Li Efganistanê mîrasa çandî û sembola afrîneriya jinan
Kulav, yek ji hunerên kevnar ên Efganistanê ye, weke sembola afrînerî û riya debarê tê dîtin. Jinên Efgan xebatên xwe yên ji bo zindîkirina vê kevneşopiya dîrokî didomînin û bi vê yekê hem afrîneriya xwe jiyandar dikin hem jî debara xwe dikin.
BAHARAN LEHÎB
Bamyan – Kulav li Efganistanê yek ji berhemên herî kevnar e, perçeyek girîng a mîrasa li wê axê ye. Koka vê hunerê digihîje beriya bi hezaran salan û bi taybetî di nava civakên gundewar de pir tê bikaranîn.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan Bextiyar, dîroka dîroka çêkirina kulev pir kevn e. Arkeolog diyar dikin ku hunera hiriya ku bi ser hev ve tê jidandin û pê kulav tê çêkirin, bi hezaran salan berê li Asyaya Navîn dest pê kiriye û vê zanînê bi demê re, Efganistan jî di nav de di nava civakên cuda de belav bûye. Kulavê ku ji hiriya pez tê çêkirin, pêşî hirî baş tê paxijkirin û şûştin dûre bi avê, dewisandin bi hev ve vê zeliqandin û di encamê de perçeyek jê çêdibe. Vê malzemeya xwezayî, ji aliyê germkirinê ve pir baş e. Ev yek tam li gorî herêmên çiyayî yên Efganistanê ye.
Jinan di jêkirin paqijkirin û boyaxkirin hiriyê de gelek ked didan û roleke girîng dilîstin
Li Efganistanê kulav tenê berhemek nîn e, di heman demê de şêwazê jiyana kevneşopî û zanîna herêmî ye. Di demên berê de li herêmên dûr û çiyayî, mirovan, bi hiriyê cil, xalî, kon û heqîba hesp çêdikirin. Jinan ji bo jêkirin, paqijkirin û boyaxkirin hiriyê gelek ked bi destên xwe didan û roleke girîng dilîstin. Ev xebat tenê ji bo aboriyê nebû, di heman demê de kêrhatiyeke çandî bû û di civakên herêmî de nasnameya jinan nîşan dida. Endustriya kulav, heta demek nêz jî gelek girîng bû. Li herêmên çiyayî yên Efganistanê, di raxistina malan, di konên koçeran de û di merasimên çandî de berhemên ji hiriyê pir dihatin bikaranîn. Vê yekê jî nîşan dida ku di jiyana rojane ya gel de têkiliyek kûr bi berhemên destan re heye.
Şerên li pey hev bandorên neyînî li ser berhemên kevnar kirin
Di salên dawî de li Efganistanê ji ber şerên ku li pey hev çêbûn, gelek berhemên destan, hilberîna berhemên hiriyê jî di nav de bi paş ketin. Bi taybetî ji ber kêmasiya desteka saziyî, kêmbûna bazaran û reqabeta bi makîneyên biyanî yên hatin hilberandin re, nirxa vê hunerê pir kêm bû le di salên dawî de li Efganistanê, zindîkirina endustriya hirî û hewldadanên modernkirina vê yekê tên dîtin. hinek hunermendên ciwan û hewldêr, hirî kirine berhemên xwe yên hunerî û nûjen, hem li bazarên xwe, hem jî li derveyî welat difroşin.
Ji herêmên gundewar hiriyê temîn dikin
Çend aktivîstên çandê ji herêmên gundewar hiriyê temîn dikin û piştî dîzaynkirin û nexşkirinê, dikin tablo, çente û berhemên dekoratîf. Bi wê yekê hem îstîhdama xwe dikin hem jî vê hunera xwedî koka kevnar diparêzin. Yek ji zoriyên herî mezin ê ku kesên vî karî dikin li Efganistanê dibînin, tunebûna bazarên bazirganiya ji bo van berheman û reqabeta ji bi berhemên îthal ên biyanî re ye. Hilberandina makîneyên erzan, dikeve cihê berhemên destan ên kevneşopî û ev yek hêjahiya berhemên hirî kêm dike. Her wiha zêdebûna bihayê hiriyê û kêmbûna madeyên xam dibe sedem ku hilberîner di vê bazaar de nikaribin xebatên xwe bidomînin.
