Li Kobanê 3’yemîn Festîvala Wêje destpê kir
Bi tevlîbûna dehan nivîskar, wêjevan, helbestvan û hezkiriyên wêje, îroj li bajarê Kobanê Festîvala Wêjeyî di dewreya xwe ya sêyemîn de destpê kir.
Kobanê – Bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û rêxistinkirina Weşanxaneya Ava, îroj xebatên Festivala Wêje a Kobanê destpê kir.
Festîvala îsal ku di dewreya xwe ya sêyemîn de bi navê nivîskar sînemeger Zîlan Hemo ye di bin diruşmeya "Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" tê li darxistin, bi beşdarbûneke mezin ji asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê heta 25’ê mehê berdewam bike. Di sê rojên festivalê de wê gelek panêl, semîner, helbest, îmzekirina pirtûkan û çalakiyên cur be cur bên meşandin.
Mihrîcan li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido tê birêxistinkirin. Bi dehan wêjevan, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, rojnemevan, hiqûqnas amedebûn. Di heman demê de malbata Zîlan Hemo, nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî amedebûn.
Festîvalê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re gelek axaftin ji aliyê Weşanxaneya Ava, MSD’ê û Rêveberiya Xweser ve hatin kirin.
Îsal ji bo bîranîna Zîlan Hemo tê lidarxistin
Rêveberiya Weşanxaya Ava Ahîn El-Omer ku teqez dike Kobanê bû hevdîtina ji bo parastina pêşerojê wiha got: "Îsal festival ji bo bîranîna nivîskar û sînemegera nemir Zîlan Hemo tê li darxistin. Hevdîtina me li bajarekî ku ji şer ew westandin, lê vîn û enerjiya wê li ser piyan ma pêk tê. Li bajarê Kobanê ku têghîşt wê wêje bikaribe mirovatiya me ya mayî biparêze û dil zindî bike di vê êşê de. Hevdîtina me teqez dike ku wê gotin li ser xwe bimînin û avabikin, deriyê pêşerojê tevî astengiyan vekirî bihêle."
Paşê li gor bernameya roja yekê ku bi sernavê Wêjeya Berxwedanê pêk hat panel ji aliyê nivîskarê Kurd Helîm Yusif ve di derbarê mijarên veguherîna xebatên berxwedêr ji bo berhemên wêjeyî, di wêjeya şer û azadbûnê de têkiliya di navbera rastî ûxeyalkirinê de û rola ziman di çesipandina nasnameya wêjeyî de hat dayîn. Her wiha panela duyemîn ku li ser vegotin û şahîdiya li ser veghertinên civakî bû ji aliyê Laleşîn Abdullah, Cemîl Mezlûm û Ewas Elî ve hatin dayîn ku mijarên; Di vegotina wêjeyî de bîrdanka giştî, di dema şer de tomarkirina jiyana rojane û di wêjeyê de bazirganiya xweyî hatin destgirtin.
Di heman demê de nivîskar Helîm Yusif û Ewas Elî di dawiya panelên xwe de pirtûk û berhemên xwe îmze kirin.
Dê sibê wêjeya jinê bê nîqaşkirin
Li gor rêveçûna bernameya festival dê siba di roja duyemîn de mijara jina nivîskar di navbera rastî û astengiyê de were destgirtin ku berhemên çîrokî yên jinan werin xwendin û îmzekirin, her wiha mijarên jina nivîskar di navbera serpêhatiyên kesayetî qeyxeyên giştî de û asoyên nivîsandina jinan û dahatuya wê li herêmê werin goftugokirin.
Hêjeyî bibîrxistinê ye ku nivîskar û sînemeger Zîlan Hemo di 1997’an de li bajarê Kobanê ji dayîk bûye ku di gelek qadan de weke çapemenî, wêje, sînema û hwd kedeke mezin da ku bi dehan berhem û şop li pey xwe hîştin. Zîlan Hemo di 25’ê Nîsanê de di encama qezayekê de koça xwe ya dawî kir.