Li Amedê yekemîn Mihrîcana Şanoya Jinan tê lidarxistin

Yekemîn Mihrîcana Şanoya Jinan wê bi dirûşma ‘Ber bi rojê ve’ bi beşdariya bi dehan jinên şanoger li Amedê were lidarxistin. Mihrîcana ku dê bi ziman û çandên cuda be, jin dê balê bikşînin ser cudakarî û binpêkirinên li dijî xwe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Amadekariyên Yekemîn Mihrîcana Şanoya Jinan ku wê îsal bi dirûşma ‘Ber bi Rojê ve’ were lidarxistin, didomin. Mihrîcana ku bi hevkariya Şanoya Bajarê Amed û Jin Huner û Edebiyat (KASED) were lidarxistin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriya wê dike, wê di navbera 5-7’ê Mijdarê de were lidarxistin. Di mihrîcana ku wê 9 lîstikên şanoyê werin lîstin de, bernameyên axaftin û panelê hene, mijara bingehîn a çalakiyê dê pirsgirêkên ku jin dijîn û têkoşîna wan be. 

Mihrîcan wê di 5’ê Mijdarê de dest pê bike

Di mihrîcanê de ji Bakur, Rojhilat, Başûr û ji Tirkiyeyê gelek komên şanoyê yên jinan derbikevin ser dikê. Vekirina mihrîcanê, wê di 5’ê Mijdarê de bi lîstika nû ya Şanoya Bajarê Amedê ya bi navê “Çalakiya Malçêkirî” were kirin. Di lîstika ku Elvan Koçer derhêneriya wê dike de, wê lîstikvanên weke Rêzan Kaya, Perînaz Delazy û Zeycan Ateş cih bigrin. 

Der barê mihrîcanê de em bi lîstikvana Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derhêner Elvan Koçer re axivîn.

Elvan Koçer diyar kir ku ev demek dirêj e mihrîcanê plan kirine û bi hinceta ku lîstik tune ye her dem hatiye taloqkirin û da zanîn ku bi provaya yekem a lîstika jinan dest bi amadekariyên mihrîcanê kirine. Elvan Koçer destnîşan kir ku di mihrîcanê de, ji her herêmê dê çand, ziman û ceribandinan bînin ba hev. Bal kişand ku ji bo mihrîcan berdewam bike wê weke jin çi ji destên wan were bikin.

‘Wê mihrîcanek bi gelek ziman û çandan be’

Elvan Koçer di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Dema me provaya yekem a lîstika jinan girt, me got ‘êdî temam’e û me dest bi amadekariyên mihrîcanê kir. Navê lîstika jinan a mijara gotinê “Çalakiya Malçêkirî” ye. Wê li vir sê lîstikvanên jin derbikevin ser dikê. Mijara lîstikê der barê estetîka jinan a di dema nû de û fikarên wan ên cîhana ji derve ye û rêbazên têkoşîna wan a hebûnê digre dest. Wê di vê mihrîcanê de 9 lîstikên şanoyê yên jinan werin pêşandan, axaftin û panel werin lidarxistin. Di vê mihrîcanê de ne tenê em, wê komên şanoyê yên ji Başûr, Rojhilat û Tirkiyeyê hatine derkevin ser dikê. Ev mihrîcan wê mihrîcanek hem bi çand û hem bi zimanên cuda be.” 

‘Mijar têkoşîn û ceribandinên jinan e’

Elvan Koçer da zanîn ku ji bo mihrîcanê bi dehan jinên şanoger wê werin bajar û ev jî kelecanek mezin dide wan û bal kişand ser mijara bingehîn a mihrîcanê. Elvan Koçer wiha got: “Tîma şanoyê ya li Rojhilat piştî ku bihîst wê ev mihrîcan were lidarxistin, ji bo me dest bi nivîsîna lîstik û proveyan kir. Wê ev mihrîcan hem lîstikên cuda, hem jî jinan bîne ba hev. Wê di vê mihrîcanê de hem kesên ku xebatan didin meşandin, hem ên beşdarî atolyeyen bibin û hem jî hemû kesên ku di dikê de cih bigrin jin bin. Şano hunerek gerdûnî ye, em jî wê hemû parçeyan binîn ba hev, me xwest bi şanoyê em hemû pirsgirêkên ku jin dijîn nîqaş bikin.”  

‘Me xwest li ser dikê gotina me hebe’

Elvan Koçer destnîşan kir ku wê di lîstikên di mirîcanê de derbikevin ser dikê de balê bikşînin ser tundî û qetliamên li ser jinan û der barê tiştên tên jiyîn de dixwazin gotina wan hebe û wiha got: “Wê hemû lîstikên ku di vê mihrîcanê de cih bigrin, bale bikşînin ser pirsgirêkên ku jin dijîn. Dê têkoşîna wan a li dijî van pirsgirêkan bibe mijara bingehîn. Em weke jinên şanoger li dijî zêdebûna tundî û cînayeten jinan, dixwazin gotinên xwe bibêjin. Li dijî vê bi taybetî me xwest mihrîcan nêzî 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan be. Bi riya dikê em dixwazin gotina xwe bibêjin û bi vî awayî bigihîjin jinan. Bila hemû jin werin li lîstikên me temaşe bikin. Wê vekirina mihrîcanê bi lîstika yekem a jinan dest pê bike.”

‘Armanca me ew e ku mihrîcan bidome’

Elvan Koçer herî dawî banga beşdariya mihrîcanê li hemû hezkiriyên hunerê kir û wiha got: “Ev mihrîcan ji bo me mihrîcana yekem a jinan e. Em dixwazin ev mihrîcan her sal were lidarxistin. Armanca me hem zêdekirina komên şanoyê yên jinan e, hem jî xwegihandina temaşevanên jin e. Di vê xalê de di serî de jin, em hemû kesan vedixwînin mihrîcanê.”

Lîstikên ku wê di salona şanoyê ya Çand Amed de derbikevin ser dikê ev in: Çalakiya Malçêkirî, Gong, Birînên te ji eşqê ye, Jinek dilîze (BGST), Temuk (Seqiz – İran), hezkirin di jiyana civakê de îsrar dike (BGST), Hîşta Qisekanman Tewawnekirdûwa (Sanandaj – Îran), Salma (Kerkuk-Iraq) û Medea (Îran).