‘Me ferq kir ku em dikarin gelek berheman ji hiriyê çêbikin’
Şerîfe Mehroş, rêveber û berpirsyara Komeleya Hunerên Destan a Eyaleta Bamyanê ye, nêzî 12 sal in bi bazirganiya hunerên destan û hilberîna wan re têkildar e û berhemên jinan li pêşangehên neteweyî û navnetweyî pêşkêş dike. Gelek berheman hildiberîne lê zêdetirî xebata wê li ser endustriya hiriyê ye. Şerîfe Mehroş wiha dibêje: “Hirî li wîlayeta Bamyanê û hinek wîlayetên din xwedî dîrokek kevnar e. Li Bamyanê hilberîna berhemên ji hiriyê sed sal in didome. Dema ku me di vê qadê de dest bi xebatê kir, zêdetir xalî dihatin çêkirin. Em fikirîn û me ferq kirk u mirov dikare ji hiriyê gelek berheman çêbike. Mînak tebeqên binê îskanan, binê çaydanan, quşxane û solên ji hiriyê. Ev berhemên pir bi kêr in. Jin bi taybetî li malên ku rutubetê dikşînin li ser xalîçeyan van solan li xwe dikin. Ji bo nexweşiyên bayê û êşa ling pir baş e. Ev berhem ji hiriya berx an jî pez tên çêkirin.”
‘Hiriya herî bi nirx hiriya bizinên Lîgan ên li wîlayeta Bamyanê ye’
Şerîfe Mehroş der barê cureyên hiriyê de wiha dibêje: “Hirî xwedî gelek cureyan e; ya herî bi nirx hiriya bizinên Lîgan a li wîlayeta Bamyanê ye. Pir qalind e û navdar e. Piştî wê jî yên din hene, ev ji hiriya pez û berxê tên çêkirin. Li wîlayeta Bamyanê çavkaniya hiriyê naveça Warsê ye. Berhemên ji hiriyê yên herî baş li vê derê ji aliyê jinan ve tên çêkirin û difroşin me lewre li vê navçeyê gelek malbat tenê bi ajalvaniyê re mijûl dibin, her malbat xwedî 60 an jî 200 ajalan e.”
Şerîfe Mehroş wiha behsa çêkirina berhemên ji hiriyê dike: “Dema ku demsala birandina hiriya pez tê, hemû pez û berxik ji aliyê jinan ve tên şûştin û hiriya wan tê jêkirin. Dûre li ber tavê tê raxistin û zuhakirin. Dûre ji hev tê derxistin û bi teşiyê dikin ben, piştî ben tên çêkirin vediguherînin kulav.”
Şerîfe Mehroş wiha didomîne: “Hilberîna berhemên ji hiriyê, karê jinan e lewre bi baldarî tê kirin. Dibe ku hêsa xuya bike lê wisa nîn e. Em madeyek xam piştî gelek merheleyan vediguherînin berhemek. Ev berhem li Bamyan û herêmên din tê firotin. Ji ber vê yekê li hemû herêman navdar e û ji Bamyanê tê kirîn. Malbatek ku 200 pezên wê hebin, hiriya wan jêdike û bi hemû cîranên xwe re kom dibe. Ev kar Payîzê tê kirin. Atolyeya min heye, bi çend jinan re em dixebitin. Em hiriyê ji wan dikirin, me perwerde daye jinan, ew hiriyê jêdikin û dûre em jê solan çêdikin, dîmenên Budayên li Bamyanê û cihên turîstîk li ser berhemên ji hiriyê nexş dikin.”
‘Li malê jî li derve jî hûn dikarin bixebitin’
Şerîfe Mahroş li ser rola jinan jî wiha dibêje: “Jinên li Warsê tenê hiriyê tînin asta qumaşek. Kenarên wê bi benê ku jê re dibêjin ‘tîgh’ çêdikin. Em van bi kîloyan dikirin, tînin atolyeya xwe û vediguherînin berheman.”
Şerîfe Mahroş axaftina xwe bi vê peyama ji bo jinên Efgan bi dawî dike: “Ez weke xwişka we ya biçûk, dixwazim vê peyama xweş bidim we. Deh sal in ez li derve, bi mêran re mil bi mil dixebitim. Peyama min ji jinên li malan re ev e. Dikarin bi awayê onlayn bixebitin, ji derveyî malê ji xwe re dikanê vekin, bereman çêbikin û gelek berhemên destan hilberînin. Hûn dikarin bi mêran re bixebitin.”
Demak ku ji aliyê çandî ve lê tê nihêrîn, tê dîtin ku berhemên ji hiriyê bûye sembola afrîner, hevgirtina civakî û serxwebûna aborî ya jinan lewre vê bazarê her dem ji bo jinan derfetên dahatê çêdike.