmayî dimîne. Rojekê, ev fikir xurt bû Marah Al-Zaanîn fikirî gelo çima pêşangeha xwe li vir çênake?
Qada ku malbata Marah Al-Zaanîn lê dijiya, veguherî galeriyek hunerî. Kon veguherî qada peyama ku Marah Al-Zaanîn dixwest bigihîjîne cîhanê. Marah Al-Zaanîn, wiha got: “Derfet, ji bo xeyalkirinê ne asteng in. Min ji tecrubeya xwe kifş kir ku kon dikare bibe cîhekî pêşangehê û ciwanek din dikare ji cihekî wusa sûdê bigre. Ez rojane gelek mêvanan pêşwazî dikim û bi medyayê re têkilî datînim. Ez armanc dikim ku piştgirî bidim zarokên keç û wan teşwîq bikim. Herî zêde ew pirs ji min tê kirin "Malbata te çawa di nav van tabloyên dramatîk de radizê? ”
Marah Al-Zaanîn a ku di destpêkê de rûyê mirovan xêz dikir, piştre ji ber amûrên kêm dest bi wênesaziya bi hubrê kir. Dema ku hubr xilas bû, wê dest bi wêneçêkirina bi xweliya zêde ya di dema xwari çêkirinê de dimîne, kir. Marah Al-Zaanîn, hemû hestên xwe yên di vê serdemê de bi karanîna sembolên Filistînî yên mîna seramîk, zebeş, kofiya Filistînî, cilên kevneşopî û şêwazên curbecur ên neqşê kir.
Marah Al-Zaanîn, diyar kir ku hinek şopînerên wê van sembolan nas dikirin û bi wê re têkilî datanîn lê piraniya mirovan wateyên wan nizanibûn û got: “Lewma min hîs dikir ku divê ez îfade bikim. Ji bo vê min wateyên van sembolan bi zimanên cuda di pirtûkekê de îfade kir. Her wiha ji bo ji sînorkirinên li ser medyaya civakî birevim min hinek sembol bi kar anîn. Min li şûna ala Filistînê, sembola zebeşê xêz dikir.”
Berhemên Marah El-Zaanîn û têkoşîna li dijî zehmetiyan
Marah El-Zaanîn, xwedî 700 tabloyan e lê ji ber koçberiyê û faktorên din tenê 500 tabloyên wê mane. Di şert û mercên hewayê de ku av di bin konê de diherikî, tabloyên wê diketin û rengê wan xiran dibû. Di germahiya zêde de jî tablo ji ber hilmê xirab dibûn. Her wiha ji ber tevgerên hinek mêvanan tablo diketin an jî diqetiyan û ji ber ku li ser kaxizê dihat çêkirin, tamîrkirina wan ne pêkan bû.
Marah El-Zaanîn, di pêvajoya çêkirina tabloyên xwe de bi gelek zehmetiyan re rûbirû ma û yek ji dijwariyên herî mezin windabûna madeyên xav bû. Her wiha Marah El-Zaanîn ji ber nebûna materyalên alternatîf, neçar ma bi gelek zehmetiyan re re rûbirû bimîne. Lê dîsa jî tabloyên xwe li ser platforma medyaya dîjîtal "X" parve kir û firot. Van kesan tabloyan li mala xwe daliqandin, piştî dan Marah El-Zaanîn û bûn sedem ku Marah hilberîna berheman bidomîne. Di encama vê yekê de gelek tabloyên wê hatin firotin.
Di tabloyên Marah El-Zaanîn de cihê fîgura jinan pir girîng e. Jin ji bo wê sembolên berxwedan, sebir û malbatê ne. Di tabloyên xwe de, jin dema ku kofiya hevjînên xwe rast dikin, li xala belavkirina xurekê radiwestin û li rêza avê diseknin xêz dike. Marah El-Zaanîn, xeyal dike ku tabloyên xwe bibe cihekî bi ewletir, perwerdeya xwe di hunerên xweşik de bidomîne, ji bo jêhatibûnên xwe bi pêş bixe dîplomaya xwe ya zanîngehê bistîne û vegere çêkirina wêneyên rengîn.