Li Mexmûrê bi pêşangeha 4’ê Nîsanê rengê berxwedanê

Li wargeha penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê bi pêşangehekî hunerî didome.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê bi pêşangehekî hunerî didome. Pêşangeha ku ne tenê bi rengan, bi rihê berxwedanê hatî nexşandin îro deriyên xwe ji xelkê wargehê re vekir.

Pêşangeh li salona konferansê hat vekirin. Beriya vekirina pêşangehê ji bo tevayî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama atolya Şehîd Adil, Zozan Babat axaftinek kir.

‘Îro rojbûna gelê Kurd û hêviyê ye’

Zozan Babat di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: “Îro ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna gelê Kurd û hêviyê ye. Rêber Apo hêvî, aştî û azadiye. Ji bo ku em bibin layiqê ked û fedekariya Rêber Apo em ê wek zarokên Mexmûrê hertim li pey ramanên wî bimeşin.”

Piştî axaftinê pêşangeh bi destê xwendekarên Navenda Hêvî hat vekirin.

Di pêşangehê de berhemên xwendekarên dibistanên wargehê yên wek, helbest, dariştin, wêne û tabloyên cuda cuda hatin pêşkêşkirin. Herwiha di pêşangehê de tablo û wêneyên atolyeyên Şehîd Delîla û Şehîd Adil hatin nîşandan. Li ser tabloyên ku bi keda destên xwendekarên wargehê hatine çêkirin, fîgurên gerîlayên ku li serê çiyan bûn parêzvanên azadiyê, bi heybeteke mezin xuyadikirin.

Keziyên berxwedanê, di hunera pêşangehê de

Herwiha tabloyên şervanên jin ên li Rojavayê Kurdistanê ku di şerê herî dawî de bûn sembola berxwedanê hatibûn neqşandin. Ew qêrîna bêdeng a şervana ku ji avahiyê hatibû avêtin û keziyên berxwedanê, di hunera pêşangehê de bûn nemir. Ev berhem ne tenê wêne bûn, bîranîna rûmetê bûn ku li hemberî taritiyê hatibûn hûnandin.

Di quncikekî din a pêşangehê de jî berhemên xwendekarên Navenda Hêvî hebûn ku bi destên xwe yên biçûk û dilên xwe yên mezin ji heriyê şêweyek cuda dabûn pêşangehê. Hunera van zarokan nîşan da ku tu astengî nikare li ber afrêneriya mirov bibe asteng.

Di pêşengehê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Herwiha di pêşangehê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cihên taybet hatibûn veqetandin. Di navenda pêşangehê de tabloyekî cuda balê dikişand ser xwe; tabloyekî wisa ku ji du aliyan ve du wêneyên cuda nîşan dida. Li aliyekî wêneyê Rêberê Gelê Kurd ê zarokatiyê li aliyê din jî wêneyê wî yê ku gelê xwe ber bi ronahiyê ve dibe derdiket pêş.

Ev pêşangeh, ji keda destên zarokan bigire heta fedekarî û berxwedana şervanan, bû qêrîneke hunerî ya ku bi têkoşînê hatibû neqşandin.

Pêşangeh wê heta 4’ê Nîsanê ji gel re vekirî be.