Li dijî biryarên Talîbanê berteka hunerî
Li dijî zextên Talîbanê, bertekên jinan berdewam dikin. Hunermend Leyla Ehmedî piştî girtina jinan a li Heratê, bi alîkariya dayîka xwe di şevekê de li ser dîwarê hikûmetê peyamek xêz kir.
BAHARAN LEHÎB
Herat – Dema ku em li dîroka Efganistanê dinêrin, rola jinan di têkoşîn û tevgerên civakî de gelek caran ji ber serdestiya çanda baviksalarî hatiye biçûkkirin. Lê dîsa jî jinan her dem di aborî, çand, wêje, huner û pêşveçûna civakê de roleke girîng lîstine. Bêparkirina demdirêj a ji mafên bingehîn û bikaranîna têgehên wekî "rûmetê” ji hêla desthilatdaran ve ji bo tepeserkirinê, bû sedema avabûna hişmendî û motîvasyona berxwedanê di navbera jinan de.
Di serdemên dîrokî yên cuda de, serdema Şah Emanullah Xan wekî serdemeke ku jin wekî endamên wekhev ên civakê dihatin hesibandin tê nasîn. Di vê serdemê de cara yekem dibistanên keçan hatin vekirin, jinan ji bo perwerdeyê şandin derveyî welat û derfeta wan çêbû ku di warên curbecur de bixebitin.
Pêvajoya desthilatdariyê û tora hevgirtinê
Bi vegera Talîbanê re tevgerên jinan dîsa berfireh bûn. Jinan bi awayekî ferdî û bi hev re li dijî polîtîkayên zordar û dijberî jinan li ber xwe dan. Lê di vê pêvajoyê de ew bi girtin, îşkence, heqaret û tepeserkirinê re rû bi rû man. Ev têkoşîn di heman demê de ji hêla tevgerên jinan ên li Îran, Iraq, Sûriye, Kurdistan û Filistînê û çalakiyên kesayetên mîna Mîna Kaşwar Kemal, endamên "RAWA"yê û baskê jinan ê Partiya Hevgirtinê ve hat birêxistinkirin û bandorkirin. Ev rewş bû sedem ku jinên Efganistanê dengê xwe ji bo edalet û hevgirtinê li her derê welat —heta bi tevgerên herî biçûk jî— bilind bikin.
Ji ber vê yekê, hunermenda 18 salî Leyla Ehmedî ya ji parêzgeha Taharê, ji bo hevgirtina bi jinên Heratê re —yên ku vê dawiyê ji aliyê hêzên "amr bil ma'ruf" ên Talîbanê ve hatibûn girtin— wênesaziyeke dîwarî afirand û bû dengê wan.
Pênasiya hunermendê û pêvajoya têkilîdanînê
Dema ku em ketin bajarê Taharê, tevî ku rê toz û ax bû jî vê tabloya li ser dîwarê avahiyeke hikûmetê bala me kişand. Me lêkolîn kir da ku em bizanibin hunermend kî ye û armanca wê çi ye; piştî çend rojan me bi Leylayê re têkilî danî.
Leyla li gundekî geş ê navçeya Rustakê dijî ku di nav çiyayên parêzgehê de ye. Ji bo dîtina wê, me riyên xirab û axî derbas kirin û gihîştin xaniyê malbata wê yê ji kerpîçan. Ev xaniyê ku bi rez û baxçeyên daran dorpêçkirî bû, serdana me xweşiktir kir. Pêşwaziya germ a Leyla, diya wê û endamên malbatê bedewiya vê hevdîtinê zêdetir kir. Xwişka wê ya biçûk jî bi fêkiyên teze, şîrê germ, çay û nanê tenûrê pêşwazî li me kir.
Pratîkên herêmî û serpêhatiya leylayê
Piştî saetekê, me bi Leylayê re dest bi hevpeyvînê kir. Me jê pirsî ku kengî û çawa wêneya li navenda bajêr çêkiriye. Wê bi dilekî aram û bi gotinên xwe, dest bi vegotina çîroka xwe kir:
"Dema ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, ez di pola şeşan de bûm. Tahar yek ji parêzgehên pêşîn bû ku ket bin kontrola Talîbanê. Li hemû navçe û gundan hat ragihandin ku malbat neçar in du al li ser banên xaniyên xwe daliqînin, alên spî ji bo malbatên ku keçên wan ên ciwan hene. Vê yekê di nava gel de tirsek mezin çêkir. Hinek malbat neçar man biçin Kabûl û parêzgehên din. Piştî ku tevahiya Efganistanê ket bin kontrola wan, mirov neçar man dîsa vegerin."
Leyla dema biryara hat girtin dibihîze gelek hêrs dibe û ji bo vê rewşê wiha dibêje: "Dema ku destûr nedan ez perwerdeya xwe bidomînim jî ev hêrs zêdetir bû. Min dît ku jinên wêrek li Efganistan û Taharê ji bo parastina mafên xwe derketin kolanan. Ez pir biçûk bûm da ku beşdarî xwepêşandanan bibim lê diya min her gav diçû."
Girtina jinên Heratê û çêkirina tabloyê
Leyla dema ku dibihîze ji hêla Talîbanê ve bi hinceta jinan baş serê xwe negirtine hatine girtin ser wê bandorek mezin dide çêkirin. Leyla vê yekê wiha bi lêv dike: "Piştî ku jinên li Heratê ji aliyê hêzên Talîbanê ve bi hinceta ‘hîcabê nebaş serê xwe pêcandiye’ hatin girtin, ez pir aciz bûm. Min dixwest bibe dengê wan jinan. Bi alîkariya diya xwe, min ev tablo di şevekê de temam kir û li ser dîwarê avahiya hikûmetê xêz kir.”
Leyla di nava gotinên xwe de dibêje ku wêrekiyê ji dayîk û jinên Efganistanê girtiye û gotinên xwe wiha bi dawî dike: "Min fêm kir ku divê em dengê xwe li dijî zilmê bilind bikin û nehêlin em bibin hedef. Ez bawer im dê ev çalakiyên me yên biçûk rojek bibin çirûsk û rejîma dijberî jinan a Talîbanê helweşînin.”