Koma muzîkê ya Kîjan Sine li Helebce konserek dan
Koma muzîkê ya Kîjan Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Helebçe, bi cil û bergên çanda Kurdî serdana Helebceyê kir û konserek pêşkêş kir.

Helebce – Êvara 15’ê nîsanê Rêveberiya Ciwanên Helebceyê konserek taybet bi hevkariya Koma Muzîkê ya Kîjan Sineyê lidar xist. Bi sedan kesên ji cihên cûda beşdarî konserê bûn.
Rêvebera Koma Muzîkê ya kîjan Sine Rojîna Mihemedî derbarê konserê de wiha got: “Em gelek keyfxweşin ku ji Rojhilat hatin e. Endamên vê komê ji 8 jinên ciwan pêktê û ev dû sale em bi hevre dixebitin û em gelek keyfxweşin ku îro me konserek li parêzgeha Helebce daye. Em di wê hêviyê dene ku em bi karê xwe bala bîneran bikşînin.”
‘Karê me danasina çanda Kurdî û jinê ye’
Rojîne Mihemedî da zanîn ku ew berhemên xwe li her derê pêşkêş dikin, cûdahiya ziman nake an Kurmancî, Kulhurî yan hewramî û got: “Armanca me ewe bi hemû zaravayan em stranan hilbijêrin û bikarin bernameyek baş pêşkêş bikin û deng û sadebûna kurdî bidin nasîn û em sûd ji stranê hunermend Merziye Ferîqî, Leyla Ferîqî û Chopy Feteh digrin û hewl didin wan stranan bêjin. Ev koma me ne tenê çend jinin, hewl didin dengê jinê bidin bihîstin.”
Konser heta derengê êvarê dom kir û ji aliyê hemwelatiyan ve bi germî hatin pêşwazîkirin.