Jinên Tûnisê bi hunerê bêdengiyê dişkînin

Lîstikvana Tunisî Xofran El-Siyarî, ku dibêje huner amûrek girîng e ku jiyana jinan diguherîne, dixwaze ev çek baş were bikar anîn û qadeke têkoşînê were afirandin.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Huner di jiyana jinan de ne luks e, çek û rêbaza berxwedanê ye. Jinên hunermed bi riya hunerê tehemulê şert û mercên jiyanê dikin, çîrok, qêrîn û serhildana xwe vedibêjin. Jinên Tûnisê jî, hunerê veguherandine platformeke  berfireh a ji bo têkoşînê. Di di nava bêdengiyê de, bi hunera xwe dibin qêrîneke bêdawî.

Ji sehneyê bigre heta ekrana sînemayê, ji rûpelên romanan bigre heta grafîtiyan, afirînerên jin amûrên hunerê bikar tînin ji bo ku rastî û trajediyên ku jin dijîn, ne weke mexdûr, weke aktorên berxwedaneke piralî vebêjin.

'Hunermend berpirsyarên pirsgirêkên civakê ne'

Aktrîs Xofran El-Siyarî got ku şano ne tenê neynikeke rastiyê ye, platformek ji bo rûbirûbûna wê ye jî û wiha axivî: "Hunermend ji hêla ehlaqî ve berpirsyarên pirsgirêkên civaka xwe ne û pirsgirêka jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, mijareke hebûnî ye. Huner xwedî hêza ku astengî û tirsê dişkîne û dengê hatiye birîn radigihîne ye."

'Tevî kêşeyan jinan benda bêdengiyê şikandin'

Xofran El-Siyarî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola derhêner Mofîda El-Tletilî ya di qada şanoyê de û wiha got: "Bi xebatên xwe yên kêm lê giran dihat nasîn. Fîlmê wê yê bi navê "Mewsêm El-Rîcel" ku di sala 2000'an de hat weşandin, çîroka jinên Girava Djerba vedibêje. Ev jin neçar in li benda mêrên xwe yên ne li wir bimînin, di temsîlkirinek zelal a zordariya bêdeng a jin di bin pergala civakî ya baviksalar de dikşînin. Tevî wêrekiya xwe ya afrîner, hunermendên jin li Tûnisê û herêmê bi astengiyên madî û sazûmanî re rûbirû dimînin. Di rejîmên ku ramana rexnegir weke gef dibînin de, piştgiriya têrker ji wan re tuneye. Her wiha rewşa aborî ya dijwar jî bandorê li ser derfetên hilberînê dike."

Hunera di navbera hişmendî û guhertinê de

Ji Tûnisê bigre heta Filistîn, Sûriye û Sûdanê, şert û merc dişibin hev. Tundî, zilm û destdirêjî heye li her derê, lê tiştê ku jinan dike yek jî, afirînerî û bikaranîna hunerê ye, ji bo veguherandina birînan ji bo enerjiya guhertinê. Xofran El-Siyarî destnîşan dike ku huner ne tenê bi hejmara xelatan an jî nirxandinên temaşevanan tê pîvandin, bi şiyana wê ya bandorkirina li ser hişmendiya giştî, şikandina klîşeyan û teşwîqkirina nîqaşa giştî tê pîvandin û dibêje: “Hunermend berpirsiyarên pirsgirêkên jinan û riya xweîfadekirina wan in, çi bi nivîskî be, çi li ser dikê be û çi jî li ser ekranên sînemayê be."

'Huner yek ji rêbazên berxwedanê ye'

Xofran diyar kir ku huner rêbazeke berxwedanê ye, peyameke hişyarkirinê û yekem dergeh e ku dikare xizmetê ji pirsgirêkên jinan re bike û wiha got: "Huner çekek girîng e ji bo şikandina wêneyê mêr û şerê bi her cure tundî, cudakarî û dûrxistinê re. Drama û fîlmên herî berbiçav ên salên dawî li Misir, Tûnis û Sûriyeyê mijarên tecawiz, destdirêjiya zayendî ya li ser zarokan û şîdeta li dijî jinan nîqaş kirine. Van berheman hewl dane ku hişyariyê li ser xeterên bêdengmayînê li hemberî van binpêkirinan zêde bikin û di şikandina astengiya tirs û bêdengiyê de bi ser ketine.”

Di dawiyê de Xofran behsa xebata xwe ya nû kir. Xofran, diyar kir ku ev xebat lîstikeke şanoyê ye dê li ser mijareke jin bisekine û êşa du carî di hemû astan de nîşan bide.